Binpêkirinên giran ên mafên mirovan ên salên 1990’î, windakirina bi zorê û dosyayên têkildarî kuştinên kiryar nediyar ên li Kurdistanê bi salan di bingeha nîqaşên bêcezahiştinê de ne. Yek ji bûyerên dawî ku nîqaş careke din xist rojevê binçavkirina Albayê Jendermeyan ê Teqawîtbûyî Hasan Atilla Ugur bû ku di çarçoveya jinûve lêpirsîna mirina endamê berê yê MÎT’ê Kaşif Kozinolglu ya sala 2011’an a li Girtîgeh Sivilvriyê jiyana xwe ji dest da, hate binçavkirin.
Navê Ugur ne tenê bi lêpirsîna Kozionglu, her wiha bi Doza JÎTEM’ê ya li Qoserê jî ketibû rojevê ku di salên 1990’î de li navçeya Qoser a Mêrdînê bi windakirina bi zorê û îdîayên li ser kuştina bêdaraz bûbû rojev.
Di Doza JÎTEM’ê ya Qoserê de Ugur li gel Fermandarê Jendermeyan ê Bajêr ê li Amedê yê wê demê Eşref Hatipoglu, Fermandarê Yekîneya Komando ya Jendermeyan Ahmet Boncuk, Serçawiş Unal Alkan û cerdevan jî di nav de yek ji 9 bersûcan bû. Bersûc ji ber îdîayên kuştina bêdaraz û windakirina bi zorê ya salên 1990’î yên li Qoserê hatin darizandin.
Darizandina ku bi salan dewam kir bi beraetê bi encam bû, parêzerên mexdûran û rêxistinên mafên mirovan pêvajoya dozê ji aliyê polîtîkayên bêcezahiştinê ve rexne kirin.
Piştî bi salan jinûve binçavkirina Ugur a ji ber lêpirsîneke din, pirsa “Gelo rûbirûbûneke rasteqîn bi rabirdûyê destpê dike, yan jî hesabpirsîneke ku li nava dewletê rû dide?” jinûve xist rojevê.
Hevseroka Şaxê Mêrdînê ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Bêrîvan Orhan li ser mijarê axivî.
‘MIROV NIKARE DOZA JÎTEMÊ YA QOSERÊ WEKE DOZEKE KUŞTINÊN KIRYARNEDIYAR PÊNASE BIKIN’
Bêrîvan Orhan beriya her tiştî diyar kir ku Doza JÎTEM’ê ya Qoserê weke dozeke “kuştinên kiryar nediyar” nikare bê pênasekirin û got, “Kiryarên kuştinên li Qoserê ji aliyê JÎTEM’ê ve hatine kirin diyar e. Bersûcên di vê dozê de beraet kiribin jî ji bo me mînakeke eşkere ye bê kuştinên li Kurdistanê bi navê dewletê hatine kirin û bi destê dadgeriyê mafdar hatiye nîşandan çawa ye.
Li gel ku kiryar têne zanîn jî berpirsyaran beraet kirin û doz bi bêcezakirinê bi encam bû. Bûyerên bi vî rengî nîşan didin ku kiryarên eşkere bi çi rengî têne parastin.
Lewma eger binçavkirin û lêpirsînên niha têne kirin weke ‘lêgerîneke li edalet û heqîqetê’ bê dîtin, ev yek wê bibe nêzîkatiyeke xweşbîn a dûrî rastiya li qadê. Em rewşa heyî weke nîşaneya hesabpirsîna siyasî-burokratîk a demkî û hin hêzên cuda dibînin ku ji ber guherîna hin hevsengiyên li nava dewletê rû daye.”
‘JI BO LÊGERÎNA LI HEQÎQETÊ PÊWÎSTÎ BI PÊVAJOYEKE DARIZANDINÊ YA SERBIXWE HEYE’
Bêrîvan Orhan destnîşan kir ku ji bo qala lêgerîneke heqîqetê ya rasteqîn bê kirin, pêwîstî bi karekî darizandinê yê serbixwe yê ji bo rûbirûbûnê heye ku xwe bispêre normên mafên mirovan ên gerdûnî û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Halbûkî dîmenê heyî ji îradeyeke edaletê ya bi vî rengî wêdetir, işaretê bi pêvajoyeke hesabpirsînê yan jî tasfiyeyê dike ku ji ber ku guherîna hevsengiyên burokratîk û siyasî yên demokî yan jî blokên cuda yên li nava dewletê diqewime.
Avanî û saziyên ku doh hewl dan van kesan û mekanîzmayan biparêzin, îro ji bguherîna hevsengiya hêzê re ji holê rabûn an jî veguherîn şêweyekî cuda. Lê belê ev rewş pirsgirêkê cezanekirinê ya bi rêkûpêk a li ser binpêkirinên mafên mirovan ên giran ên berê ji holê ranake.
Lewma binçavkirin an jî lêpirsîna li hin kesan nayê wateya ronîkirina binpêkirinên berê. Lêgerîna li edalet û heqîqetê pêwîstiya xwe bi pêvajoyeke darizandinê ya saziyî û serbixwe heye.”

