Duşem, 17 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Zubeyde Zumrut: Bi xurtî tevlî meşa dirêj û festîvalê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayramoglu: Pêvajoya rastîn dê bi pêkanîna qanûnê û rojevbûna daxwazên Kurdan dest pê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parlak: Piştî çarçoveya qanûnê wê pêşiya gavên nû yên qanûnî vebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozofê Îrlandayî ji Rêber Apo re name nivîsand: Tu ji bo cîhanê hêviyekî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo gerîlaya YJA Starê Meryem Uzkaş taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    1’emîn Konferansa Yekitiya Ragihandina Êzidxanê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Êlihê civîna gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandara YJŞ’ê: Şehîd Seîd di jiyanê de fermandar û mamosteyek bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ’ê Seîd Hesen û Îsa Xwedêda bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê helbesta 15’ê Tebaxê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên gundê Koço bi merasimêkê hatin bibiranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Aktîvîsta TJA’yê Saliha Ayata: Jin hêza pêşeng a aştiyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê Meclîsa Şoreşa Jinan hate avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em li kêleka jinên Efganistanê ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyeyê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Di deste û komîsyonan de divê temsîliyeta jinê hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê di binê çavan de destdirêjî li aktîvîsta Alman hate kirin, TJK-E li ber rabû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Em ê ji bo fermîkirina zimanê Kurdî têbikoşin’
Kurdistan

‘Em ê ji bo fermîkirina zimanê Kurdî têbikoşin’

Li Cizîrê sazî û dezgehên ziman û çanda Kurdî yên li bakurê Kurdistan û bajarên Tirkiyeyê deklerasyona ji bo xebatên zimanê Kurdî eşkere kirin û destnîşankirin ku ew ê ji bo fermîkirina zimanê Kurdî li her qadê têbikoşin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Tebax 2024 Dema xwendinê: 13 dq.
Parvekirin

Sazî û dezgehên zimanê Kurdî yên li bajarên bakurê Kurdistanê û li bajarên Tirkiyeyê li Parka Birca Belek a navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji bo xebatên ziman dê destpê bikin û dijî zextên li ser ziman, deklarasyon eşkere kirin. Nûnerên saziyên ziman, rêveberên, rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Şirnexê, Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Girsê pankarta ku li ser, “Em Kurd in zimanê me Kurdî ye, em ê Kurdî bijîn” dinivisî û dovîzên, “Zimanê me hebûna me ye”, “Zimanê me rûmeta me ye”, dinivisî hilgirtin. Girse li ber deriyê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek heta cihê daxuyaniyê bi berzkirina dirûşmeya, “Zimanê me hebûna me ye” meşiya. Metna daxuyaniya hevpar ji aliyê Hevserokê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Cahît Akil ve hat xwendin. 

Metna daxuyaniyê wiha ye: 

“Di roja me de tevahiya cîhanê ji gelek aliyan ve di nava aloziyeke mezin de ye. Hêzên sermayedar û hegomonîk ên modernîteya kapîtalîst û hevkarên wan ên herêmî ji bo desthilatdarî û daxwazên xwe yên berjewendîperest pêşeroja mirovahiyê dixin xetereyeke mezin. Şerê cîhanê yê sêyemîn li gelek cihan û bi awayên cuda berdewam dike û her ku diçe li gelek cihan belav dibe.

TECRÎDÊ RAKIN Û RÊYA DIYALOGÊ VEKIN 

Birêz Abdullah Ocalan bi xeta sêyemîn a ku wek Pergala Moderniteya Demokratîk û Pergala Neteweya Demokratîk bi nav dike li derveyî şer ji bo mirovahiyê wek rêya çareseriyê bi pêş dixe. Lê mixabin ev sê sal in birêz Ocalan di nava tecrîdeke girankirî de ye û bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Ev rewş tenê bi serê xwe binpêkirina maf û zagonanên mirovahiyê ne. Tecrîda li ser birêz Ocalan di rastiya xwe de tecrîda li ser nirxên neteweya Kurd û mirovahiyê ye. Fikrên rêzdar Ocalan ji bo çareserkirina pisgirêkên li Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê gelek girîng in. Ji ber van sedeman hewce ye ku demildest dawî li tecrîdê bê anîn û rêya diyalogê bê vekirin.

