Dayik/Mirovên Şemiyê ji bo ku aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de bi darê zorê hatine windakirin û qetilkirin bipirsin, li Qada Galatasarayê ya li Beyoglûyê ya Stenbolê hatin cem hev û çalakiya xwe ya 1122’yemîn li dar xistin.
Di çalakiyê de aqûbeta Îbrahîm Çelîk û kurê wî Edîp Çelîk ku di 10’ê Tîrmeha 1994’an de li Êlihê ji aliyê Hizbikontrayê ve ji mal hatibûn girtin û hatibûn windakirin hat pirsîn.
Gelek parêzvanên mafên mirovan û xizmên windayan tevlî çalakiyê bûn. Beşdarên çalakiyê wêneyên kesên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin li gel qerenfîlan hildan.

