Li Sûdanê êrişeke hewayî li ser kaneke zêr a li nêzî sînorê Misrê hate kirin. Di encamê de herî kêm 72 madenkarî jiyana xwe ji dest dan.
Rêxistina civaka sivîl a Sûdanê “Parêzerên Rewşa Lezgîn” diyar kir ku êriş ji aliyê Hêzên Hewayî yên Misrê ve hatiye kirin.
Ev rêxistina serbixwe ku bûyerên tundiyê yên di şer de bi belge dike daxuyaniyek da û got, “Roja Şemiyê di êrişeke balafirên leşkerî yên Misrê de li gorî texmînên destpêkê 72 madenkarên sivîl mirin.”

