Pêncşem, 12 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Yilmaz: Bicihneanîna biryarên DMME’yê sûcê li dijî destûra bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îdem ê ku 30 salan girtî ma hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana girtiyê 30 salan Zubeyîr Îdem cara sêyem hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran ji bo girtiyên nexweş bang hate kirin: ‘Mafê jiyanê ewle bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurtulmuş di çarçoveya pêvajoyê de serdana DEM Partiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara qurbaniyên teqîna li HABAŞ’ê bû 19

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Em ji bîr nekin ku em şervanên azadiyê ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên azadiyê li Rojhilatê Kurdistanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qendîlê li ser şopa şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şiyar Şevger: Em ê teqez xwedî li têkoşîna şehîdan derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bombardûmana li ser Rojhilatê Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî bi salan di bîranînê de gihîştin hev

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Tundiya mêr ne tenê li dijî bedena jinê ye, her wiha ruh û jiyana civakî jî dike hedef

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E û KON-MED: Di cînayeta Vesîle Akin de divê berpirsiyarên îhmalên muhtemel hesabê bidin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tevlîbûna yekser a jinan a li pêvajoya aştiyê mercê demokratîkbûnê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mukkades Erdogdu Çelik: ‘Divê têkoşîn li dijî çavkaniyên tundiyê bê meşandin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Dogû: Nêzîkatiya AKP’ê ya hiştina pêvajoyê ji demê re rîskên cidî bi xwe re tîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Em bi berxwedana xwe ya bi heybet 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’
Çand û Hûner

‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

Suleyman Çarnewa got, "Em weke Koma Amed dixwazin ku di vê pêvajoya aştiyê de bikevin binê bar. Dixwazin bi rola xwe rabin" û destnîşan kir ku di aştiyê de rola hunerê bi qasî polîtîkayê girîng û pêwîst e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Îlon 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Suleyman Çarnerwa yê ji Koma Amed, ku yek ji îmzekarên kampanya “1001 îmze ji bo demokrata demokratîk û aştiyê” ye li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji me re axivî. Suleyman Çarnewa di pêvajoya aştiyê de işaret bi girîngiya hunerê û hunermendan kir.

Koma Amed ku di salên 1990’î de gelekî deng veda, beriya konsera 30’ê Îlonê ya li Dika Harbiyeyê provayên xwe li Navenda Çandê ya Mezopotamyayê dewam dike.

Kom par piştî 30 salan li Amedê bi coş hate pêşwazîkirin. Hema coş ji ber ku ji aliyê Walîtiya Stenbolê ve hate qedexekirin nîvco ma. Komê diyar kir ku konsera xwe ya li Enqereyê ji ber êrişên li ser Rojava betal kir. Hesreta xwe ya 30 salan a Stenbolê li  Yenîkapiyê bi dadana agirê Newrozê bi dawî kir.

Koma Amed yek ji îmzekarên destpêkê yê kampanya “1001 îmze ji bo komara demokratîk û aştiyê” ye, ku di 12’ê Îlonê de hate ragihandin.

‘JI BER KU PÊWÎSTIYA ME BI AŞTIYÊ HEYE, ME MOHRA XWE DANÎN BINÊ KAMPANYAYÊ’

Koma Amed ku xwe amade dike li Stenbolê derkeve ser dikê, beriya provayê bersiv da pirsên me. Suleyman Çarnewa bi navê komê axivî û di pêvajoya aştiyê de işaret bi rola hunerê û hunermendan kir.

Çarnewa got, “Em bawer dikin ku divê her rewşenbîr, her hunermend, her mirovên xwedî berpirsyarî mohra xwe biavêje binê kampanyayê, lewma em jî ji roja destpêkê ve tevlî bûn.” Çarnewa li ser sedema tevlîbûna li kampanyayê got, “Ji ber ku dema şer, dema nebûna demokrasî û aştiyê ew dem e ku herî zêde dengê hunerê, hunermedan, rewşenbîran tê birîn. Herî zêde dengê me hunermendan, rewşenbîran tê birîn. Pêwîstiya me bi aştiyê heye. Ji ber vê jî bêguman me yekser mohra xwe danîn binê vê kampanyayê.”

