Endamê Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Îbrahîm Akbay rola ciwanan a di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de nirxand.
Îbrahîm Akbay anî ziman ku ciwan weke hêza pêşeng û damezrîner a civakê di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi berpirsyariyeke dîrokî re rû bi rû ne û got, “Rola ciwanan îro ne tenê meşandina karên heyî yên partiyê an jî rêxistinbûna rûtîn a ciwanan e. Di vê demê de ku avakirina komîn, neteweya demokratîk û civaka demokratîk di rojevê de ye, rola pêşengiya pratîkî ya ciwanan bi pêşengiya îdeolojîk re di zikhev de ye. Ji bo nirxên civakê, têkoşîn û jiyana ku tê xwestin bê afirandin were fêhmkirin, wezîfeya herî mezin dikeve ser milê ciwanan, jin ên ciwan û tevgera jinan.”
‘HEVPARIYA DAMEZRÎNER Û AVAKIRINA BI HÊZA XWE’
Têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk Îbrahîm Akbay anî ziman ku Tevgera Azadiyê ya Kurd bi şênberî nîşan da ku wê nekeve wê rewşê ku bi rengekî pasîf bixwaze, ji helwesta dewletê cudatir wê modela xwe ya civakî ava abike û got, “Mînak daxwaza wê yekê hey eku Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û fermî. Lê belê di heman demê de birêxistinkirina karê perwerdeya Kurdî û perspektîfa afirandina modela perwerdeyê jî dibe ku hebe. Daxwaza statu û demokrasiya xwecihî heye; di heman demê de avakirina komînan, paradîgmaya komîna komînan li tevahiya Kurdistanê heye.
Ji bo pêvajo bi ser bikeve û aştî civakî bibe divê pêşî li siyasîbûnê bê vekirin. Li gel vê yekê tenê bi radestkirina mafên demokratîk ên gelê Kurd û misogerkirina van mafan di destûra bingehîn de Kurd dikarin weke hevparê damezrîner di nava avahiya demokratîk de cih bigirin. Her wiha şert e ku tavilê dawî li qirkirina ekolojîk a li Kurdistanê bê anîn û gelê Kurd li ser çavkaniyên xwwe bibin xwedî maf.
Li aliyê din, qanûna çarçoveyê ya ji meclîsê derbas bû, bêguman bi halê xwe yê heyî kêm e. Qanûn PKK’ê hîn jî weke ‘rêxistina terorê’ pênase dike; Rêber Apo jî did nav de girtiyên ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî li wan hatiye birîn û rêveberên payebilind li derve dihêle. Lê belê weke ku rêveberên tevgerê jî gotin, ev gav li gorî dewamkirina şer, destpêkeke erênî ye. Ji bo çareseriya mayinde divê dewama sererastkirinên qanûnî bê.”
‘ME NEKARÎ BI TÊRKERÎ JI CIVAKÊ RE QALA VEGUHERÎNA DEMOKRATÎK BIKIN’
Di dewama axaftina xwe de Îbrahîm Akbay ragihand ku wan guherîn û veguherîna îdeolojîk nekarîn bi têrkerî ji civakê re vebêjin û bidin fêhmkirin û got, “Bêguman ev kêmasiya me ye. Weke mirovên ku xwedî îdîaya pêşengiya îdeolojîk, eger me karîbûya paradîgmaya guherî ji civakê re bi têrkerî vebigota û bida pejirandin, civak li gorî vê yekê karîbûya bi rêxistin bikira, hingî nerazîbûnên ji ber dezenformasyonên hin derdoran wê rû nedabûya.”
Îbrahîm Akbay di dawiya axaftina xwe de got, “Em hemû di nava lêgerînekê de ne. Her ku fikir û analîzên Rêber Apo yên ku bersivê dide xitimandina reel sosyalîzmê fêhm dike, ji aliyê îdeolojîk ve zelal dibin. ‘Konfederalîzma demokratîk’ û xeta ‘Komînalîzmê’ ya ku daniye holê, ‘lêgerîneke heqîqetê’ ya ji bo şikandina hegemonya modernîteya kapîtalîst e. Wezîfeya bingehîn a pêşengiya ciwanan jî ew e ku vê xetê bigihîne civakê.”

