Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê (MÎA-FED) derbarê rakirin û veguhestina peykerê Selahedînê Kurdî ya li Şamê de daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de bertek nîşanî di bin navê ‘restorasyonê’ de rakirina peykerê Selahedînê Kurdî ya li Şamê hat dayîn û wiha hat gotin: “Ev ne restorasyon e, hewldana qutkirina dîroka Kurdan a ji xaka wan û jêbirina bîra wan e. Ev polîtîkayek e ku ji zû ve di bin navê biratiya ummetê de tê meşandin. Di bingeha rakirina peykerê Selahedînê Kurdî ji Şamê û birina cihekî din de ev tişt heye. Di şexsê wî de hewl dana jêbirina dîroka Kurdan, nêrîna rêveberiya Şamê ya li hemberî Kurdan bi eşkereyî nîşan dide. Hişmendiya ku duh Hewlêrê bombebaran kir û hişmendiya ku îro peykerê Selahedîn li Şamê radike heman e.”
HÛN NIKARIN BÎRA KURDAN QET JÊ BIBIN
Federasyonê daxuyand ku ew ê li hemberî vê rewşê bêdeng nemînin û ev tişt anî ziman:
“Em bi dengê herî bilind xwedî li mîrateya Selahedînê Kurdî derdikevin. Yên ku xeyala Rojhilata Navîn a bê Kurd dikin divê baş bizanibin ku dîrok bi jêbirinê nayê tinekirin. Em Kurd, neteweyek in ku koka xwe berdaye kurahiya Mezopotamyayê; hêza wan têr nake ku wî bavêjin. Koka nirxên me û koka gelê Kurd têra xwe kûr in. Hûn dikarin peykerê Selahedînê Kurdî ji Şamê rakin, lê hûn nikarin wî qet bibin jibîrkirin û ji dîroka Kurdan jê bibin. Eger peykerê wî ji ber ku bi eslê xwe Kurd e ji Şamê hatibe rakirin û biribin cihekî din, ev yek aliyekî nû ya înkara gelê Kurd e. Em vê helwestê qebûl nakin û şermezar dikin.
Weke MÎA-FED, em vê înkar û qirkirinê şermezar dikin û em dixwazin peykerê Selahedînê Kurdî demildest li cihê wê yê berê were danîn. Xwedîderketina li mîrateya Selahedînê Kurdî, xwedîderketina li dîrok, nasname û bîra gelê Kurd e.”