Suleyman Çarnewa bandora zexta li ser Kurdî ya li hunerê jî bi van gotinan vegot, “Timî dibêjin, zimanê muzîkê nîne. Lê belê zimanê muzîka Kurdî li vê cografyayê herî kêm bilind bû. Halbûkî nêzî nîvê mirovên li vî welatî, li vê erdnîgariyê bi vî zimanî diaxive. Lewma em bi vî rengî difikirin: Em dixwazin vî zimanî, vê muzîkê bigihînin mirovên ku heta niha li vî zimanî, li vê muzîkê rast nehatiye. Bigihînin Derya Reş, Egeyê, Marmarayê û seranserê vê erdnîgariyê…

Yanî di vê jiyanê de pîvanek welê nîne ku tenê Kurd li muzîka Kurdî, tenê Tirk li muzîka Tirkî, tenê Îngiliz li muzîka Îngilîzî guhdarî dike. Em weke Koma Amed û Komam Çarnewa ku piştre weke endamên Koma Amed ava kir, me ev stran, stranên vê erdnîgariyê, çîrokên wê gihand nêzî nîvê cîhanê. Me ji kesî re nekarî vê îzah bike: Ev muzîk li cografya em lê ji dayik bûn û mezin bûn bi têrkerî serbest e. Ji ber ku vegotina vê zehmet e.”

‘WEKE KOMA AMED EM DIXWAZIN DI PÊVAJOYA AŞTIYÊ DE BIKEVIN BINÊ BAR’

Çarnewa bal kişand ser girîngiya hunerê ya li ser rêya aştiyê û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Tişta niha pêwîstiya me pê heye aştî ye. Weke Koma Amed em dixwazin di vê pêvajoya aştiyê de bikevin binê bar. Em dixwazin bi rola xwe rabin. Çima? Niha em li ber tabelaya Navenda Çandê ya Mezopotamyayê ye. Di salên 1990’î de em bi salan li vê navenda çandê xebitîn, têkoşiyan, ji bo çanda Kurd bigihînin nifşên nû hewl dan. Yên ku herî zêde êş hîs kirin em bûn. Lewma em di wê baweriyê de ne ku rola muzîk û hunerê herî kêm bi qasî ya polîtîkayê pêwîst e.”

Hunermend li ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo got, “Banga Birêz Abdullah Ocalan a ji bo avakirina aştiyê li ser vê erdnîgariyê û têkoşîna wî ya beriya niha ya li ser vê mijarê gelekî hêja ye. Ji bo ev erdnîgarî ji xwînê, şer û xizaniyê rizgar bibe, gelekî girîng e. Ev hewldana Birêz Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Kurdan, bi dîtina min ji bo gelên Tirkiyeyê jî gelekî hêja ye û bangeke welê ku divê xwedî lê derkevin.”

‘DIVÊ HUNERMEND Û REWŞENBÎRÊN KURD Û HUNERMEND Û REWŞENBÎRÊN TIRK LI HEV BICIVIN’

Çarnewa her wiha destnîşan kir uk hunermend û rewşenbîrên Kurd û hunermend û rewşenbîrên Tirk divê li hev bicivin, ji bo xurtkirina pêvajoyê gavê biavêjin ûu got, “Sirri Sureyya Onder û Kadîr Înanir dema sax bûn bi sînema, gotin û bernameyên ku tevlî bûn ji rewşenbîr û hunermendên li Tirkiyeyê re qala pirsgirêka Kurd kirin. Lê belê em hunermendên Kurd dibe ku vê yekê tenê ji siyasetmedaran hêvî dikin an jî ji rêveberên pêvajoyê hêvî dikin. Na, em hunermendên Kurd ji bo xurtkirina aştiyê divê gavan biavêjin. Bi hunermend û rewşenbîrên Tirkiyeyî re ji bo xwîn nerije, ji bo avakirina aştiyê divê em bibin yek.”

Suleyman Çarnewa herî dawî got, “Em di wê baweriyê de ne ku ev gava hêja ya Birêz Abdullah Ocalan ji bo gelên Tirkiyeyê destketiyeke mezin e. Wezîfeya hunermend, rewşenbîr, entelektuel û rojnamevanan e ku ji civakê re, ji gelên bindest û hemû beşên civakê re qala aştiyê bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 28’Ê ÎLONA 2026’AN
Nûçeya Pişt re ‘Feryada dayika Ceylan li dilê min neqişî’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Windahiyên aboriya kûrewi yên karesata xwezayî di sala 2025’an de kêm bûn

Li gorî texmînên destpêkê yên şîrketa reasuranê ya Swiss Re ya Swîsreyê, windahiyên aborî yên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ridvan Aslan ê li Nisêbînê hate binçavkirin, hate girtin

Ridvan Aslan ê li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi îdîaya "Endametiya rêxistinê" hate binçavkirin, ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Manîsayê êrişa çekdarî li ser dibistanê

Li navçeya Tûrgûtlû ya Manîsayê bi çekê êriş li ser dibistanekê hate kirin. Hate ragihandin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Êrîşî apê Rojîn Kabaîş hate kirin: Gefa ‘dest ji dozê berdin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?