Li Taxa Bextiyarî ya Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê Rojnamevan û Nivîskar Nagîhan Akarsel li Taxa Bextiyarî li cihê lê şehîd bûyî hate bibîranîn. Di bîranînê de soza şopandina rêya Nagîhan Akarsel hate dayîn.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê û hildana wêneyên Şehîd Nagîhan Akarsel destpê kir.
Di merasîmê de Çalakvana Siyasî Ronak Mecîd peyamek da û got: “Di van rojên dîrokî de ku Kurdistan têre derbas dibe, em di kûrahiya dilê xwe de nebûnê hîs dikin, hevaleke welê bû ku çav û dilê me li pey digere. Êşa kûr a windakirinê hê jî weke roja yekem zindî ye. Eger ku heta îro Nagîhan Akarsel jiyan bikira wê di vê qonaxê de xwedî roleke mezin bûna. Cih û bandora wê ya li ser me hê jî diyare.”
Ronak Mecîd destnîşan kir ku Şehîd Nagîhan Akarsel bi heskirin û zanabûn kar ji bo yekitiya netewî dikir û wiha pêde çû: “Daxwaz û hesreta her Kurdekê ewe ku yekitiya Kurde. Bi agahiyên kûr û xurt qala girîngiya têgînên civakî û çand û huner dikir. Pêşengtî ji projeya navenda lêkolîn, arşîv û pirtûkxaneya jina Kurd a li hemû beşên Kurdistanê dikir.”
Ronak Mecîd soza şopandina rê û xebata Şehîd Nagîhan Akarsel da û got: “Em têkoşîn û xebata wê nîvço nahêlin.”

