Sêşem, 22 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 22’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyên du şehîdan hatin wergirtin û ber bi Kanîreşê ve hatin birin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Supayê Pasdaran gef li dikandarên Kurd dixwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Burhan Kaya yê piştî 31 salan hate berdan li ber girtîgehê hate pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Divê daxwaza malbatên erdhejzedeyê bê bihîstin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nasnameya 2 şehîdên li Kilyosê piştî 9 salan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd: Divê Kurdî bi destûrî were mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo fermandara gerîla Dîlan Şirnex taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xêrî Elî: Em ê hesab ji kesên ku destwerdan li gorên komî kirine bipirsin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê fermandar Bêrîtan Çelê bi hurmet bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Şehîd Dîlan Şirnex hate veşartin: Bi evînekî mezin têkoşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gora komî ya li mezargeha Şerfedîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê cezayê darvekirinê ji bo xwendekara zanîngehê Necme Emînî hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê jinek hate qetilkirin, 4 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Şemiyê Guzel Şahîn li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK’ê fermandara gerîla ya şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zekiye Dêrazor: Min li çiyayên Kurdistanê wêrekiya xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Stenbolê ji bo Jîna Emînî çalakî li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Kalkan: Demokratîkbûna li ser bingeha azadiya Kurdan yekane dermanê rizgariya Tirkiyeyê ye
Rojane

Kalkan: Demokratîkbûna li ser bingeha azadiya Kurdan yekane dermanê rizgariya Tirkiyeyê ye

Dûran Kalkan diyar kir ku li gel êrişan jî Tevgera Azadiyê bi biryar e ku pêvajoyê bibe serî, ji bo vê jî divê zemîna hiqûqî û siyasî bê avakirin û got, "Yekane dermanê rizgariya Tirkiyeyê demokratîkbûna li ser bingeha azadiya Kurdan e."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Îlon 2026 Dema xwendinê: 57 dq.
Parvekirin

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan li televîzyona Medya Haber TV di bernameya taybet de rojev nirxand. Hevpeyvîna bi Dûran Kalkan re bi vî rengî ye:

* Belê, qanûna çarçoveyê derketibû. Kelecaneke mezin jî çêkiribû, bendewarî ava kiribûn lê tevî ku çil roj li ser re derbas bûn jî me geşedanek nedît. Hûn vê yekê bi çi ve girê didin? Çima tiştekî wisa çêbû?

Pêşî, ez berxwedana Îmraliyê û Rêber Apo bi hurmetî silav dikim. Bi rastî jî ev qanûn ku bi rekorê meclîsê re derbas bû, di gelek derdoran de hêviyeke mezin û kelecanek çêkir. Ev qanûn, ya ku em jê re dibêjin qanûna bingehîn û yên ku çêkirine jî wekî qanûna çarçoveyê pênase dikin. Di bernameya borî de me diyar kiribû ku vê qanûn herî kêm şer rawestandiye û rê li ber siyasetê vekiriye. Lê belê, wekî ku we jî destnîşan kir, çil roj li ser re derbas bûn. Ango tu gavên berbiçav tune ne. Tenê saziya ku qanûn wekî Lijneya Şopandin û Nirxandinê pênase dike, civînek çêkir. Wan daxuyand ku biryar hat girtin ku bin komîsyon bêne avakirin. Lê belê ev komîsyon ji kîjan kesan pêk tên, çawa ava bûn û çawa dixebitin, di vê pêvajoya borî de ti agahî tune ye. Belê, me got qanûn derfetê dide aliyan ku siyasetê bikin; lê ku ev siyaset bibe bi awayê meşxûlkirin û dirêjkirina demê, helbet nabe siyaseteke rast û biwate. Berevajî vê, diviyabû bi temamkirina kêmasiyan, bi çareserkirina xitimandinan û bi pejirandina wê qanûnê wekî destpêkekê, ew gavên ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk daxwaz dike hatibana avêtin. Lê belê wisa nabe. Li ser qanûnê nirxandin û nîqaşên cuda cuda jî çêdibin. Nivîs hatin nivîsandin, nirxandin hatin kirin û hêj jî tê nîqaşkirin ku çima gavên pêkanînê nayên avêtin. Hinek vê yekê bi siyaseta kesên ku wê gavê bavêjin ve girê didin; bi siyaseta desthilatê ve ku AKP’ê ji vê yekê berpirsiyar e. Kesên ku qanûnê dinirxînin û rexne dikin jî hene. Di pêvajoya derketina qanûnê de me hinek nêrînên xwe parve kirin, heta em dikarin bibêjin ku me hişyarî jî kirin. Me hem li ser navê raya giştî bi eşkereyî parve kir, hem jî dîtinên xwe gihandin Rêber Apo. Rêber Apo jî nêrîn û hişyarî kirin. Hin nîqaş çêbûn. Lê belê gotinên me, tiştên ku me diyar kirine û dîtinên me zêde li ber çavan nehatin girtin û hat gotin ku li gorî hiqûqê nabe. Qanûneke wisa hinekî yekalî hat amadekirin, lê belê niha yên amade kirine jî nikarin bixin rewşa pêkanînê. Çima? Ji ber ku bi rastî jî tiştên ku divê