Platforma Şiyar Be mehên derbasbûyî li dijî narkotîkê û bikaranîna narkotîkê pêngava “Rabin” da destpêkirin. Di çarçoveya pêngavê de li gelek navçe û gundan civînên gel hatin lidarxistin, li hin bajaran jî çalakiyên nobedê hate destpêkirin.
Platform ku li çar navçeyên navendî yên Amedê karê qadê meşand, bi rêya anketan hevdîtin bi şêniyên taxan re kir. Tîmên platformê li her navçeyê hevdîtin bi hezar kesî re kir.
Ji endamên Platforma Şiyar Be Rojbîn Tellîoglû anî ziman ku di anketan de şêniyên taxê herî zêde ji bikaranîna narkotîkê gilî û gazin kirin. Rojbîn Tellîoglû ragihand ku ji ber bikaranîna madeyên narkotîkê gelek malbat li ber belavbûn an jî tinebûnê ne.
Rojbîn Tellîoglû got, “Di hevdîtinan de pirsgirêka herî meizn a malbatan ew bû ku zarokên dest bi narkotîkê kirin li malê eşyayên bi qîmet nehiştine. Digotin ku sarinc jî di nav de hemû alavan difiroşin. Daxwaza bingehîn a malbatan rizgarkirina zarokan a ji narkotîkê ye.
Roja derbasbûyî li Korxetê di civîneke me ya taxê de dayikekê got, destpêkê madeya narkotîkê bêpere dide zarokên 9 salî. Zarok nizane bê çi ye. Ji ber ku nizane jî diceribîne. Piştî ku ceriband, dema ew li parkê dîtin jê re dibêjin, ‘biçe pere bîne’. Bi vî rengî zarok dikeve nava narkotîkê.”
Rojbîn Tellîoglû diyar kir ku di anketan de wan rû bi rû hevdîtin bi hezaran kesî re kirin û karê wan çavdêriyeke girîng raxist pêş çavan. Rojbîn Tellîoglû destnîşan kir ku têkoşîna li hemberî narkotîkê tenê bi hewldana platformekê nabe û ragihand ku şêniyên taxan, rêxistinên civakî ıyên sivîl û saziyên din divê bi hev re tevbigerin.
Rojbîn Tellîoglû got, bikaranîna narkotîkê li gelek bajaran veguheriye pirsgirêkeke cidî, temenê bikaranînê daketiye 9’an û got, “Me ev rastî di karê li qadê de dît. Me nexwest ji vê bawer bikin, lê belê li qadê me ev yek dît. Rewş bi rastî jî gelekî nebaş e. Ji ber ve yekê ya ku divê bê kirin ew e ku li gel şêniyên taxan em li taxên xwe hêza xwe ya xweparastinê ava bikin û nehêlin ku bazirganên narkotîkê bikevin nava taxa me.”

