Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk bi wesîleya Komploya 9’ê Cotmehê ya 1998an ku ji aliyê hêzên navneteweyî ve ku li dijî Rêber Apo pêk hatibû li Amedê bi tevlibûna hezaran kesan meş hat lidarxistin.
Endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civakî hezaran welatî tev li meşa ji ber avahiya N City destpê kirî bûn. Di meşê de pankartên, “Bi rihê rêhevaltiya komînalîst em ê taritiya li ser ronahiya xwe rakin“ , “Li hember komployê niha dema jinê ye’ û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah hatin hilgirtin. Girseyê bê navber diruşmên, “Bê Serok jiyan nabe” , “Bijî Serok Apo” û “Aştî aştî ji bo Serok azadî” hatin berzkirin.
Piştî ku girse gehişt Parqa Koşuyoluyê Hevseroka MED Tuhad-Fedê Pinar Sakik Tekîn got ku ew Komploya 9’ê Cotmehê şermezar dikin û wiha axivî: “Beriya 28 salan li hember vîna gelekî komployek pêk anîn û Rêber Apo ji Sûriyeyê derxistin. Di van 28 salan de li gel hemû astengiyan ne gelê Kurd ne jî Birêz Abdullah ji lêgerîna çareseriyê venegeriyan û ev jî dide nîşandan ku ev komplo bi ser neket. Îro Rêber Apo gavek daye avêtin û bûye sermuzakerevanê Pêvajoya Aştî û Demokratîk. Ji bo ku ev pêvajoya aştiyê bi ser bikeve divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigehe azadiya xwe ya fizîkî û ji aliyê dewletê ve gavên şênber werin avêtin.”
Piştre parlementerê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren axivî û diyar kir ku hêzên navneteweyî bi komployê xwestin lîstikek mezin bilîzin û wiha got: “Em Komploya Navneteweyî ya beriya 28 salan li ser Birêz Ocalan pêk hatî şermezar dikin. Bi komployê lîstikek gelek lezin li ser gelê Kurd lîstin lê di roja destpêkê ya komployê de Birêz Ocalan li ber xwe da. Bi vê sekna Birêz Ocalan komplo vala hat derxistin. Em îro piştî 28 salan bi vê seknê gihiştine konaxa aştiyê. Birêz Ocalan bi vê pêvajoyê dixwaze pirsgirêka gelê Kurd di qada siyaseta demokratîk de çareser bike.”
Serhat Eren di berdewama axaftina xwe de bal kişand azadiya Rêber Apo û wiha pêde çû: “Divê êdî di vê pêvajoyê de Birêz Ocalan azad bibe. Qanûnek derketiye rast e lê ev qesl û divê were berfirehkirin. Divê Birêz Ocalan ji bo pêşketina pêvajoyê bikaribe bi her alî ve têkilî dane û bi azad tevbigere. Dewlet 12 sal in li hember biryarên DMME’yê radisweste û azadiya Ocalan pêk naîne. Li Tirkiye, Kurdistan û derveyî welat hêzên ku dixwazin zîhniyeta komployê bimeşînin hene û divê dewlet li hember vê zîhniyetê demek beriya demekî gav biavêje. Destpêka vê gavê jî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Em careke din komployê şermezar dikin.”
Piştî axaftina Serhat Eren girse bi diruşma, “Bijî Serok Apo” belav bû.