Lê li şûna diyalogê, desthilatdariya faşîzane ya Tirkiyeyê, ji her alî ve û bênavber li ser neteweya Kurd û hemû nirxên wê yên dîrokî, xwebûnî, neteweyî, civakî û çandî her cure polîtîkayên tunehesibandin, dorpêçkirin, koçberkirin, mişextkirin, girtin, hefskirin, pişaftin, helandin û tevkujiyê dimeşîne. Bi taybetî di serî de li ser jinan li ser hemû gelê Kurd ê azadîxwaz qirkirina fîzîkî û çandî pêk tîne. Di van demên dawiyê de li dijî ziman, çand û huner, govend û stranên Kurdî zext, êriş, girtin û nêzîkatiyên gelek hovane pêk tên armanc, ast û awayê êrişên li ser zimanê Kurdî û nirxên neteweya Kurd bi rengekî şênber radixe ber çavan. Dewleta Tirk hewl dide ku zimanê Kurdî ji civakê dûr bixe, dorpêç bike, bixe nava qefesan, bibişivîne, bihelîne û di nava demê de ji holê rake.

‘ZIMAN LAŞ E LI LAŞÊ XWE XWEDÎ DERKEVE’

Ziman hêmaneke bingehîn a mirov, civak û neteweyan e. Bi qasî jiyanê, bi qasî nan û avê pîroz hewce û jêneger e. Di pirtûkên pîroz de jî wek ayeta xweda hatiye binavkirin. Bîr û bingeh, afirînerî û daneheva civakan û mirovahiyê ye. Nirxên her gel û neteweyekê di zimanê wan de kom bûne. Ji ber vê yekê ye ku ziman mak û çavkaniya dîrok, wêje, huner, çand û nasnameyê ye. Helbet hemû nirxên gel, civak û neteweyekê bi rêya zimanê wan vediguhezin nifşên siberojê. Ji ber vê ziman çawa ku paşeroj û niha ye, di heman demê de pêşeroj e jî. Rêzdar Ocalan destnîşan dike bi asta pêşketina civakê bi asta pêşketina zimanê wê ve têkildar û gotina xwe ya ‘ziman laş e, li laşê xwe xwedî derkevin’ bi taybetî balê dikişine ser girîngiya zimanê dayikê. Belê ziman jiyan bi xwe ye. Ji ber vê yeke, êrişên li dijî zimên sûcê mirovahiyê ye. Ji bo me neteweya Kurd jî ev rastî rastiyeke bingehîn û jêneger e.

Zimanê Kurdî nirxekî herî qedîm, bingehîn û bêhempa yê me kurdan û mirovahiyê ye. Ji bo gelek ziman û çandên neteweyên din bûye çavkaniyeke bingehîn. Ji ber vê parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî di serî de Kurd peywir û berpirsyariya hemû mirovahiyê ye. Zimanê Kurdî çawa ku bi hezaran salan neteweya Kurd li ser piyan girtiye û hemû Nirxên wê heta îro aniye, neteweya Kurd jî bi hezaran sal in bi canbexşî, lehengî û berdêlên mezin zimanê kurdî parastiye û heta îr anîye. Bi taybetî têkoşîna kurdan a dîrokî ya van 50 salên dawiyê nehêlaye ku polîtîkayên pişaftin, helandin û jiholêrakirina zimanê Kurdî bi ser bikeve û zimanê kurdî parastiye.

ZIMANÊ KURDÎ XET Û PÎVAN E

Divê her kes baş bizane ku zimanê Kurdî xet û pîvana herî sereke ya hemû neteweya Kurd e û li cîhanê hemû zimanên xwedî statu xwedî kîjan mafan bin zimanê kurdî jî divê xwedî wan mafan be. Wek hemû gel û neteweyan, heta dawiyê mafê gel û neteweya Kurd jî ye ku her dem û li her derê ku jiyan lê heye zimanê xwe bi kar bîne û bi zimanê xwe bijî; bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne û bi zimanê xwe her awayê xizmetê bibîne. Helbet ji bo vê jî divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî, bibe zimanê perwerdehiyê û bibe xwedî statu.

