Li dijî biryara Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê ku ji bo zimanê Kurdî di hefteyê de tenê 3 saet ders xistiye rojevê, li gelek herêmên Rojava gel îro jî daket qadan û çalakî lidar xistin.
DÊRIK
Şêniyên Dêrikê ji bo zimanê Kurdî dest bi çalakiya konvedanê kiribû. Kon li pêşiya Dibistana Yûsif El Ezma vedane û di roja 6`emîn de dewam dike.
Şênî û xwendekarên bajarê Dêrikê û gundewarên wê anî ziman ku ew tenê 3 saetan dersên zimanê Kurdî qebûl nakin û hat gotin ku ev biryar hebûna gelê Kurd paşguh dike. Her wiha hat gotin ku heta encam bê bidest xistin dê çalakiya wan bidome.
AMÛDÊ
Li gundê Çaxir Bazar ê Amûdê xwendekar, malbatên xwe û endamên meclîsa gund xwepêşandan bi cil û bergên Kurdî li pêşiya dibistana gund organîze kir.
Di xwepêşandanê de xwendekar Rosîn Hisên daxuyanî bi zimanê Kurdî xwend û endamê meclîsa gund Diyala Ebdî bi zimanê Erebî xwend. Di daxuyaniyê de gotin ziman ne tenê waneyeke li dibistanê ye, ew nasnameya çandî û neteweyî ya gelê Kurd e.
Di berdewamiya daxuyaniyê de, ji Wezareta Perwerdeyê daxwaz kirin ku biryara xwe rawestînin û xwendekar bi zimanê xwe bixwînin.
Di dawiya xwepêşandanê de dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe” û “Zimanê me nasnameya me ye” hatin berzkirin.
TIL TEMIR
Di daxuyaniya ku li ber avahiya Kongra Star a li Til Temirê hat dayîn de hat destnîşankirin ku ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye, bingehê nasname, çand, dîrok û hebûna civakê ye. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku parastin û pêşxistina zimanê Kurdî mafekî bingehîn e û divê bi çend saetên dersan re bisînor nemîne.
Her wiha di daxuyaniyê de ji aliyên peywendîdar hat xwestin ku perwerdeya bi zimanê Kurdî bê nasîn; her wiha bang hat kirin ku ji bo perwerdeya Kurdî pêdiviyên xebatkaran, pirtûkan û materyalan werin dabînkirin.

