Li Elmanyayê di hilbijartinên li eyaletên Berlin û Mecklenburg-Vorpommernê de texmînên destpêkê hate eşkerekirin. Li Berlinê Partiya Çep (Die Linke) ku Elif Eralp namzeta serokwezîrtiyê ye ji sedî 25-26 ê dengan bi dest xist û bû partiya yekemîn. CDU bi rêjeya ji sedî 20’an bû duyemîn, partiya Keskan û AfD’ê ji sedî 14-16’an deng bi dest xistin. SPD jî rêjeya ji sedî 12’an bi dest xist.
Tê texmînkirin ku CDU û SPD’ê nikaribe piraniya hikumeta heyî dewam bikin. AfD’ê jî li gorî encama ji sedî 9,1 a sala 2023’an dengê xwe zêde kir. Partiya Çep jî rêjeya dengê xwe ku sala 2023’an ji sedî 12,2 bû, bi du qatî zêde kir.
Namzeta sereke ya Die Linke Elif Eralp işaret bi nefreta rastgiriya tund kir û got, “Li bajarê me azadî û edalet li dijî nefretê bi ser ket.”
LI MECKLENBURG-VORPOMMERNÊ AFD’Ê LI PÊŞ E
Di hilbijartinên eyaleta Mecklenburg-Vorpommernê de jî AfD’ê li pêşiya SPD’ê ye. Li gorî texmînên destpêkê yên ZDF partiya AfD’ê ji sedî 38, SPD’ê ji sedî 36,5, Partiya Çep ji sedî 6, CDU ji sedî 5 û Keskan jî ji sedî 5,5 ê dengan bi dest xistin.
Li gorî texmînên piştre yên ARD’ê jî AfD’ê ji sedî 37, SDP’ê ji sedî 3,5 ê dengan bi dest xistin. CDU li sînorê benda hilbijartinê ya ji sedî 5’an e. Reutersê jî ragihand ku tê payin AfD’ê di hilbijartinê de dengê herî zêde bi dest bixe.
Piştî ku encamên hilbijartinê misoger bûn wê kursiyên herdu eyaletan û alternatîfên hikumetê diyar bibe.