  Ji bo pêkhatina vê yekê em Kurd dê ji niha pê ve ji her demê zêdetir her kêliyê û li her derê, li dijî her cureyê Kurdîkujiyê, di zimanê Kurdî de û di jiyana bi zimanê kurdî de bi israr bin; em ê di her şert û mercan de, her dem û li her derê li dijî hemû êrişên li ser Kurdî û li dijî hemû cureyên kurdîkujiyê bi awayekî şênber bisekinin; têkoşîna xwe ya parastin û pêşxistina zimanê kurdî bi hiş û giyanê seferberiyê li her derê bilindtir û kûrtir bikin.

Di vê çarçoveyê de;

* Em ê têkoşîn û xebatên hişmendiya zimanê Kurdî bi gelek rê û rêbazên dewlemend û afirîner li her cihekî ku Kurd lê dijîn belav bikin; ji bo vê civîn, panel, semîner, form, atolye, şahî, mîhrîcan, sempozyûm, komxebat û konferansên xwecihî, herêmî û giştî, daxuyaniyên girseyî yên çapemeniyê, meş, mîtîng û gelek bernameyên din ên demokratîk ên derbarê zimanê kurdî de li dar bixin. 

* Em ê li dijî her cureyê pişaftinê; ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê bazarê, siyasetê, zimanê saziyên Kurd û zimanê her qada jiyanê têkoşîn û xebatên xweser û giştî bimeşînin.

* Em ê bi rêya bi sed hezaran belavok, pankart, dowîz û bîlbordên bi Kurdî hişmendiya zimanê Kurdî, di nava siyasetmedar, nivîskar, hunermend, sazî, karsaz, pîşesaz, karmend, karker, hemû derdorên din ên Kurd de û gelê Kurd de belav bikin. 

* Em ê li park, meydan, tax û gundan şahî û bernameyên axaftin, xwendin û nivîsandina bi Kurdî, helbestxwendin, strangotin û govendgerandina bi cil û bergên Kurdî li dar bixin. 

* Em ê bi armanca ku her maleke Kurdan bibe dibistaneke Kurdî ya xwezayî, li her mezra, gund, kolan û taxan hevdîtinên rû bi rû bikin, civînan li dar bixin û dîwan, kom û civatên zimanê Kurdî pêk bînin, li bajarok, navçe û bajaran komele û saziyên zimanê kurdî ava bikin.

* Em ê li her derê ji bo zarok, jin, ciwan û hemû beşên civakê atolyeyên hişmendî û hînkirina zimanê kurdî li dar bixin.

* Em ê li ser qada dijîtal têkoşîn û xebatên şênber û domdar ên xweser û girseyî yên derbarê zimanê Kurdî de bimeşînin. 

* Em ê di gelek mijaran de kurtevideoyên li ser zimanê Kurdî saz bikin û li ser qada dijîtal belav bikin, zimanê Kurdî her dem bixin rojevê.

* Em ê ji bo pêkhatina daxwazên gelê Kurd ên perwerdehiya bi zimanê Kurdî, fermîbûna zimanê Kurdî û statuzebûna zimanê Kurdî bi xebatên cur bi cur têkoşîneke civakî ya demokratik bimeşînin.

* Ji bo ku hemû partiyên siyasî, şaredarî, sendika, platform, sazî, dezgeh û hemû derdorên civakî, aborî, hunerî, çandî, rewşenbîrî, nivîskarî, pîşeyî yên jin, ciwan û giştî yên Kurd, welatparêz, şoreşger, demokratîk û civakparêz strateji, polîtîka, plansazî û karnameyên xwe yên navxweyî û civakî yên derbarê parastin û pêşvebirina zimanê kurdî de bi awayekî zelal ji raya giştî re deklere bikin, ji bo kar û xebatên zimanê Kurdî, xebatkar û budçeyê veqetînin em ê di nava hewldanên şênber, domdar û encamgir de bin, bi wan re di nava têkilî û hevkariyê de bin, bi hev re gelek kar û xebatên kurdî bimeşînin.