bên guhartin û sererastkirin hene. Faktorên ku rê li ber pêkanîna qanûnê digirin hene. Yek ji wan bo nimûne, Qanûn PKK’ê kategorîze dike. Pêvajoyê Rêber Apo dimeşîne, lê qanûn Rêber Apo negirt nav xwe. Kadro û rêveberên PKK’ê yên ji 800 kesî pêk tên nexist nav xwe ku vê yekê bi xwe jî diyar dikin. Ev 800 kes kî ne, em hêj nasnameyên wan jî nizanin. Di vê rewşê de ev yek derdikeve holê: Heke kadroyên PKK’ê ev bin, yên ku dimînin alîgirên PKK’ê ne, welatparêz in. Heçku dema hat gotin qanûneke ku ji bo PKK’ê hat derxistin e, dibe qanûneke ku PKK’ê naxe nav xwe, lê alîgirên wê dixe nav xwe. Bi vî awayî nabe. Di aliyê din de jî pêkanîna qanûnê û rêziknameya wê bi Rêber Apo re tê nîqaşkirin, bi rêveberên wê re jî tê nîqaşkirin. Kesên ku qanûn wan negre nav xwe, pêkanîna qanûnê nîqaş dikin ka wê çawa pêk bînin. Hat gotin ku ev yek bi awayên cuda cuda tê çareserkirin, lê belê tiştekî wisa nebû çareserî. Di aliyekî din de ev tespît bi ew çend tiştan ve hatiye girêdan ku, yanî hemû yên bi çek, PKK’yî, gava hemûyan çek danîn wê ji aliyê saziyên dewletê ve bê tespîtkirin û paşê ev qanûn wê bê pêkanîn. Hinek derdoran diyar dikirin, me xwend. Wek nimûne heke kesek an jî komek derket û got em beşdar nabin, ma ji bo yên ku dixwazin beşdar bibin qanûn wê neyê pêkanîn? Di vê rewşê de nayê pêkanîn yanî. Ji ber wê yekê niha di baskê desthilatdariyê û dewletê de her kesê ku devê xwe vedike dibêje “çekberdan nebû, çek nayên berdan, bila her kes çekê xwe berde.” Ê hûn dizanin ku çek nehatiye berdan? Yanî hûn ê çawa tespît bikin? Aliyekî vê yê zelal û pêkanînî tune ye. Bi vî awayî ew çend her tişt dikin yek ku pêkanîneke wisa ne gengaz e. Yanî wekî ku qanûn ne ji bo pêkanînê, ji bo pêkneanînê hatibe derxistin e. Di vê rewşê de divê çi bibe? Çima wisa bû? Başe, dibe ku kêmasiyên wê hebin. Hinek lijne û sazî ava kirin. Wan dikaribû di pêvajoya pêkanînê de van tiştan pêşxistibana. Rêber Apo di vê derbarê de jî pêşniyar pêşkêş kirin. Di hevdîtina dawî ya heyeta DEM Partiyê de agahiyên ku gihîştine me bi vî awayî ne. Lê belê di vê derbarê de jî zêde gav nayên avêtin. Mirov fikar dike. Yanî Tirkiye ji bo ku PKK’ê bigire nav xwe, amade xuyayî nake, bi daxwaz xuyayî nake. Tê gotin ku bila PKK’ê tune bibe, bibe dûkel, ji holê rabibe û pirsgirêk çareser bibe. Lê belê PKK’ê hêzek e, îradeyek e. Behsa hebûna 60 milyon Kurdan tê kirin. Îradeya herî bihêz û partiya herî mezin a vê hebûna Kurdan e. Li çar parçeyên Kurdistanê hêzeke rêxistinkirî ye. Rayedarên dewletê jî vê yekê pir caran dibêjin ku bi PKK’ê ve girêdayî ne. Komara Tirkiyeyê ya heyî wê çawa hêzeke ew çend mezin bigire nav xwe? Di hawirdoreke ew çend yekparêz, yekalî û înkarkar de ku navê Kurd nayîne ziman, dema navê wê hildide dibêje ne gel e û heta dema dibêje gel e jî behsa mafên wê nake, dê PKK’ê çawa bigire nava xwe? Ji bo vê yekê divê biguhere, veguhere. Divê Komara Tirkiyeyê bibe demokratîk. Pêdivî bi qanûnên nû û nêzîkatiyên nû heye. Di hişmendî û siyaseta berê de guhartin pêwîst in. Wisa tê fêmkirin ku, belê hinek gotin têne kirin, lê ji bilî wê Rêber Apo wisa gotibû, ‘60 milyon Kurd hene. Ya divê ji van re dewletek bê avakirin an jî wê entegreyê dewletê bibin. Nikarin di navberê de bimînin. Ji bo vê jî em Komara Tirkiyeyê hildibijêrin; em dixwazin di Komara Tirkiyeyê de entegre bibin.’ Nexwe dê dewleta Komara Tirkiyeyê ev Kurd û Kurdayetiyê çawa bipejirîne? Gelê Kurd di nav vê dewletê de dê çawa hebe? Bi nasname û çanda xwe re dê çawa bijî? Ji bo van pêşketin û qanûn nû pêwîst in. Qanûnên ku ji aliyê siyasî ve demokratîkbûna hiqûqî îfade dikin, wekî qanûnên azadiyê û qanûnên entegrasyona demokratîk hatin pênasekirin. Çarçoveya qanûnê di pêvajoya borî de bi pîvanên diyar hat nîqaşkirin, lê belê di wê derbarê de tu tişt û tu gavek tune ye. Di vê rewşê de, Komara Tirkiyeyê bi vê çarçoveya xwe ya qanûnî ya heyî nikare PKK’ê bigire nav xwe. Pir teng e, pir yekalî ye û redkar e. Jixwe heke bikaribûya bigirta nava xwe, PKK’ê dernediket derve û pirsgirêka Kurd nedibû. Ji ber vê avahî, sîstem û siyaseta dewletê ev hemû çêbûn. Niha bêyî ku di wan de tu guhartin çêbibe, li hemberî avahiyeke ku ew çend têkoşîn kiriye û bûye hêzeke li derveyî dewletê, dibêjin em ê tune bikin, bigirin nav xwe an jî em ê bêçek bikin û tesfiye bikin. Hûn ê çawa bikin? Ev tê wateya ku em ê îmha bikin. Wekî ku dibêjin bila PKK’ê bixwe bibe dûkel û tune bibe, Kurd jî tune bibin û em jê rizgar bibin. Bi vî awayî nabe. Belê, divê qanûn bê pêkanîn, neyê derengxistin jî. Nabe ku ewqas bê dirêjkirin. Qanûnên nû û nêzîkatiya nû pêwîst in. Ji bo pêkanîna qanûnê divê yên pêk tînin nêzîkatî û şêwazên nû pêş bixin, hinek nîqaş bikin û biryarên nû bistînin. Lê belê di vê mijarê de bi qasî xuyayî dibe tiştek wisa nîne.
 
