Serokê Giştî yê YENÎ Partiyê Ozgur Ozel pêşnûmeya “qanûna çarçoveyê” ya ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de pêşkêşî meclisê hatiye kirin, bi endamên komîsyona edalet û destûrî ya partiya xwe re nirxand. Ozl piştî civîna ku bi qasî 3.5 saetan berdewam kir daxuyanî da. Ozel pêşnûme rexne kir û îdia kir ku bêyî amadekariyeke têrker hatiye rojevê.
Ozel anî ziman ku pêşniyar bi qasî 25 deqîqeyan piştî ku radestî wan hatiye kirin, ji Serokatiya Meclisê re hatiye şandin û hiqûqnas du rojan li ser nivîsê xebitîne. Ozel destnîşan kir ku duh bi çar profesorên hiqûqa cezayî re civînek nirxandinê ya berfireh li dar xistine û got, “Mijarek ewqas hesas bi awayekîserobero nayê destgirtin û balkêşe ku hewl dane ku nivîs ji raya giştî veşêrin. Ji hêla teknîkî ve ji rexneyan re vekirî ye û em bi pêşnûmeyeke ku xirab hatiye amadekirin re rû bi rû ne.”
Ozel anî ziman ku ew ê rêbaza ku ji destpêka pêvajoyê ve hem di qonaxên komîsyonê û hem jî li Lijneya Giştî meşandine berdewam bikin û wê nûnerên partiyê rexne û pêşniyarên xwe di komîsyonê de bînin ziman. Ozel diyar kir ku niyeta wan a îmzekirina pêşnûmeyê tineye û got, “Em ê li pêşberî dîrok û girtekan gotina xwe bibêjin. Em ê di pêvajoya pêş de tevkariya pêwîst di komîsyonê de bidin.”
Ozel bi bal kişandin ser rapora hevpar a ku ji hêla Komîsyona Meclisê ve hatiye amadekirin û diyar kir ku divê pêşniyarên demokratîkbûnê yên di raporê de werin bicîhanîn û ew ê vê mijarê hem di komîsyonê de û hem jî di nîqaşên Lijneya Giştî de bînin rojevê. Ozel destnîşan kir ku ew ê ji partiyên din ên siyasî jî daxwaz bikin ku îradeya xwe ya di vê mijarê de bi zelalî nîşan bidin.
Ozel li ser pirsa gelo ew ê dengdana Lijneya Giştî de helweseteke çawa nîşan bidin, wiha bersiv da: “Em ê helwesta xwe ya ku ev pirsgirêk divê li zemîna meclisê bê çareserkirin berdewam bikin.”
BANGA JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ
Ozel anî ziman ku di mijara demokratîkbûnê de divê gavên şênber bên avêtin û destnîşan kir ku hin verastkirin bêyî ku bên meclisê dikarin bên bicihanîn û wiha berdewam kir: “Serokê Meclisê dikare bi xwe rûniştinê bi rê ve bibe, Dikare biryara Can Atalay bide xwendin. Wezareta Karên Hundir dikare şaredarên ji kar hatine dûrxistin vegerîne ser kar. Tevî hemû zehmetiyan jî em li pişt îmzeya xwe ne. Ji bo careke din cenazeyên şehîdan neyên vî welatî em ê li pişt pêvajoyê bin.”
Ozel anî ziman ku divê gavên demokratîkbûnê di nav hev de bên avêtin û diyar kir ku divê pêkanînên qeyûman bi dawî bibe, girtiyên siyasî bên berdan û reformên demokratîk bên bicihanîn û got, “Em ê bibînin bê kî li ser soza xwe bisekine. Ev gel dizane kî soza xwe digire û kî ji soza xwe vedigere.”
BERTEKA LI DIJÎ FEZLEKEYÊ
Ozel têkildarî fezlekeya dawî ya ku derbarê wî de hatiye amadekirin de jî nirxandin kir. Ozel diyar kir ku hemû partiyên siyasî yên li meclisê li dijî eşkerekirina naveroka îdianameyê bertekek nîşan dan û got ku helwesteke hevpar girîng e.
Ozel pêvajoya fezlekeyê rexne kir û got, “Di dîroka meclisê de pêkanînên ku mînakên wan tine ne tên kirin. Armanca vê yekê ew e ku avantajeke siyasî ji AKP’ê re çêbike û li dijî serokê giştî yê YENÎ Partiyê sûîqesta îtîbarê pêk bîne.”