* Ji bo ku li dijî hemû zext, dorpêçkirin, tecrîd, êriş, qedexe û kiryarên pişavker ên li ser zimanê Kurdî ji holê bên rakirin, em ê bi rengekî demokratîk li ser bingeha nirxên mirovahiyê û zagonên navneteweyî li her qadê têkoşîna xwe ya parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî bilind bikin; bi rê û rêbazên dîplomasiya navxweyî û navneteweyî têkoşîn û xebatên zimanê Kurdî li her derê Kurdistanê, Tirkiyeyê, Ewropayê û cîhanê belav bikin, gur û geş bikin. 

  Li ser vê bingehê em wek saziyên zimanê Kurdî bang û gazî li hemû partiyên siyasî, şaredarî, sendika, platform, sazî, dezgeh û hemû derdorên civakî, aborî, hunerî, çandî, rewşenbîrî, nivîskarî, pîşeyî yên jin, ciwan û giştî yên Kurd, welatparêz, şoreşger, demokratîk û civakparêz û bi taybetî jî bang û gazî li hemû gelê xwe yê azadîxwaz dikin ku, ji heft salî heta heftê salî, bi hiş û giyanê seferberiyê em bi hemû aliyên xwe yên xweser û hevpar, bi hemû hêza xwe, bi rengekî herî çalak, şênber, bi rê û rêbaz, alav û amûrên nûjenkirî û afirîner di asta herî pêşeng û jor de, her dem û li her derê têkoşîn, kar û xebatên xwe yên ji bo parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî bilind, berfireh, xurt û kûr bikin; her derê bikin mal, fêrgeh, dibistan û zanîngeha Kurdî; em hemû kurd zimanê Kurdî hîn bibin, hîn bikin, bidin hînkirin; em her Kurdek xwe bigihînin asta perwerdekar û mamostetiya zimanê Kurdî; her dem û li her derê bi Kurdî biaxivin, bi Kurdî bixwînin, bi Kurdî binivîsin, bi Kurdî bifikirin û bi Kurdî bijîn û govenda zimanê Kurdî li her derê xweş û geş bikin, ala zimanê Kurdî li her derê bi serfirazî bilind bikin. 

Zimanê Kurdî, Rûmet, Hebûn, Xwebûn û Nasnameya me ye! Bijî Zimanê Kurdî! Bijî Têkoşîna Zimanê Kurdî!” 

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên, “Zimanê me hebûna me yê” û “Zimanê me rûmeta me ye” û gerandina govendê bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dewleta Tirk a dagirker bombe li Amêdiyê barand
Nûçeya Pişt re ‘Daxwaza dagirkeriya Tirkiyeyê jinavbirina gelekî ye’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Erkmen: Plana desthilatdariyê li ser navçeyên Rihayê hebû

Celalettîn Erkmen ê ji DEM Partiyê diyar kir, desthilatdariyê ji ber ku rê û rêbazên…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Amedê Meclîsa Kirmanckî hat avakirin

MED-DER’ê Meclîsa Kirmanckî îlan kir û got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27’ê Sibatê banga…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Ranyayê ji bo Salih Muslim konê sersaxiyê hat danîn 

Li navçeya Ranya ya Raperînê ji bo Salih Muslim konê sersaxiyê hat danîn û sedan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

1’emîn Konferansa Yekitiya Ragihandina Êzidxanê hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Zubeyde Zumrut: Bi xurtî tevlî meşa dirêj û festîvalê bibin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bayramoglu: Pêvajoya rastîn dê bi pêkanîna qanûnê û rojevbûna daxwazên Kurdan dest pê bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Parlak: Piştî çarçoveya qanûnê wê pêşiya gavên nû yên qanûnî vebe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?