* Têkildarî pêvajoyê mijareke din a girîng pozîsyona Rêber Apo ye. Rojên dawî Mehmet Ûçûm li ser vê daxuyanî da. Hin kesên din ên cuda jî daxuyanî dan. Nîqaşên bi vî rengî hene. Gelo rewşa li Îmraliyê çi ye?
 
Me got, divê nirxandin, nêzîkatiyên nû hebin. Di vir de nêzîkatiya sereke ew e ku rewşa Rêber Apo bê zelalkirin. Dema ku PKK’ê biryar da ku xwe fesix bike û dawî li têkoşîna çekdarî bîne, bicihanîna vê yekê bi rêveberiya Rêber Apo ve girê da. Bi afirandina mercên jiyan û karkirinê ya azad a Rêber Apo ve girê da. Meşandin û serxistina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk rewşeke welê ye ku teqez divê bi Rêber Apo re bê kirin. Ji bilî vê eger hinek karibin bikin, bila bikin. Ji ber ku nekarî bikin serî li Rêber Apo hate dayin, alîkarî jê xwest. Rêber Apo jî anî ziman ku ew ji vê re amade ye û li ser dixebite. Hevalê Cuma jî berî çend rojan eşkere kir, tevgera me her tim dibêje, gel dibêje. Tê gotin, ‘Çekê dînin’. Çekdanîn jî jinûve avabûn jî hemû bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye, bi azadiya wî ya fîzîkî ve girêdayî ye. Bi wê yekê ve girêdayî ye ku vê pêvajoyê bi rê ve bibe. Her kes bi vê zane. Nîqaş dike. Ji me bêhtir ew hêzên ku Îmrali ava kirin û bi rê ve dibin bi vê zanin. Ji xwe eger bi vê pozîsyona Rêber Apo nizanîbûna komplo jî nedikirin, sîstema Îmraliyê ya 28 salan jî ava nedikirin, ev sîstem bi israr nedimeşandin. Zanin, lê belê di mejî û siyasetê de guhertinek çênabe. Tevî ku zanin, tenê Rêber Apo dikare bike, ji wî alî ve gavekê neavêjin. Me jî daxuyaniyên Mehmet Ûçûm şopand. Nîqaş jî çêbûn, hinekî din jî gotin. Dibêjin ‘Li Îmraliyê vîlla hatiye çêkirin, avahî hatiye çêkirin’. Propaganda tê kirin. Tu yê rabe tecrîdê bike û bigire, bila kes nebîne û piştre jî rabe propagandayê bike. Ev ne ya fêhmkirinê ye. Deriyan vekin, bila Rêber Apo bi derdorên cuda re hevdîtinê bike. Dema qanûn hate derxistin, li qada Meclîsê Berdevkê AKP’ê çi xweş got. Got, piştî ku qanûn derket deriyên Îmraliyê wê bêne vekirin, çapemenî wê biçe, rewşenbîr, siyasetmedar wê kom bi kom biçin û hevdîtin bêne kirin û kar bê meşandin. 40 roj derbas bûne, weke berê heyeta DEM Partiyê carekê hevdîtin kir, ji bilî wan kes nekarî biçe. Hûn li şûna ku propagandaya vê bikin, li şûna ku gumanan çêbikin ku filan cih çêkirine yan jî çênekirine, deriyan vekin. Bila derî vekirî be, her kes bila bibîne û biryarê bidin bê çi hatiye çêkirin. Ez dikarim gelek tiştan bibêjim, lê ne cihê wê ye, zû ye, li ser mijara çi hatiye çêkirin. Lê belê, bi rastî jî eger bawerî heye ku tiştek hatiye çêkirin, di vê mijarê de ji xwe bawer bin ku tiştekî baş kiribin li ser mercên guncaw ên karkirinê, wê demê bila ev kar destpê bike. Hîn li benda çi ne, hîn wê çiqasî li bendê bisekine. Çima ji bo pêşveçûna kar gav nayê avêtin. Çima raya giştî nabîne, tenê yek du rayedar eşkere dike. Nayê zanîn bê ew jî zanin, dîtine yan jî tenê bihîstine. Her wiha em li ber ketin ku Mehmet Ûçûm ev daxuyanî da. Ne endamê Desteya Şopandin û Kontrolkirinê ye. Di bin serokatiya Alîkarê Serokkomar de desteyek ji hin nûneran ava bûye. Serokê vê desteyê daxuyaniyê nade, ti ji endamên desteyê daxuyaniyê nade, lê yek ji gelek şêwirmendên Serokkomar vê daxuyaniyê dide. Balkêş e, dema ku daxuyaniyê didin ku li Îmraliyê cihek çêkiriye, her wiha daxuyaniyê dide ku Rêber Apo wê bi kîjan navî kar bike. Biryara Desteya Kontrolkirin û Şopandinê eşkere dike. Mehmet Ûçûm çima eşkere dike? Li gel vê yekê her wiha eşkere kir ku Tayyîp Erdogan wê careke din bibe namzetê serokkomariyê. Çi eleqeya xwe hebû, çima ewqas tişt hate komkirin û ji aliyê wî kesî ve hate eşkerekirin? Zehmet e mirov vê fêhm bike. Di vê çarçoveyê de hate ragihandin ku wê komîsyonên jêrîn ên Desteya Şopandin û Kontrolkirinê bê avakirin. Devlet Bahçelî gotibû, bila bibe Koordînatorê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, ji bo Rêber Apo. Ev yek çend caran dubare kir. Tê gotin, ku ev yek li nava çapemeniyê belav bû, lewma me navê wê kir Komîsyona Koordînatoriya Stratejîk a Bêçekbûnê. Lê belê ya ku herî zêde li çapemeniyê belavbû têgeha bêçekbûnê bû. Eger qala deşîfrasyonê tê kirin, herî zêde ew têgeh hate deşîfrekirin, ew gotin diviyabû nehatibûya bikaranîn. Em komîsyon, desteyeke welê weke komîsyon û desteyeke ku Rêber Apo di nav de bixebite nabînin.
 
Rêber Apo Koordînatorê Pêvajoya Aştî û Siyasîbûnê ye. Wê di nava desteyekê de, di nava civateke berfireh de weke endamekî nexebite. Wê karekî koordîne bike. Rêber Apo neke, kî dikare bike? Weke berpirsyarê sereke 28 sal in li Îmraliyê tê ragirtin. Kes nikare vê bibêje; çi heqê wî heye, çima ew dike? Çima ne kesekî din lê Rêber Apo 28 sal in li Îmraliyê tê ragirtin? Hîn jî nediyar e bê çiqasî lê bê ragirtin. Ti mafî nas nakin. Eger wê desteyek hebe û Rêber Apo bimeşîne, ev ê Koordînatoriya Pêvajoya Aştiyê û Siyasîbûnê be. Rêber Apo wê bibe koordînatorê vê. Di vê çarçoveyê de bi rêya Heyeta DEM Partiyê piştî hevdîtina dawî daxuyanî jî da. Got, aştî tê wateya çekdanînê, siyasîbûn tê wateya siyaset û civaka demokratîk. Lewma karê aştî û siyasîbûnê li gel çekdanînê tê wateya pêşîvekirina li siyaseta demokratîk û civaka demokratîk. Tê wateya meşandina karê bi vî rengî. Ya ku li mîsyona Rêber Apo tê jî ev e. Lê rabin van hemûyan bidin aliyekî û meseleyê tenê li ser bêçekbûnê dîne, ev tê wateya xitimandinê. Ji xwe tiştekî welê nîne. PKK’ê kongre lidar xist û biryar da ku têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê sekinandiye û eşkere kir. Sal û nîveke li Tirkiyeyê şer naqewime. Hêzên xwe ji hemû qadên şer vekişand. Zemîn ji provokasyonê re nehişt. Ji bo bibe mînak 30 hevalên me çalakiya şewitandina çekan lidar xistin, helwest nîşan dan. Hate ragihandin ku çiqasî bi biryar in ku biryarên hatiye wergirtin bi cih bînin. Hewldana girêdana çekdanînê û çekdanîna her kesî bi carekê ve nayê fêhmkirin. Ev ê li ku çêbibe, çawa çêbibe, rewşeke nepêkan e. Ya rast pirsgirêkeke ku bi giranî hatiye çareserkirin. Ne bi temamî lê bi giranî çareser bûye. Ji bo pêkanînê jî divê pêşî li wê yekê bê vekirin ku PKK bi rengekî giştî sûdê ji qanûnê werbigire û karibe siyaseta demokratîk bike. Pêngavên hiqûqî û siyasî ji bo vê yekê bêne kirin. Ji bo vê mînak Rêber Apo ye. Dikarin ji Rêber Apo destpê bikin, 28 sal in li Îmraliyê radigirin. Ji xwe wî pêşengî ji vê pêvajoyê re kir. Bila biryarê bidin ku karibe siyasetê bike, rêxistinê ava bike. Eger Rêber Apo karibe karên siyasî bimeşîne, gerîlayên li çiyê wê çeka xwe dînin û hemû biçin gel Rêber Apo, tevlî rêxistina wî bibin û bixebitin. Lê belê gavên bi wî rengî nayên avêtin, tiştekî welê nîne, tenê li pêvajoyê tê belavkirin û propaganda wê tê kirin. Ev nêzîkatî rast nîne. Divê Komara Tirkiyeyê bi qasî ku PKK’ê vehewîne berfireh bibe, demokratîk bibe.
 
* Di vê pêvajoyê de derdorek dijberê pêvajoyê heye. Welê têne pênasekirin. Ev derdora pêvajoya heyî rexne dike, naecibîne lê belê tiştekî jî naxin şûna wê. Hûn dixwazin der barê vê derdorê çi bibêjin?
 
