Mewsima fistiqên Helebî di dawiya meha Tîrmeh û destpêka Tebaxê de destpê dike. Di vê demê de, cotkar, jin, mêr û zarok bi hev re dikevin baxçeyan ji bo berhevkirina fistiqan, dest bi çinîna mewsima xwe dikin. Fistiq ji bo gelek malbatên Kobanê çavkaniyeke sereke ya debarê ye. Li gorî cotkaran, fistiq ji genim an cehê bi qezenctir e.
Li bajarê Kobanê gundên herî navdar ên bi çinîna fistiqan ên weke Xurxûrê (bi darên 70 salî), Boxaz, Beyadî, Cibnê û Bûban bi fistiqên xwe yên Helebî navdar in.
Mewsima fistiqan a îsal gelekî qels derbas dibe. Guherîna avhewayê jî sedema herî sereke ye. Germahiya zêde di dema kulîlkdanê de bandoreke neyînî li berhemê kiriye. Asta ava bin erdê daketiye, ku ev yek bandor li avdana daran jî dike.
Jin di mewsima fistiqan de roleke navendî dileyzin. Ew beşdarî berhevkirinê dibin û ev kar ji bo debara malbatên wan girîng e. Lê belê, kêmbûna hilberînê bandoreke giran li ser jiyana wan kiriye.
Ji ber vê yekê, her çend fistiq berê jiyan û aboriya Kobanê bû jî, îsal ev mewsîm ji ber ziwabûn, guherîna avhewayê, tengasiyên aborî û astengiyên siyasî bûye mewsîmeke pir dijwar û bêhêvî.
Cotkarê bi navê Şeban Hec Nebo ku darên xwe yên fistiqan heye û dest bi çinîna wê kiriye, dibêje îsal berhem gelekî lewaz û qelse û got: “Derman û xizmeta fistiqan gelekî zehmet e, bi taybet jî pirsgirêka mazotê ku yek ji pirsgirêkên herî zehmet e, kehrebe tune ye, lewra em bi matorên kehrebeyê darên xwe av didin û derman jî dikin. Îsal jî berhema fistiq gelekî lewaz e.”
Şeban anî ziman ku divê ev hindikahiya jî bi miqdarekî biha bê firotin da ku cotkar di mewsima îsal de bi bin nekevin û wiha bilêv kir: “Her cotkarekî darên xwe kimawî kirin e. Bi hezar dolarên Emrîkî ev kimawî hatiye kirîn. Lê ji ber ku fistiq bi miqdarekî gelekî kêm jî tê firotin. Nexwasim ev ji bilî avdan û mazotê ye. Miqdarê Fistiqan 4 dolarê Emrîkî ye. Îsal jî mewsim tune, ji lewra hemû cotkar binketî derdikevin.”
Şeban qala darên xwe kir ku temenê wan zêdeyî 40 salî ye.
Berhevkirina fistiqan heta 4-5 rojan wê bidawî dibe.

