Li gundê Qizelî yê Kobanê, dema ku welatiyê bi navê Reşad Mistefa Hecî Mislim dixwaze derbasî nava malê xwe bû, bombe pêde teqiya û birîndar bû.
Di heman demê de dema ku xizmê wî dixwaze wî xilas bike mayîneke din pêde teqiya û birîndar bû. Hat hînbûn ku rewşa wî baş e.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya demekê gund ji mayîna hatibû paqijkirin, lê niha dema ku welatî derbasî gund bû rastî vê bûyerê hat.

