Endamên Komîsyona Dîplomasiyê ya Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Şandeya Ciwanên Enternasyonalîst a ji 8 welatan hatibû, bi armanca hevdîtina bi Rêber Apo re serî li Wezareta Dadê dan. Şandeyê piştî serlêdanê li Navenda Giştî ya DEM Partiyê daxuyanî da û piştgiriya xwe ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk anî ziman û bal kişand ser girîngiya azadiya Rêber Apo.
Di şandeyê de nûnerên Contre-Attaque & Autonomie ji Swîsreyê, Sindacato Unione Democrazia Dignità Cobas ji Îtalyayê, ji Yewnanistanê Civata Malên Dagirkirî yên Prosfygika ya Kolana Aleksandras, ji Katalonyayê La Saó, ji AwûstûryayêMala Zêrîn, ji Fransayê Jeunesse Internationaliste Française, Cumann Saol Saor ji Îrlandayê û ji Elmanyayê Yekîtiya Ciwanên Demokratîk (YUNA) cih girtin.
Li ser navê şandeyê metna daxuyaniyê ya bi Îngilîzî ji aliyê endama YUNA’yê Isabelle Marie Whittenberg, ya bi Tirkî jî ji aliyê endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Jiyan Bahadir ve hat xwendin.
Isabelle Marie Whittenberg da zanîn ku ew ji bo piştgiriya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji welatên Ewropayê hatine û diyar kir ku Rêber Apo beriya 27 salan rastî komployeke navneteweyî hatiye û ji wê dîrokê ve li Girava Îmraliyê tê ragirtin.
‘EM DAXWAZA AZADIYA ABDULLAH OCALAN DIKIN’
Isabelle Marie Whittenberg destnîşan kir ku ji bo pêvajoya aştiyê bidome ew daxwaza azadiya Rêber Apo dikin û bal kişand ser pozîsyona siyasî ya Rêber Apo. Isabelle Marie Whittenberg anî ziman ku ji bo serkeftina mayînde û pêşveçûna pêvajoya aştiyê azadiya wî pêwîst e.
Isabelle Marie Whittenber daxwaza azadiya Rêber Apo kir.