Me ev berê nirxand. Me bi giranî ew derdora bi gotina rantxuran vegot. Dibe ku rewşa wan cuda be. Dibe ku vê ji aliyê çep dikin, ji aliyê rast dikin. Dibe ku weke şexs û rêxistinên cuda jî dikin. Hemû bi rengê dijberiya li pêvajoyê derdikevin holê. Aciz in, tiştekî naecibînin. Baş e em dibêjin tu çi dike? Dibêje, ma ne ez dibêjim ‘ez naecibînim’. Ewqas. Ev sekneke çawa ye? Te got, tu naecibîne, baş e ev yek çi fêdeyê dide civakê û derdorê. Ev ne rewşeke bê fêhmkirin e. Vê pêvajoyê red dikin. Wê demê rewşa berî pêvajoyê dixwazin. Gelo ev derdor şer dixwazin? Ber bi wir ve diçe, wekî din mirov çawa dikare şîrove bike? Eger pêvajo ewqasî şaş tê dîtin, Rêber Apo, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd eger ji ber destpêkirina vê pêvajoyê ewqasî tê sûcdarkirin, wê demê çi tê xwestin? Wê demê dibêjin, hûn şer bikin. Çima şer ji Kurdan tê xwestin? Eger şer rast dibînin, bila fermo. Kesî ji destê wan girt? Na. Ma bi vî rengî dibe? Gotina wan tê ser vê yekê; ‘Em şer nakin, hûn şer bikin, em ji encama şer rantê bi dest bixin’. Qaşo rexneyan dikin, teqez divê muxatab neyê dîtin. Hinek derdoran bersiva erênî dan van; gotin ‘Hûn çiqasî rast bibêjin jî ev sekn û ev gotin nayê wateya rastiyê. Hûn li cihê şaş disekinin. Helwesta we şaş e. Rastiya gotina we qet derbasdar nîne. Bikevin nav, têkoşînê bimeşînin, ya hîn baştir biafirînin piştre rexneyê li yên şaş dikin, li yên nedemokratîk bikin. Li hember têbikoşin’. Weke me got, dibêjin ‘Ne em ê di nav de bin ne jî biecibînin’. Hesabê gundîtiyê dikin, yanî dibêjin, ‘Em ne di nav kar de bin, dema bang kirin em neçin, lê dema nehat vexwendin jî em xwe bixeyidînin’. Rewşeke bi vî rengî ye. Ev rewş xetere ye. Ne heqê van derdoran e ku bibêjin, ‘Bila Kurd şer bikin, em jî rantê bi dest bixin’. Kurd vê fêhm dikin, dibînin. Ji xwe bi qasî ku şer bikin ji xwe şer kirin. 50, 100, 200 sal in şer dikin. Ji bo man û nemanê ji aliyê berxwedanê ve çi diviyabû ew kirin. Hîn hûn çi dixwazin? Eger hûn kêm dibînin, wê demê fermo hûn temam bikin. Ku hûn ê çawa temam bikin. Ji ber ku berê PKK’ê ji bo berxwedana çekdarî timî bang kir, yên ku vê pêvajoya nû ya PKK’ê naecibînin berxwedana çekdarî jî bi heman rengî neecibandin, li ber rabûn. Heman nêzîkatiyê rexne li wê kirin. Bi vî rengî nabe. Ne pêwîst e em vê zêde dirêj bikin. Divê mirov zêde zemînê nedin yên bi vî rengî. Çi tê xwestin? Alîgirê şer in? Wê bi şer çareseriyê peyda bikin? Eger tiştekî nabêjin, rewş bi vî rengî ye. Halbûkî ev şaş in. Şer jî bû, rastî jî derkete holê, pêşketinên girîng çêbûn. Şer bê dawî nabe. Şer divê xwedî dawiyekê jî be. Li ser encamên wê tiştên nû tê afirandin. Niha pêvajoyeke nû ya têkoşînê tê avakirin. Rêber Apo got, em ê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi stratejiya siyaseta demokratîk bimeşînin. Li ser vê bingehê stratejiya nû hate pênasekirin. Têkoşîn tê meşandin. Bi rastî jî eger di rexneyên xwe de hevgirtî bin, eger kêm dibînin û dixwazin karekî hîn xurtir bê kirin bila bên tevlî vê têkoşînê bibin, hevkariyê bikin, têkoşîneke yekbûyî bi bandor bê meşandin. Na eger naecibînin û dibêjin em ê şer bikin, ew zanin. Kes pêşî li wan nagire, dest û lingên wan girê nedane. Lê belê bê gotin, ‘Ez wê jî nakim wê jî nakim’ wê demê kes wan cidî nabîne, muxatab nabîne. Rantxurî dibe lê bi vî rengî jî nabe.
 
* Di vê pêvajoyê de yên di nava têkoşînê de hene. Konferans têne lidarxistin, li Ewropayê nîqaş li ser mafê hêviyê heye. Hûn vê têkoşînê çawa dibînin, hîn bêhtir tevkariyeke çawa dikare lê bê kirin?
 
Beriya her tiştî em vê bibêjin. Rêber Apo jî rêveberiya me jî weke Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bi biryar in ku vê pêvajoyê bimeşînin û bi ser bixînin. Em dilsozê biryarên Kongreya 12’emîn a PKK’ê, daxuyaniyên Rêber Apo û rêveberiya tevgera me ne. Li ser vê bingehê jî em dixebitin, em nasekinin. Me stratejî guhert. Me dawî li stratejiya têkoşîna çekdarî anîn, li ser bingeha stratejiya siyaseta demokratîk dixebitin, têdikoşin. Bi qasî hêza xwe em têdikoşin. Ji bo ev pêvajo bi pêş ve biçe û bi ser bikeve. Ji bo pêvajo di çarçoveya hiqûqî û demokratîk de bi pêş ve biçe çi bikeve ser milê me em hewl didin bikin. Di vê mijarê de jî em bi biryar in. Em hewl didin pêşî vekin. Di nava sal û nîveke derbasbûyî de me her tim pêşî vekir, me hewl da baweriyê bidin. Hinekan gotin, pêwîstî bi baweriyê heye, bila bawerî bê dayin. Ya rast herî zêde pêwîstiya PKK’yiyan bi baweriyê hebû, pêwîstiya gerîla pê hebû. Herî zêde pêwîstiya Kurdan bi baweriyê hebû. Yên ku vê tînin serê Kurdan, sed sal in Kurdan înkar dikin, bi her cûreyî zextê dikin, yên ku bi ti awayî atmosfereke baweriyê nehiştin divê baweriyê bidin. Yên ku pêwîstiya xwe bi baweriyê hene Kurd in, PKK’yî ne. Dest jê berdaye berê xwe daye çiyê, karê herî zehmet hilbijartiye, jiyana xwe daniye holê. Bi hezaran, bi deh hezaran ciwanên Kurd ev kiriye. Qala kîjan baweriyê tê kirin? Kî wê baweriyê bide kê? Qala cihêkariyê tê kirin. PKK dibêje ew cihêkar nîne û pratîka vê jî dike. Gelekî zelal e. Di mijara bicihanîna pêvajoyê de, di mijara terikandina têkoşîna çekdarî û guhertina stratejiyê de hem bi gotin, hem bi biryar hem jî pratîkî dixe meriyetê. Di vê çarçoveyê de em dewam dikin. Li gel ku bicihanîna qanûnê ne ji ber me jî be, ji bo çareserkirina rewşa xitimandî em hewl didin. Dikarim vê li vê derê bibêjim. Ya ku em dikarin bikin em dikin, em ê bikin jî. Lê belê sînorê tiştên em bikin heye. Em her tiştî nikarin bikin, divê her tişt ji me neyê hêvîkirin, neyê xwestin. Hêza me têra pêkanîna her tiştî nake. Divê ev jî bê zanîn. Wekî din, ji bo em karibin hîn bêhtir bikin pêwîstî bi zemîneke siyasî û hiqûqî ya guncaw heye. Bila ew hebe, em ê dîsa jî bikin. Em ê hîn zêdetir bikin, em red nakin.
 
