Duh dîmenek derket holê ku welatiyên Kurd ku ji navçeya Silopiya Şirnexê ji bo karê bindeqê çûne gundê Bektaşliyê ya navçeya Alapliyê ya Zonguldakê, bi êrişên nijadperestan re rû bi rû man.
Êrişek din li ser karkerên Kurd li navçeyên Cumayerî û Gumuşova yê Duzceyê pêk hat. Karkerên ku ji Merdînê wekî karkerên demsalî çûn e Duzceyê rastî êrişên nijadperestan
hatine. Komek êrişî karkeran kirine û kesek di destê vî de kêr hebû gef li karkeran xwar.
Wezîrê Dadê Akin Gurlek ji li ser hesabê xwe yê Xyê daxuyaniyek da û ragihand ku Serdozgeriya Komarê ya Eregli ya Karadenîzê têkildarî êrişê lêkolîn daye destpêkirin û destnîşan kir ku ji bo ku bûyer ji hemû aliyên xwe ve were ronîkirin, karên pêwîst bi baldarî tên meşandin.
DEM PARTÎ DAXWAZA LÊKOLÎNÊ KIR
DEM Partiyê jî daxuyaniyek da û diyar kir ku li Zonguldak û Duzceyê êrîşên li ser karkerên Kurd ên nayên qebûlkirin.
Daxuyaniya DEM Partiyê wiha ye:
Nirxandina êrîşan wekî ku bûyerên takekesî, encamên xeternak ên zihniyeta nijadperest e. Di vê serdema hestiyar a ku em tê de derbas dibin, divê derfetê nedin kesên ku dixwazin gel bînin beramberî hev. Em bang li rayêdarên berpirsiyar dikin ku van êrîşan bi hemû aliyên wan ve lêkolîn bikin, sûcdar li pêşiya dadê hesab bidin.”

