Gruba muzîkê ya Koma Amara ya ku ji gerîlayên jin pêk tê, ji bo berhemê xwe yê bi navê ‘Derwêşo’ klîb kişand ku ji bo bîranîna yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê şehîd Alî Haydar Kaytan hatiye amadekirin.
Klîb ji Art Media Produktion ji aliyê Tarik Demîr ve hate amadekirin. Klîb di qenala YouTube ya Med Hunerê de hate weşandin.
Xwezan Harun gotinên stranê dibêje. Gotin û muzîk ayîdê Ferîde Rapo, arantej jî ayîdê Seyîd Riza Silbûs e.
Klîba ‘Derwêşo’ ji dîmenên Xwezan Harun û wêneyên Alî Haydar Kaytan hate çêkirin.
Mirov dikare li ser qenala YouTube ya Med Hunerê li klîbê temaşe bike.
KLÎBA SÊYEMÎN A KOMA AMARA
Koma Amara îsal albumeke bi navê ‘Hevala Min’ a ji 8 berheman pêk tê, weşand.
Di albumê de berhemên bi navê “Derwêşo”, “Sara û Bîşeng”, “Vengê Avzem”, “Hevala Min”, “Çar Heval”, “Roniyê Me”, “Roj û Zarok” û “Kezî” cih digirin.
Komê berê ji bo berhemên ‘Hevala Min’ û ‘Roniyê Me’ jî klîb weşandibû. ‘Derwêşo’ di çarçoveya albumê de bû klîba sêyemîn.
‘DI ŞERT Û MERCÊN ZEHMET DE HUNERÊ DIKIN’
Tarik Demîr ê ku qepaxa albuma Koma Amara amade kir, xebatên wê yên danasîn, belavkirin û lîsanslamayê meşand, çêkirina klîba ‘Derwêşo’ jî girt ser xwe.
Tarik Demîr ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku kom di şert û mercên zehmet de xebatên xwe yên muzîkê didomîne.
Tarik Demîr wiha got, “Koma Amara komeke muzîkê ya ku berdêlên giran dayî ye. Di bin şert û mercên giran de hunerê dikin. Lewma min ji dil û can ev wezîfe qebûl kir. Hevalan herî dawî ji bo berhemê ‘Derwêşo’ dîmen şandin. Heval Xwezan Harun berhemê dibêje. Me bi dîmenê heval Xwezan û wêneyên şehîd Alî Haydar Kaytan klîb amade kir. Niha em pêşkêşî muzîkhezan dikin.”
GOTINÊN BERHEMÊ ‘DERWÊŞO’
Stranbêj: Xwezan Harun
Gotin û Muzîk: Ferîde Rapo
Aranjor: Seyîd Riza Silbûs
Di dilê min de lehî û boran
Deng û vîna te bû me lorand
Parî bû rastî ket destê derwêş
Belav kir gav bi gav li çiya û rêwiyan
Ey Derwêşo maşûqê eşqo
Evîndarê nûra keska li aso
Ji nifşa Elîşêr ji rengê Mûnzûro
Diyarî ji bo şevê roniya sibê
Ji dayika Gulîzar nifşa hêviyê
Di nava çar çiya derket ser dikê
Şemala çavên wî ye rastiya jînê
Ey Derwêşo maşûqê eşqo
Evîndarê nûra keska li aso
Ji nifşa Elîşêr ji rengê Mûnzûro