Lewma ji bo pêvajo bi lez û rast bimeşe û encamê bi dest bixe çi pêwîst be em dikin, em ê bikin. Em ê pêvajoyê teqez bi ser bixînin. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk zû yan jî dereng wê bi ser bikeve. Em di vir de bi israr û bi biryar in. Lê belê ev ê bi têkoşîneke çawa bibe, bi pêvajoyeke çawa bibe bêguman bi afirîneriya me ve jî girêdayî ye, lê belê di heman demê de bi helwesta aliyê dijber ve jî girêdayî ye, bi helwesta dewlet û desthilatdariyê. Ya rast hîn bêhtir bi helwesta civakê ve girêdayî ye. Hin derdor weke aliyê sêyemîn pênase dikin. Tiştekî welê nîne, lê em bibêjin ser meselê aliyê sêyemîn. Me jî got, civakîbûna pêvajoyê. Bi esasî bi vê ve girêdayî ye. Di vê çarçoveyê de ji bo pêşketina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derdorên cuda yên civakî divê hîn bêhtir xwedî li pêvajoyê derkevin. Divê hîn bêhtir tevlî bibin, têkoşîneke hîn bi bandor bimeşînin. Di vê çarçoveyê de nîqaş têne kirin, konferans û kongre têne lidarxistin. Em van girîng dibînin, berê jî me gotibû ku em girîng dibînin. Di vê pêvajoyê de li Îzmîrê çêbû, li Stenbolê kampanya îmzeyan a 1001 hate lidarxistin. Em van bi wate dibînin. Em naveroka nîqaşên li van civînan erênî dibînin. Lê belê divê hîn bê berfirehkirin, derdorên hîn cudatir bigire nava xwe. Ji karekî heman derdorên teng encameke tam nayê bidestxistin. Li aliyê din çalakiyên girseyî li Bakur hatin lidarxistin. Mînak demeke gelê Kurd şehîdên xwe bi bîr tîne. Ev hemû xwedîderketina li pêvajoyê ye. Xwedîderketina li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e, hewldana ji bo civakîbûna wê ye. Di navenda hemûyan de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hebû. Ku ev wê pêşî li pêvajoyê veke, hewldana yekane ya rast e ku pêvajoyê bi ser bixîne. Li aliyê din divê bi rêbazên nû ev têkoşîna girseyî bê dewamkirin. Çawa? Li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê em têkoşînê, çalakiyên demokratîk bi pêş ve bibin. Jin, ciwan, karker, kedkar, hemû beşên civakî, derdorên demokratîk û sosyalîst divê vê ji xwe re bikin pirsgirêkek û xwedî lê derkevin. Divê weke têkoşîna xwe bibînin. Ev gelekî girîng e. Divê mirov di vê mijarê de teqez nekevin nava lawaziyê. Divê mirov nebe ‘bisekine, bibîne’. Pêwîste neyê gotin, em binerin bê alî, dewlet û rêxistin çi bazariyan dikin. Ji xwe bazarî jî nîne. Her tişt li ser bingeha ferasetê û bi têkoşînê dewam dike. Wê demê divê her kes xwedî feraseta demokratîk be, ji bo pêşvebirina têkoşîna demokratîk, mejî, siyaset û têkoşîna ku Tirkiyeyê demokratîk bike, pirsgirêka Kurd çareser bike biafirîne. Ji bo vê jî bikeve nava hewldanên mezin, têbikoşe. Divê têkoşîn hemû bi vê re bibe yek. Mînak, têkoşînê tê kirin heye. Mînak têkoşînên ekolojîk. Li Tirkiyeyê, li Bakurê Kurdistanê bi pêş ket. Li dijî qirkirina xwezayê li Derya Reş destpê kir, me bi rastî jî gelekî bi wate dît. Mirovên Derya Reş, jinên wê xwedî li xwezayê derket. Li qadên girîng ên berhemdar ên Tirkiyeyê belav bû. Niha li gelek herêmên Kurdistanê belav bû. Li derdora Gimgim, Amed-Pasûrê berxwedana girîng çêbû û ev hîn jî dewam dike. Divê em vê xurt bikin. Divê em van hemûyan bi pêvajoyê re bikin yek. Divê em weke parçeyekî pêvajoyê bibînin û bimeşînin. Divê em bikin parçeyek ji girseyîbûn, civakîbûna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Wekî din li hemberî êrişên şerê taybet divê têkoşîneke gelekî bi bandor bê meşandin. Têkoşîn qut qutî tê kirin, carna dibe carna nabe. Divê neyê rawestandin, timî bê kirin. Xizanî heye, mirov nikare li çapemeniyê binere. Li bajarên Kurdan jî li bajarên metropol ên Tirkiyeyê jî mirov bêzar bûne. Feryadê dikin. Dema ku kamera, mîkrofon diçin bazarê mirov matmayî dimîne. Ewqas xizanî sedema têkoşînê ye. Pêvajo bi van ve girêdayî ye. Ev hemû parçeyek ji vê pêvajoyê ye. Girîng e mirov van hemû qadan veguherînin qadên têkoşînê. Li dijî her cûre bêedaletî, neheqî, xizanî û çetetiyê divê têkoşîneke hîn bi bandor bê meşandin. Li hemberî hebûn û bandora sîstema şerê taybet divê têkoşîn bê meşandin. Li qada derve jî ev têkoşîn heye. Me ew jî girîng dît, lê belê demeke hinekî lawaz bûye. Divê hîn bêhtir zêde bibe. Di çarçoveya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de têkoşînek tê meşandin. Têkoşîna ‘mafê hêviyê’. Hiqûqnas li ser disekinin, xwepêşandan çêbûn, divê zêde bin. Divê em her qadê veguherînin qada têkoşînê ya têkildarî pêvajoyê. Piştgiriya ji bo Rêber Apo hate eşkerekirin, girîng bû, divê zêdetir bibin. Ev bandoreke erênî li pêvajoyê dike. Tê bîra min ku min carekê gotibû, divê mirov nebêje ‘ev têkoşîneke biçûk e, wê çi bandorê bike?’ Hemû kom dibe, dibe yek dibe hêzeke mezin. Bi dilopê dilopê dibe çem, rûbar wê veguhere lehiyê. Ji ber wê her kes li cihê lê ye, ji bo serketina pêvajoyê, li dijî neheqî, zext û mêtingeriyê divê têkoşînê bimeşîne. Eger bi vî rengî bibe wê civakî bibe. Hem berevajîkirina pêvajoyê wê ji holê rabe hem jî civak wê xwedî li pêvajoyê derkeve, rêbazên rast ên çareseriyê biafirîne, pêvajo wê bi ser bikeve. Em ji vê bawer dikin.

* Wekî din ez ê ji we bixwazim ku bûyerên li Rojava binirxînin. Ji ber ku gel li qadan e, dixwaze Kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Di vê navberê de şervanekî Kurd hate revandin û qetilkirin. Gel ji ber wê daket qadan. Piştre bûyerên Kobanê rû dan. Ji xwe Rêber Apo herî dawî têkildarî mijarê daxuyaniyek da.
 
