Ji ber barana dijwar li kolanên bajarên Valensiya û Alicante lehî rabû û wesayît ketin ber lehiyê. Li hin herêman di nava 24 saetan de di metrekareyê de qasî 700 lître baran hate qeydkirin.
Li gorî rayedaran, li Sagunto kesekî jiyana xwe ji dest da. Li Katalonya jî jinek kete nava çem û jiyana xwe ji dest da. Li Oliva jî du kesan jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku yek ji miriyan jineke 79 salî ye û yê din jî mêrekî ku li kampeke bajêr krîza dil derbas kir.
ZÊDEYÎ 400 OPERASYONÊN RIZGARKIRINÊ
Hêzên ewlekariyê yên li herêma Valensiya, bi wesayîtên xwe yên bejahî û hewayî zêdeyî 400 operasyonên rizgarkirinê pêk anîn.
Rayedarên rewşa lezgîn ên li herêmê, diyar kir ku ji ber baranên zêde û bênavber hatinûçûn xeter bûye û ji gel xwest ku li malên xwe bimînin.
Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez jî li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyanî da û rewşa li herêmê “pir zehmet” nirxand. Sanchez diyar kir ku xebatên rizgarkirinê li qadên zehmet jî didome û bang li gel kir ku seyahatan nekin.
LI BAŞÛRÊ FRANSAYÊ JÎ HATINÛÇÛN SEKINÎ
Barana dijwar li hin herêmên peravê Behra Spî jî bi bandor bû. Hat ragihandin ku li başûrê Fransayê otorêya navbera Nîmes û Aigues-Mortesê di aliyê Spanyayê de hatiye girtin.

