Ji aliyê rêveberiya Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve 29’ê Îlona 2026’an ji bo gaziyên Kobanê li Saziya Malbatên Şehîdan civîneke berfireh hat lidarxistin.
Di civîna bi rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê destpê kir, encamên hevdîtinên di çarçoveya entegrasyonê de Rêveberiya Gaziyan a bi rayedarên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re ji gaziyan re hatin ragihandin. Her wiha li ser çawaniya entegrasyoneke demokratîk guftûgo û nirxandin hatin kirin.
Di heman demê de gaziyên ji bo parastina xak û gelan parçe ji bedena xwe dane wê çawa karibin di nav civakê de bi rolekî aktîf rabin nîqaş hatin kirin.
Dîsa nîqaşên şexsî jî bi gaziyan re çêbûn û li daxwazên wan hate guhdarîkirin. Li ser vê bingehê ji bo karên dema pêş plansaziyek hat çêkirin.
Rêveberên Federasyona Gaziyan piştî civînê dest bi serdan û ziyareta malbatên gazî û birîndaran kirin.