Bi rastî jî bûyerên li Sûriyeyê diqewimin ecêb e, yên li Rojava diqewimin. Şervanek çawa dikare bê revandin û qetilkirin? Ji hêza ku ew şervan di nav de bû tiştek derneket. Qaşo ew yekîne entegre bûbû. Tê gotin ku derdoreke paşverû ya eşîrê kiriye. Çawa dikare bike? Li wê derê rêveberî, derdora desthilatdariyê nîne? Qet li ber wan ranebû? Hate birin û qetilkirin. Nerazîbûna gelê Kobanê, nerazîbûna gelê Rojava ya li dijî vê komkujiyê nerazîbûna demokratîk bû. Nerazîbûna rast û xwezayî bû. Kes nikare bibêje, çima nerazîbûneke welê hate nîşandan. Çima ew komkujî hate kirin? Divê ew bê lêkolîn. Ya duyemîn, hîn bêhtir zêdegavî hate kirin, ji Helebê be bi Kobanê ve leşker hate şandin. Weke ku dagir bike. Gelo qetilkirina Sîpan Hiznî plan û lîstikek bû ku ji bo hêza leşkerî li Kobanê bê gerandin hate kirin? Bi rastî jî rewşeke gelekî xetere ya provokatîf rû da. Provokasyon, hewl hate dayin bê çavtirsandin. Dibêjin, li girtîgehê girtiyan xwe şewitandin, ku ji xwe daxuyaniyeke têrker jî nehate dayin. Dibe ku welê jî be. Lê em nikarin rewşê bi wan vebêjin. Pirsgirêk ne welê ye. Ev hemû ji ber qetilkirina şervanekî û şandina leşkeran ji Helebê ber bi Kobanê ve rû da. Bû zemîn. Divê mirov wê bibîne. Bi rastî jî ev provokasyon bû, Rêber Apo jî hişyar kir. Her kesî jî got, piştre ewqas mirov li girtîgehê şewitî, hatin qetilkirin. Ez Sîpan Hiznî jî, şehîdên Kobanê jî bi hurmet û minet bi bîr tînim. Vê provokasyonê şermezar dikim. Bi van provokasyonan welat nikare bê birêvebirin, hêz nikare bê bidestxistin. Bi taybetî Kurd bi provokasyonê nikarin bêne çavtirsandin. Bila kes nebêje ku karibe Kurdên Rojava bitirsîne. Bila kes nebêje ku Kurdên Rojava bê xwedî nîne. Yên ku ev kirin divê nebêjin em ê ya xwe bikin û wê ji me re bimîne. Cîhaneke welê nîne, Sûriyeyeke welê jî nîne. Çima ev hemû bû? Kobanê dikare bi xwe pirsgirêka xwe çareser bike, çareser dike. Meşandina leşkeran çi ye? Xuya ye ku îradeya xwecihî ya li wê derê nayê qebûlkirin. Wê demê îradeya Kurd nayê qebûlkirin. Nêzîkatiyeke demokratîk nîne. Di nêzîkatiya rêveberiya Şamê de demokrasî nîne, redkirina îradeya xwecihî, redkirina îradeya Kurdan heye. Ev rewşeke gelekî girîng e. Yanî rabe vê bike û piştre her tiştî red bike, piştre entegrasyona demokratîk daxîne asta wezîfedayina ji bo çend kesan ne rewşeke bê fêhmkirin û bê qebûlkirin e. Xuya ye redkirina îradeya demokratîk dixwazin bi wan kiryaran binixumînin. Ji ber ku rêveberî û îradeya xwecihî qebûl nake, bi wezîfeya ji çend kesan re hatiye dayin dixwazin vê provokasyonê binixumînin. Ti aliyekî qebûlkirinê yê vê nîne. Em ev yek herî zêde û şênber li ku dît? Di qedexekirina perwerdeya Kurdî de dît. Perwerdeya bi zimanê dayikê red dikin. 12, 13 sal in sîstemeke perwerdeyê ava bûye. Ji dibistana seretayî heta bi zanîngehê dibistan hatin avakirin, bi hezaran mamoste hatin perwerdekirin. Nifşek bi perwerdeya bi zimanê dayikê yê Kurdî xwe kir rewşenbîr, xwende û zane. Niha tên dibêjin, hûn ê bi Kurdî bisekinînin, ev dibistan wê bi Erebî be. Çima? Dibêje, ez dixwazim, ez Ereb im, tu Kurd e, ez zimanê te qebûl nakim. Baş e, eger Kurd jî biçe gundekî Ereb û bibêje em li vî gundê perwerdeya bi Erebî disekinînin, hûn ê perwerdeyê bi Kurdî bikin, wê ev bibe, wê bê qebûlkirin? Çi eleqeya vê bi demokrasî, maf û hiqûqê re heye? Bi rengê herî şênber di vir de tê dîtin ku îrade û rêveberiya xwecihî nayê qebûlkirin. Yanî mekanîzmayeke heyî tine dike, ji bo ya ku dixwaze ava bike. Qirkirin ev e, asîmîlasyon ev e. Li ser gelê Kurd tê ferzkirin ku bi zimanê xwe yê dayikê nikare bixwîn, perwerdeyê bibîne. Mafê kesî nîne ku vê bike. Ev yek sûcê herî mezin ê li dijî mirovahiyê ye, ji ber ku qirkirin e. Rewşa şênber ev e. Lewma em van nêzîkatiyên rêveberiya Şamê şermezar dikin. Israra zarok û ciwanên Kurdên Rojava ya ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê daxwaza herî rewa ye, daxwaza herî demokratîk e. Divê heta dawiyê dewam bike. Divê civak jî vê bike esas. Divê zarokekî bi tenê yê Kurd neçe dibistana ne bi Kurdî. Eger biçe wê her tiştî winda bike. Wê asîmîle bibe, bê qirkirin. Wekî mafê kesî nîne ku vê bike. Di rewşa heyî de nikare vê biguherîne. Tişta heyî dewam dike, tu çima dest lê werdide. Bihêle, bila ew jî welê perwerdeyê bibînin. Erebî jî hîn dibin, bila bi zimanê xwe yê dayikê jî perwerdeyê bibînin. Tu dikare bibêje eger bi Erebî nizanibe ez wezîfeyê nadim, wê bi Erebî hîn bibin. Li cihê dixwaze dikare wezîfeyê jî bide. Sîstema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava 15 salên derbasbûyî de ev afirand. Ji xwe tişta herî xweş û demokratîk a ku afirand ev bû. Ya herî bi bandor ev bû. Her kesî ev girîng dît. Hate gotin ku sîstema neteweya demokratîk ava dibe. Ne tenê perwerdeya bi Kurdî, hemû gelan bi zimanê xwe perwerde dîtin, bi çanda xwe jiyan. Li ser vê bingehê xwe bi rêxistin kirin. Pîvanên demokrasiye ev e, divê bi vî rengî be. Lewma divê daxwaza ji bo zimanê dayikê herî rewa bê dîtin, ji bo vê jî hemû berxwedan berxwedanên herî demokratîk in, ez hemûyan silav dikim û serketinê dixwazim.
 
* Eger em bên ser Rojhilat. Beriya çar salan şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pêk hat. Têkildarî vê boykota gel çêbû, daxuyanî hatin dayin. Îran di nava şer de ye. Dema ku vê pêvajoyê nû destpê kir, we gotibûn ku divê Îran demokratîk bibe, naxwe wê pêvajo hîn nebaş bibe. Weke ku em niha di wê pêvajoyê de ne. Eger Îran rewşa xwe ya heyî dewam bike wê çi bibe? Eger demokratîk bibe wê çi li benda Îranê be?
 
