Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi şîara “Em soza aştiyê bi gel re ava dikin” li taxa Alucar a navçeya Qereyazî ya Erziromê civîna gel li dar xist. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Parlamenterê Colemêrgê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Onur Duşunmez û gelek kes tevli civînê bûn.
Keskîn Bayindir di civînê de axivî û destnîşan kir ku di dîrokê de yekem car tevgereke Kurd ji bo statuya xwe li ser asta fermî bi dewletê re hevdîtin dike û diyar kir ku Kurd êdî bûne hêzek. Bayindir wiha got: “Lewma tevî hemû nezelalî û fikaran em ji muzakereyê natirsin. Çawa ku beriya 45-50 salan dema ku me li çiyayan li dijî zordariyê serî hilda em netirsiyan, îro jî em ji rûniştina li ser maseyê natirsin. Êdî em ê li gorî ruh û pêwîstiya pêvajoya nû têkoşîna xwe ya siyaseta demokratîk derbasî qonaxeke nû bikin û berdewam bikin.
Em hemû daxuyaniyên tên dayîn dişopînin. Hinek ji ber nizanibûnê, hinek jî ji ber nêzîkatiya xwe ya dijminane şîroveyên wekî ‘Kurdan dest ji têkoşînê berdaye’ dikin. Lê belê di qonaxa ku em îro gihiştinê de gelê Kurd bêyî ku rê bide nezelaliyê hebûna xwe daye qebûlkirin. Pirsgirêka me ya herî bingehîn a li pêşiya me azadî û statuya me ye. Ji niha û pê ve em ê bi têkoşîna demokrasiyê xwe bigihînin vê armancê. Rêya yekane ya serketina vê pêvajoyê; hevgirtin, rêxistinbûn û yekîtî ye.”
Welatiyekî di civînê de axivî û got, “Zêdetirî 2 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyek da destpêkirin. Tevgera Azadiya Kurd berpirsyariya xwe bi cih anî. Lê ji aliyê dewletê ve gaveke berçav û şênber nehatiye avêtin. Nexwe çima girtiyên me yên siyasî yên li zindanan hîn ne li derve ne? Tevî biryarên DMME’yê çima Birêz Selahattîn Demîrtaş nayê berdan?”
Welatiyekî din jî bertek nîşanî pênaseya dewletê ya wekî “Tirkiyeya bê teror” da û wiha axivî: “Pêvajoyek hatiye destpêkirin. Dawiya hemû şeran aştî ye. Lê çima hîn jî pênaseya ‘teror’ an jî ‘bê teror’ tê bikaranîn? Bila her kes vê yekê bizanibe ku gelê Kurd ne terorîst e. Em ji vê îfadeyê aciz in.”
Welatiyekî din “qanûna çarçoveyê” ya ku li Meclisê hat qebûlkirin rexne kir û got, “Niha di vê qanûna hatiye derxistin de destketiya gelê Kurd çi ye? Em vê nizanin. Agahî nadin Kurdan. 12 hezar ciwan ji bo çi şehîd ketin? Li gorî min ev qanûneke derew e û qanûneke ji bo xapandina me ye.”
Her wiha welatiyekî din jî got, “Di hundirê vê qanûna çarçoveyê ya derketiye de ti tişt tineye. Hundirê çarçoveyê vala ye.”

