Li Belçîkayê sendîka li dijî polîtîkayên hikûmeta federal û planên budçeyê, protestoyên xwe didomînin. Xwepêşandana ku wê bi banga sendîkayên CSC û FGTB’ê bê lidarxistin, sihara îniyê wê ji ber Stasyona Navendî ya Brukselê destpê bike. Çalakiya ku tê payîn bi deh hezaran kes beşdar bibin, weke “hişyariya ewilî” ya li hemberî hikûmetê tê nirxandin.
Çalakî wê li seranserî welêt veguhastinê jî bandor bike. Roja Îniyê wê li Balafirgeha Brukselê nêzî 140 firîn bên betalkirin.