Ji bo wê qadê, di salvegera çaremîn a şehadeta wan de keça Kurd Jîna Emînî û hemû şehîdên serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi hurmet û minet bi bîr tînim. Ew şehîdên herî mezin ê dîrokê ne. Yek ji têkoşînên herî bi wate meşandin. Bala xwe bidin ser şerê niha yê kor ê Îranê, şerê ku her tiştî tine dikin. Ya wan ne tinekiribû, ya wan ji bo tinekirina nebaşiyan bû, afirandina jiyaneke demokratîk û mirovî bû. Xwe ji bo vê feda kirin. Bûn şehîdê berxwedan û têkoşîneke bi vî rengî. Xeta azadiya jinê ji xwe re kirin esas, li ser bingeha azadiya jinê bûn şehîdên têkoşîna azadiya civakî û pêşvebirina demokrasiyê ku bûn şehîdên têkoşîna herî mafdar û azadîparêz. Her tim wê bi vî rengî bêne bîranîn. Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jî bi rastî jî şoreşeke mezin a azadiyê bû. Serhildaneke mezin a demokrasiyê bû. Bi gotina, ‘nebû desthilatdar, deverek bi dest nexist’ divê bêbandor neyê dîtin. Li ruhê mirovan neqişî, dewletê çiqas mirov qetil kir. Eger bandor nekiribûya ew qetil nedikir. Ji êrişên ku dikin diyar dibe bê çiqasî kete bin bandora wê û tirsiya. Ev jî nîşan dide ku berxwedanê ji aliyê fikrî û derûnî bandoreke çawa erênî li civakê kiriye. Şoreşeke gelekî mezin bû. Guherîneke girîng pêk anî. Li ser şexs, civak, jin û ciwanan bandor kir. Hêza têkoşînê, pêşengiya jinê derxist holê û ispat kir. Li cihekî weke Îranê nîşan da bê azadiya jinê çi ye. Di salvegera çaremîn de çalakî çêbûn, girîng bûn, wan jî silav dikim. Rêxistinên Kurdan bang kirin, nerazîbûneke civakî çêbû, girîng bû bi wate bû. Lê belê divê hîn bêhtir bê mezinkirin. Divê ew nerazîbûn bê pêşvebirin. Ez dîsa dibêjim, çareseriya Îranê wê çareseriya azadîparêz û demokratîk a civakê be. Yên ku ji derve ve êrişî Îranê dikin çiqasî bibêjin em ê hikum bikin, bi ser bikevin, wê nikaribin bi ser bikevin, ji xwe bi ser jî neketin. Xitimîn, her roj wê bêhtir bixitimin. Wekî din, rejîma heyî çiqasî dixwaze bila bibêje ‘min qezenç kiriye’, vê zext û komkujiyê dewam bike, berevajî vê yekê wê bivir li lingê xwe bi xwe bixe. Wê bi xwe zerara wê bibîne. Ji ber vê helwesta rejîma Îranê ya heyî bi rastî jî nayê fêhmkirin. Ewqas zext, êşkence û darvekirin nayê qebûlkirin. Kampanya têne lidarxistin, gelekî girîng e divê hîn bêhtir bibe. Hem tu yê bibêje rastî êrişê têm û piştgiriyê ji civakê bixwaze hem jî ewqasî zextê li civakê bike, darvekirinê bike. Ev dibe? Em bala xwe bidinê, ev civak nebû amûrek ji hewldanên derve re. Qet nebû alîgirê êrişên derve. Helwest nîşan da. Ev dewlet hîn çi dixwaze? Yanî rabe zextê li civakê bike ku bi hin hêzên derve re têkiliyê dîne û piştre jî bibêje wey xayin û lê bide, bi kêrî kesî nayê. Di nava xwe de rewşeke welê derxistine holê, hevdu ajîte dikin, qaşo îdîa dikin ku mafdar in, ti eleqeya vê bi maf û hiqûqê re nîne. Tu mirovan dixe vê rewşê. Niha rewş hinekî di vê çarçoveyê de ye. Dema mirov bala xwe bidin ser mijara Îranê hinekî belav bû, xitimî. Niha Derya Sor li Hurmuzê zêde bû. Kendav, Derya Sor. DYE carna êriş dike, carna disekine. Rewşeke xitimî û nayê çareserkirin heye. Bi vê nêzîkatiyê nikarin çareseriyê peyda bikin. Ne rejîma Îranê dikare statuya di sedsala 20’î de ava bû dewam bike, ne jî DYE-Îsraîl bi tena serê xwe li gorî daxwaza xwe li Rojhilata Navîn li gorî tenê daxwazên xwe hegemonyayeke nû ava bike. Bi rastî jî ya ku tê xwestin ew e ku civak berxwedana xwe ya demokratîk bi pêş ve bibe û encamê ji vê derê bi dest bixe. Ev nebe jî ev tê dîtin; Dawiya dawî wê lihevkirinek çêbibe ku demokrasî li pêş be. Eger wê çareseriyek pêk were, alî wê neçar bimînin li hev bikin. Berxwedana gel a li ser xeta berxwedana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ wê diyarker be. Ew ê hîn bandor be, yên din jî neçar bimînin ku tevlî vê bibin. Mirov dikare vê bi hêsanî bînin ziman. Niha şer li ser Îranê belav bû, belav dibe. Dibêjin wê şer li ser Îranê hîn bêhtir belav bibe û veguhere şerê navbera dewletan. Divê ev nebe, bêne astengkirin. Lê belê xeterî dewam dike. Nepêkan e ku Îran statukoya berê dewam bike, ew ji holê radibe. Lê belê nekarî ber bi çareseriyekê ve biçin. Bi kûrahiyê vê yekê dewam kir. Wê hîn çiqasî dewam bike, em ê di demeke nêz de bibînin bê çareseriyeke çawa wê rû bide. Gelek îhtimal hene. Mijara herêmî wê bêhtir belav bibe. Tirkiye di navenda vê de ye. Divê ev yek bê gotin; ti ji daxwazên Tirkiyeyê li Îranê nebû. Nabe jî. Pirsgirêka mayindebûnê ya Tirkiyeyê ku gelek rayedarên dewletê anîn ziman, bi kûr û mezinbûnê dewam dike. Îran bêçareserî ma, şer belav dibe. Ber bi rojhilatê Derya Spî ve diçe di ser Lubnanê re. Ji Qibrisê ber bi Yewnanistanê xeleka ji agir kûr dibe. Bandora li ser Tirkiyeyê hîn zêde dibe. Ji xwe em ji vê re matmayî dibin. Çima vê nanirxînin derdorên siyasî yên Tirkiyeyê, çima helwesteke bi bandor nîşan nadin? Ya ku em fêhm nakin ev e. Ji ber ku bi rastî jî gef û xetere mezin e. Dawiya dawî eger Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi ser nekeve, Tirkiyeyê ber bi rizgariyê ve nebe wê çi bê serê Tirkiyeyê? Wê bi temamî teslîmî vê hegemonyayê bibe. Wê zerar û windahiya herî giran bide Tirkiyeyê û rewşeke Tirkiyeyê derkeve holê ku hêza xwe winda kiriye û nebûye hêzeke herêmî. Ev bi qasî ku bi çavan bê dîtin eşkere ye. Lewma em pêwîstî pê nabînin ku van bi hîn befirehî binirxînin. Gelek hate nirxandin, gelekî tê nîqaşkirin. Gef û xetere bi berfirehbûyî dewam dike. Lê belê bi taybetî yên Tirkiyeyê bi rê ve dibin, yên muxalîf; partî ji CHP’ê heta partiyên din, derdora çep dikare van rastiyan hîn bêhtir nîşan bidin, civakê zane bikin. Demokratîkbûn ne çareseriyeke ji rêzê ye. Ji bo Tirkiyeyê dermanê her tiştî ye. Yekane derman e, dermanê rizgariyê ye. Demokratîkbûna Tirkiyeyê ya li ser bingeha azadiya gelê Kurd. Naxwe bi nêzîkatiyên heyî, bi feraseta neteweperestiyê ya berê ya înkar, redkirin û tekperestiyê êdî Komara Tirkiyeyê nikare bi pêş ve biçe. Pêşveçûn li aliyekî nikare ya berê jî biparêze. Wê bikeve nava rewşeke hîn zehmettir. Ev rewşeke eşkere ye. Lewma Îran jî Tirkiye jî di pozîsyoneke dişibin hev de ne. Em hêvî dikin wê zîhniyet û siyaseta demokratîk bi bandor bibe.
 
* Yek ji nirxên herî girîng ên ku têkoşîna azadiyê afirand şehîd e, rastiya şehîdan e. Ev meh bi temamî bi bîranîna şehîdan derbas bû, ku hîn jî dewam dike. Şehîdên girîng ên vê mehê hene, ji hevalê Riza heta bi Mûsa Anteran. Hûn dixwazin em bi nirxandina şehîdan bernameya xwe bi dawî bikin?

