În, 11 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Stenbolê şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Welatiyên Amedê: Em xwedî li şehîdên xwe û têkoşîna wan derbikevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mersîn, Edene, Riha û Dîlokê şehîd têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa ISIG’ê: Meha Tebaxê herî kêm 226 karkeran jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nebî Yavûz ê 30 sal û 6 mehan girtî ma, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li bajarên Serhedê şehîd têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Nebî Yavûz li Nisêbînê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê ji bo şehîdan bernameya bîranînê ya 3 rojî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîranînên şehîdan ên li Êlih û Semsûrê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Rêxistinên Jinên Kurdistanê peyama ‘Jin, Jiyan, Azadî’: Şoreş pêvajoyeke zindî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê banga ‘mafê hêviyê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Doza Rojda Yakişikli destpê dike: Gef hate xwarin, nehate parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di meha Tebaxê de herî kêm 22 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Mûradî sersaxî ji malbatên qurbaniyên Sine re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Nîlûfer nîşaneya berdewamiya tundiya sîstematîk a li dijî jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Êrîşên li ser rojnamevanan hate protestokirin: Em ê her tim bibin dengê gel
Kurdistan

Êrîşên li ser rojnamevanan hate protestokirin: Em ê her tim bibin dengê gel

Li Amedê zext û girtinên li dijî rojnamevanan bi pêşengiya DFG û MKG’ê hate protestokirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Çile 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG) der barê rojnamegerên ku di meha dawî de bi hinceta fealiyetên rojnamegeriyên hatin girtin, daxuyaniyek da. Daxuyanî li taxa Ofîsê li pêşiya AZC Planzayê hat dayîn. Parlamenterên DEM Partî yên Amedê Ceylan Akça Cupolo, Adalet Kaya û rêxistinên DEM Partî, DBP, ESP, Dayikên Aştiyê û gelek kes tevlî bûn. Metna Kurdî ya daxuyaniyê seroka MKG’ê Roza Metîna xwend û ya Tirkî jî serokê DFG’ê Selman Çîçek xwend.

 Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Tirkiyeyê zextên li ser azadiya çapemeniyê bi awayekî sîstematîk dewam dikin û wiha hate gotin: “Rojnameger her roj bi operasyonên nû yên binçavkirinê şiyar dibin, lê belê ev binçavkirin jî tenê tên temaşekirin. Di vê pêvajoya ku hikûmet krîzên siyasî û aborî dijî de, yên pêşî dîsa dibin hedef jî xebatkarên çapemeniyê ne. Li gorî daneyên Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas a Navneteweyî (RSF) Tirkiye di warê azadiya çapemeniyê de di nava welatên ku di rewşeke “pir nebaş” de ye.”

‘ZEXT BI AWAYEKÎ SÎSTEMATÎK DEWAM DIKIN’

 Her wiha hat destnîşan kirin ku dema ku li Tirkiyeyê mijara azadiya çapemeniyê tê nirxandin, divê zextên li ser Çapemeniya Azad ji nêz ve bên nirxandin. Di berdewamiyê de wiha hate gotin: “Ji ber ku hemû xebatkarên çapemeniyê bi giştî di bin zextên giran de ne, xebatkarên Çapemeniya Azad û rojnamegerên Kurd vê zextê du qat bi tundî hîs dikin. Tirkiye jî wek salên borî îsal jî bûye zindana rojnamevanên kurd. Dema em li bendê bûn ku hevalên me yên heta niha girtî bigihêjin azadiya xwe, di vê pêvajoyê de girtinên nû pêk hatin.”

