DFG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û rojnamevan Nagihan Akarsel bi bîr xist, ku 4’ê Cotmeha 2022’an hate qetilkirin û daxwaza diyarkirina kujerê wê kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Îsal jî weke hempîşe û şopdarên wê, em careke din bang dikin ku kujer bêne diyarkirin û darizandin.”
DFG’ê got, “Di salvegera 4’emîn a qetilkirina wê de em ji pêşengên Çapemeniya Azad Nagihan Akarsel bi hurmet, hezkirin û hesret bi bîr tînin.”