Girîng e û bi wate ye. Bi rastî jî hefteyên derbasbûyî çalakiyên gelekî girîng, bi wate û hêja hatin lidarxistin. Şehîd hatin bîranîn, hema bibêje li her derê gel dilsoziya xwe ya li ser xeta şehîdan nîşan da. Di heman demê de dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re jî nîşan da. Yanî dît ku armanca şehîdan di serketina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ye û nîşan dan. Hem fêhm kirin hem jî belav kirin ku pêvajoya heyî hewldanek ji bo serxistina armancên şehîdan e. Lewma gelekî bi wate û hêja bû. Çi dikare ji bo vê bê gotin? Yek; em hemû şehîdên xwe yên di vê pêvajoyê de hatin ragihandin û di şexsê wan de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi hezkirin, hurmet û minet bi bîr tînim. Bi dehan e, hema hema li her devera Kurdistanê ev şehîdên me hebûn. Ya din jî; belê van bîranînan hişmendî û têgihiştineke girîng derxist holê. Îrade ava kir. Civaka Kurd zindî kir, jin, ciwan. Ji şehîdan rastiyan, heqîqetê hîn dibe, rastiya jiyana azad û demokratîk hîn dibe. Ji bo vê wêrekî û fedakariyê bi dest dixe. Ev yek gelekî girîng e. Vejînek, zindîbûnek çêbû. Ev gelekî girîng bû. Ji bo civakîbûna pêvajoyê, pêşvebirina têkoşîna demokratîk, belavkirina têkoşîna siyasî demokratîk li her qadê li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, meşandina vê yekê bi avakirina civaka demokratîk zemîneke gelekî guncaw derkete holê. Em bawer dikin ku her kes, her derdor wê vê binirxîne, vê zemînê binirxîne. Vê zemînê hem bike avakirina civaka demokratîk, hem pêşvebirina çalakiyên gel ên ji bo civaka demokratîk a li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Ji vî alî ve dikarim vê bibêjim. Wekî din, belê şehîdên mezin ên meha Îlonê hene. Salvegera 34’emîn a şehadeta zanyarê Kurd Apê Mûsa ye. Bi rastî jî Rêber Apo got, bi tena serê xwe weke partiyekê xebitî. Di nava rewşeke ewçend tarî de hêviya xwe qet winda nekir, coş û kelecana xwe qet winda nekir. Niha jî mirov dema wan dîmenên kurt dibîne dikeve nava kelacanê. Ev bi hişmendî û baweriyê çêbû. Çalakî hatin lidarxistin, bîranîn pêk hat, hemû bi wate bûn. Careke din bi wesîleya vê salvegerê zanyarê Kurd Apê Mûsa bi minet, hurmet û hezkirinê bi bîr tînim. Bîranîna wî her tim wê di jiyana azad a Kurd de cihê xwe hebe, pêşengiyê bike. Di hefteya dawî meha Îlonê de di sala 2011’an de me li Xakurkê şehîdên mezin dan. Dibe salvegera 15’emîn ku hevalê Rustem, hevalê Elîşêr, hevala Çîçek, hevala Rozerîn; ew 11 heval di encama êrişeke hovane ya hewayî de şehîd bûn. Ji bilî yek du ciwanan min hemû nas dikir, em bi hev re xebitîn. Gelekî hêja bûn, pêşengî kirin, kedeke mezin dan, li çar parçeyên Kurdistanê tevkarî li têkoşînê kirin. Jin, mêr bûn fermandar û pêşengên bingehîn ên têkoşînê. Şehîdên me yên Xakurkê jî bi hurmet, minet û hezkirinê bi bîr tînim. Koordînasyona PAJK’ê ragihand ku hevala Dîlan ji ber nexweşiyê şehîd bû. Bi rastî jî rewşeke bi vî rengî heye, birîndarî heye, bandora mercên giran heye. Em van rewşan dibînin. Hevala Dîlan jî yek ji wan hevalan bû ku zêdeyî 30 salan tevkarî li vê têkoşînê kir. Îro hate ragihandin. Bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînim. Di têkoşîna xwe de em ê her tim xwedî li bîranîna wê derkevin, wê her tim bibe çavkaniya me ya îlhamê. Bi rastî jî welê ye. Salvegera 7’emîn a şehadeta hevalê Riza ye. Di 25’ê Îlonê de di encama êrişeke hovane de şehîd bû. Nirxandin li ser hevalê Riza hate kirin, di Kongreya 12’emîn de şehadeta wî û ya hevalê Fûat hate eşkerekirin. Kongre diyarî van şehadetan hate kirin. Bîranîn çêdibin, divê bêhtir çêbibin. Divê em rastiya hevalê Riza hîn bêhtir fêhm bikin. Hîn li holê komeke biçûk a xwendekaran hebû, bi zanebûn û daxwaz tevlî têkoşînê bû. Gelekî bi bandor tevlî bû. Xwe nevegirt, tevlîbûneke lawaz nekir. Her tim di asta pêşengiyê de bi daxwaz tevlî bû. Bi dînamîk û bandor tevlî bû. Her cûre têkoşîn meşand; ji têkoşîna çekdarî heta perwerdeyê. Ji aliyekî ve perwerdekar û fîlozofek bû. Fermandarî kir. Bi her cûre çalakiyên bi bandor ên leşkerî kir, refleks nîşan da. Derdora xwe perwerde kir, rêveberî kir. Nêzîkatiyên xwe yên siyasî gelekî xurt bû. Kesayetekî hevgirtî bû. Di nava civakê de xebitî li welêt, li Ewropayê. Li zindanê li ber xwe da, li hemberî wê tarîtiya 12’ê Îlonê. Yek ji pêşengên berxwedana zindanê ya 1982’an bû. Hevalê Riza di nava berxwedana 14’ê Tîrmehê de li ber xwe da, di nav wan berxwedêran de çalak bû. Gelek tişt hene ku dikare mirov hîn bibe, divê mirov hîn bibe. Salveger divê bibe fêhmkirin. Mamosteyên me yên herî mezin şehîdên me ne. Me perwerde dikin, bi rêxistin dikin, bi rê ve dibin, pêşengiyê dikin. Pêşengên meşa azadiyê ne, fermandarê wê ne. Her tim bi vî rengî bûn. Li ser vê bingehê hevalê Riza di salvegera 7’emîn a şehadeta wî de bi hesret, hezkirin û hurmet bi bîr tînim, soza serxistina armancên wan dubare dikim.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 22’Ê ÎLONA 2026’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

YPJ’ê berxwedana jinê ya li Hindistanê silav kir

YPJ'ê berxwedana jinên Hindistanî silav kir û got, "Felsefeya Jin, Jiyan, Azadî rêya rizgariya ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Saleh Êzdîn: PADÊ rûyê siyasî yê Şengalê bû

Endamê KNK'ê û Mektep Siyasî ya PADÊ Saleh Êzdîn destnîşan kir ku PADÊ rûyê siyasî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Amedê qetilkirina jinan hat şermezarkirin

Jinên ku di çarçoveya ‘Komxebata Polîtîkayên Jinan yên di Rêveberiyên Xwecihî de’ hatin cem hev,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

ROJEVA 22’Ê ÎLONA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd: Divê Kurdî bi destûrî were mîsogerkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Gelê Rojavayê bi daxwaza perwerdeya bi zimanê zikmakî çalakî li dar xistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Cenazeyên du şehîdan hatin wergirtin û ber bi Kanîreşê ve hatin birin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?