 Di daxuyaniyê de bal kişandin ser Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku di 19’ê Kanûnê de dema nûçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin ji aliyê dewleta Tirk ve bi SÎHA’yan hatine qetilkirin û ev tişt hatin gotin: “Rojnameger Gulistan Dursun, Hayri Tunç, Enes Sezgîn, Osman Akin, Can Papila, Pinar Gayip û Serpîl Unal ku li Stenbolê ev qetlîam şermezar kirin, di 22’ê Kanûnê de hatibûn binçavkirin û girtin. Di heman demê de nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Etkîn Zuleyha Mûldûr a ku di operasyona li dijî endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) de hatibû binçavkirin jî hate girtin. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de rojnameger Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Welat Ekîn, Vedat Orûç û Reyhan Hacioglu bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” di 17ê Çileyê de, di serdegirtina malan de hatin girtin. Di çarçoveya heman lêpirsînê de rojnameger Eylem Babayîgît jî di 22’ê Çileyê de di serdegirtina mala wê de hatibû binçavkirin û girtin. Di pêvajoya dawî de bi giştî 2 rojnameger hatin qetilkirin û 15 rojnameger hatin girtin. Her wiha der barê rojnameger Seyhan Avşar, Ahmet Dogan Akin û Candan Yildiz de jî bi hinceta parvekirinên wan ên li ser medyaya dijîtal yên der barê Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn de, lêpirsîn hat vekirin.”

  ‘EM Ê HER TIM BIBIN DENGÊ GEL’

DaxuyanÎ wiha berdewam kir: “Rûniştina doza Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş ku ji ber dozên di dema rojnamegeriya wê de hatibûn vekirin, li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Sofya Alagaş di doza ku ji ber rojnamegeriyê dihat darizandin de 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê girt. Em careke din diyar dikin ku ev cezayê ku li Sofya Alagaş ji ber xebatên wê yên rojnamegeriyê hatiye dayîn ne hiqûqî ye û rojnamegerî nayê darizandin û em dubare dikin ku çapemeniya azad bi van cezayan tu carî gavê paşde navêje. Rojnameger tên girtin û nahêlin ku pîşeya xwe bikin, rojnamegerên li derve dixebitin jî çêkirina wan a nûçeyan bi zextan tên astengkirin. Rojnamegerên serbest tên berdan jî her tim bi gef û zordestiyê rû bi rû dimînin; Piraniya dema xwe di korîdorên edliyeyê de derbas dikin.”

 

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em careke din dixwazin vê yekê bibêjin; Li welatekî ku rojnamevan lê girtî ne, mirov nikare behsa azadiya çapemeniyê bike. Li gel van hemûyan sansur û astengiyên weşanê jî bênavber berdewam dikin. Ajansên nûçeyan û saziyên çapemeniyê bi awayekî sîstematîk di bin sansurê de ne. Hikûmeta AKP’ê gihandina nûçeyên ku jê hez nake asteng dike. Di vê pêvajoyê de ketina hesabên medyaya dijîtal yên ajansên wekî Rojnameya Yenî Yaşam, JINNEWS û Ajansa Mezopotamya (MA) ku dengê gel in, hat astengkirin. Li cihekî ku çapemenî ne azad be, mirov nikare behsa azadiya civakê û demokrasiyê bike. Weke hevrêyên rojnamegerên girtî em ji vir careke din bang dikin; Em ê ti carî dest ji dengê gel bernedin. Em ê ji rastiyan tawîz nedin. Heta ku ev polîtîkaya zextê ya li ser rojnamegeran bi dawî bibe û hemû hevalên me yên rojnameger ên di girtîgehê de bên berdan em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê her tim biqîrin; Rojnamegerî ne sûc e!”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Xwedî derketina li Rojava, meseleya rûmetê ye’
Nûçeya Pişt re Trump bi israr e ku şêniyên Xezeyê bide koçkirin!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Sûdanî ji bo bi partiyên siyasî re hevdîtinan bike hat Silêmaniyê

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi şandeyek bilinda a siyasî ya Çarçoveya Hemahengî ya Şîe…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Reqa û Tebqayê qedexeya derketina derve ya qismî hat ragihandin

Desteyên Hundirîn ên kantonên Reqa û Tebqayê qedexeya derketina derve ya qismî ragihand. Li her…

Ji aliyê Stêrk TV

Îsmaîl Agaç jiyana xwe ji dest da

Îsmaîl Agaç ku 3 zarokên wî di têkoşîna azadiyê de şehîd bûn, li nexweşxaneya lê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li bajarên Serhedê şehîd têne bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Welatiyên Amedê: Em xwedî li şehîdên xwe û têkoşîna wan derbikevin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cenazeyê Nebî Yavûz li Nisêbînê hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Şirnexê ji bo şehîdan bernameya bîranînê ya 3 rojî destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?