Ofîsa Kontrolkirina Hebûneyên Biyanî (OFAC) a ser bi Wezareta Xezîneyê ya DYE’yê karên fînansî yên neyekser ên bi saziyên li Kubayê re ku di lîsteya pêkanînan de ye, xist ber qedexeyê. Di nava van saziyan de avaniyên aborî hene ku pêwendiya xwe bi artêşa Kubayê re hene. Tê plankirin ku guhertin di 30’ê Îlona 2026’an de bikeve meriyetê.
Bi guhertina nû re çarçoveya karê “U-turn” jî tê rakirin ku di dema rêveberiya Joe Biden a sala 2024’an de destûra wê jinûve hatibû dayin. Li gorî vê yekê, bankayên DYE’yê wê transfera dolar a ji bo berjewendiyên Kuba yan jî Kubayiyan li derveyî Kubayê nikaribe êdî bikin, wê neçar bimînin ku vî karî red bikin.
Wezîrê Karên Derve yê Kubayê Bruno Rodríguez îdîa kir ku pêkanînên nû ji bo astengkirina pêvajoya veguherîna aborî ya welêt têne kirin. Şêwirmendê sektora taybet a li Kubayê Oniel Díaz jî ragihand ku ev guhertin dikare dayina navneteweyî ya kargehan zehmet bike û dibe ku bandorê li kirîna xurek û sotemeniyê bike.
Li aliyê din, guhertina nû her wiha hin astengiyên din datîne pêşiya kategoriyên ger û geştê yên DYE’yê. Ger û geştên “people-to-people” ên çandî, civînên profesyonel û konferans êdî tenê bi destûrê wê karibin pêk were.
Rageşiya navbera Washington û Havanayê, bi berfirehkirina pêkanînên rêveberiya DYE’yê ya li ser Kubayê ya sala 2026’an jinûve zêde bû.

