Duh bi şev li Taxa Minsuriyê ya navçeya Artûklû ya Mêrdînê bi ser malan de hate girtin û Mahsum Çalhan, Serhat Akpinar, Abdulkadîr Elmas û Bîlal Elmas hatin binçavkirin.
Hate zanîn ku endamên Meclîsa Ciwanan a Mêrdînê ya DEM Partiyê ji ber daliqandina pankartê hatine binçavkirin.
Tê payîn ku piştî kar û barên îfadeyê ya li Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê ciwan sewqî edliyeyê bên kirin.

