Saziya çavdêriya avhewayê ya Yekîtiya Ewropayê Copernicus diyar kir ku di havîna 2026’an de Ewropa bi zexteke giran a germê re rû bi rû ma ku beriya niha nehatibû dîtin.
Li gorî Copernicusê li seranserê Ewropayê ji sedî 52 ê parzemînê li stresa termal a “gelekî xurt” rast hat ku ji pileya 38’an jî derbas kir. Hate ragihandin ku li asta ji sedî 80’î ya Ewropayê pileya germahiyê 32 derbas kir.
LI ROJAVAYÊ EWROPAYÊ REKORA GERMÊ
Li gorî daneyên Copernicusê havîna 2026’an ji bo rojavayê Ewropayê havîna herî germ a heta niha hate pîvandin bû.
Copernicusê diyar kir ku di navîna 2026’an de mercên stresa termal a “xurt” li Ewropayê 41 rojî dewam kir. Ev yek ji pêla germê ya 2003’an bi pênc rojan zêdetir e.
Stresa termal di rewşeke welê de rû dide ku mekanîzmayên sarkirinê yên xwezayî yên beden li pêşberî germa zêde têrker nabe. Ev jî dibe sedem ku mirov gêj bibe, serê mirovan biêje, li organên mirovan nexweşî der bibe û heta mirov jiyana xwe ji dest bide.

