Pisporê ewlehiyê û leşkerî Cebar Yaver têkildarî rewşa ewlehiyê ya li Herêma Kurdistanê û Iraqê, bidawîbûna mîsyona hêzên koalîsyona navneteweyî û pêvajoya yekbûna hêzên peşmergeyan ji ANF’ê re nirxandin kir.
‘HÊZÊN KOALÎSYONÊ JI BO PARASTINA BERJEWENDIYÊN DYE’YÊ HATE AVAKIRIN’
Yaver diyar kir ku li Iraqê bidawîbûna wezîfeya hêzên koalîsyona navneteweyî ya dijberî DAÎŞ’ê, geşedaneke dihat payîn bû û got, ev hêz li ser esasê armanceke diyar hate wezîfedarkirin.
Yaver ev tişt got, “Ev koalîsyon di demeke welê de hate avakirin ku DAÎŞ’ê li Iraq û Sûriyeyê serweriya xwe çêkir, beşekî xaka Iraqê dagir kir û ji bo Bexda, Siûdî Erebistan û Urdunê bû gefeke cidî. Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) ji bo parastina berjewendiyên xwe ev koalîsyona ku ji zêdeyî 70 welatan pêk tê, ava kir.”
Yaver têkildarî pêvajoya vekişînê got, “Beriya du salan komîteyeke leşkerî ya hevpar a ji Iraq, Herêma Kurdistanê û DYE’yê pêk tê gefa DAÎŞ’ê nirxand û gihişt wê encamê ku kapasîteya leşkerî û fînansî ya rêxistinê kêm bûye, xak winda kiriye.”
Li gorî peymanê vekişîn wê di du qonaxan de pêk were: di qonaxa ewilî de hêzên koalîsyonê wê heta dawiya Îlona 2025’an ji herêmên navîn û başûr ên Iraqê vekişin. Di qonaxa duyemîn de jî hêzên koalîsyonê wê heta dawiya Îlona 2026’an ji Herêma Kurdistanê vekişin.
Cebar Yaver têkildarî vekişîna hêzên koalîsyonê behsa helwestên cuda kir û got, “Mesud Barzanî û Mesrur Barzanî destnîşan dikin ku ne dema vekişîna koalîsyonê bû û xeteriya vegera DAÎŞ’ê heye. Kubat Talabanî û hikûmeta Iraqê jî diyar dikin ku hêzên herêmî amade ne û wê dosyaya ewlehiyê biparêzin.”
‘GEFA DAÎŞ’Ê BI DAWÎ NEBÛ’
Yaver weke pisporekî leşkerî nêrînên xwe yên têkildarî pêvajoyê parve kir û ev tişt îfade kir:
“Gefa DAÎŞ’ê hîna bi temamî bi dawî nebûye. Rêxistin medyaya dîjîtal bi rengekî aktîf bi kar tîne û propagandaya xwe didomîne; Jixwe beriya çend rojan jî li dijî artêşa Iraqê kete nava şer û 2 sivîl qetil kirin. Lê rastiyek heye ku hêzên wan lewaz bûne. Her wiha bidawîbûna wezîfeya koalîsyona navneteweyî, nayê wê wateyê ku hegemonyaya van welatan a li herêmê qediyaye. Ji ber ku peymanên Iraqê yên leşkerî û aborî bi DYE, Îngilistan û Fransayê re hene. Herêma Kurdistanê jî bi rêya Wezareta Parastinê ya Iraqê dikare ji van peymanan û parastina hewayî sûd wergire.”
‘TALÛKEYA HERÎ MEZIN NELIHEVKIRINA DI NAVBERA PDK Û YNK’Ê DE YE’
Cebar Yaver têkilarî ku gefa herî mezin a li ser Herêma Kurdistanê ji kîjan aliyê ve tê ev yek anîn ziman: ‘’Talûkeya herî mezin nelihevkirina di navbera Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de ye. Rîska herî mezin neavakirina hikûmetekê û betalbûna parlamentoyê ye. Ji van talûketir tiştekî din tune ye. Ger em bixwazin li dijî komên çekdarî û DAÎŞ’ê têbikoşin, ji Bexdayê daxwaza mafên xwe yên qanûnî bikin divê pêşiyê em di nava xwe de lihev bikin.’’
Cebar Yaver anî ziman ku pêngava yekemîn avakirina hikûmetê û pêşkêşkirina xizmetan e û piştre jî bi armanca tijekirina valahiyê ji bo ku Herêma Kurdistanê û hêzên çekdarî yên Iraqê bi hev re bixebitin divê têkiliyên li gel Bexdayê werin sererastkirin.
‘EM HÊVÎ DIKIN KU BANDORA PARTIYAN A LI SER HÊZÊN PÊŞMERGEYAN BI DAWÎ BIBE’
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşergeyan ê berê Cebar Yaver bal kişand ser hewldanên bêencam ên berê yên têkildarî yekkirina hêzên Pêşmergeyan û got: ‘’Di sala 1992’yan de cara ewil YNK, PDK, Tevgera Îslamî, partiyên Sosyalîst û Komunîst di bin banê ‘Artêşa Kurdistanê’ de hatin li ba hev. Lê belê şerê navxweyî yê di sala 1994’an de ev hewldan pûç kirin û ev hêz dubare bi partiyan ve hatin girêdan. Her çend di sala 2009’an de di çarçoveya yekîneyên 70 û 80’emîn de ji nû ve hewldaneke birêxistinkirinê çêbû jî nekarîn xwe ji hegemonyaya partiyan rizgar bikin. A niha di bin banê ‘Fermandariya Herêmî ya Yekemîn û Fermandariya Herêmî ya Duyemîn’ de xwe birêxistin kirine. Em hêvî dikin ku wê vê carê serweriya partiyan a li ser hêzên Pêşmergeyan bi dawî bibe.’’
‘DIVÊ JI BO ÇAR PERÇEYÊN KURDISTANÊ KONSEYA SIYASÎ YA BILIND WERE AVAKIRIN’
Cebar Yaver têkildarî yekîtiya leşkerî û hêzên siyasî yên li çar perçeyên Kurdistanê ev yek anîn ziman: ‘’Ji ber ku Kurdistan ji aliyê çar dewletan ve hatiye perçekirin avakirina fermandariyeke leşkerî ya hevpar hêsan nîne. Lê belê ji bo ku pirsgirêka Kurd ji cîhanê re weke dosyayekê were pêşkêşkirin divê Konseya Siyasî ya Bilind were avakirin; dikare bes piştî vê pêvajoyê pêngav werin avêtin.’’

