Bavê Jîna Emînî, Emced Emînî, bi wesîleya salvegera şoreşa “Jin Jiyan Azadî” û şehadeta keça xwe peyamek arasteyî gelê Kurdistanê kir.
Peyama bavê Jîna Emînî, Emced Emînî wiha ye;
“Dixwazim spasiya hemû kesên ku îro di salvegera çaremîn a şehadeta keça min Jîna de bi me re bûn bikim. Her çend ji bo kesekî ne hêsan be ku di vê roja dijwar de dikan û bazarên bazirganî bigire jî, lê vê yekbûnê nirxê hevsoziyê du qat zêde kiriye.
Birîna şehadeta Jîna Emînî çar salin nehatiye pêçan. Lê dilovanî û hevsoziya gelê azadîxwaz di vê xemgîniyê de em bi tenê nehiştîn. Me keçek hebû û lêbelê hezkirina we bi hezaran keçên din li malbata me zêde kir.
Her çend rejîma Îranê rê neda me ku em şînek sade jî bikin û nehiştin em biçin ser gora keça xwe li Goristana Ayciyê jî, me dît ku tevahiya gelê Kurd salvegera şehadeta keça min bi çi awayî bibîr anî.
Xelkê hêja yê Seqizê û hemû bajarên ku îro bi her awayî bîranîn û navê Jîna bilind kirin. Her wiha em spasiya xwe ya ji dil, ji hemû kesên li hundir û derveyî Îranê re diyar dikin ku bi peyamek, bîranînek, desteyek gul an jî saniyeyek sersaxiyê li kêleka me rawestiyan.”

