Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd û qonaxa niha ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji ANF’ê re axivî.
Meral Beştaş ragihand ku daxwazên Kurdan ên ji bo azadî û mafên demokratîk di nîqaşên siyasî de tên paşxistin û got, ji bo çareseriya mayînde divê sererastkirinên hiqûqî bikevin meriyetê û di aliyê demokratîkbûnê de gavên şênber bên avêtin.
‘ÎRADEYA SIYASÎ DIVÊ VEGUHERE GAVÊN ŞÊNBER’
Beştaş diyar kir ku qanûna çarçoveyê di Meclîsê re derbas bû, lê ji bo bikeve meriyetê hîna Desteya Ewlekariyê ya Millî (MGK) biryar nedaye û bilêv kir ku di pêvajoyê de hikûmet ne xwedî îradeya siyasî ye.
Beştaş destnîşan kir ku divê îradeya siyasî veguhere gavên şênber û hiqûqî û got, “Di pêvajoyê de îradeyek tê nîşandan; geşedanên girîng hene, qanûna çarçoveyê heye, beriya wê komîsyona Meclîsê heye. Lê belê ji bo ev bigihije zemînekî hiqûqî, derengbûneke cidî heye û ji demê re tê hiştin. Em vê dibînin û niha meseleya ku herî zêde di raya giştî de tê nîqaşkirin, ev e.
Li aliyekê qanûna çarçoveyê nayê bicihanîn, li benda biryara MGK’ê dimînin. Li aliyê din rapora komîsyona Meclîsê nakeve meriyetê. Aştî bi berpirsyarî û gavên beramber pêkan e. Hikûmet û desthilatdarî divê berpirsyariya xwe taloq neke.”
‘LI SER ÎRADEYA MECLÎSÊ MEKANÎZMAYEKE BIRYARÊ YA NÛ HATE AVAKIRIN’
Meral Daniş Beştaş di dewamê de ev tişt jî got, “Qanûn di Meclîsa Gelê Mezin a Tirkiyeyê de ye. Di encamê de îradeya gel a herî bilind, çavkaniya jiyanê ye. Em hemû li wir in, hemû partî li wir in. Lê belê pêvajo ji burokrasiya ewlekariyê re tê hiştin. Li ser îradeya meclîsê mekanîzmayeke biryarê ya nû hate avakirin. Divê di bin bunyeya Meclîsê de jî komîsyonek were avakirin. Bila desteyên şopandinê jî yên ji saziyên demokratîk ên sivîl, aktîvîst, jin û ciwanan pêk tê, pêvajoyê bişopînin û kontrol bikin.”
Meral Beştaş diyar kir ku pêvajo tenê bi berdana çekan û bidawîbûna şer re sînordar nîne û destnîşan kir ku divê qada siyaseta demokratîk were berfirehkirin û ji bo girtiyên siyasî, mafê hêviyê û bidawîkirina qeyiman gav bên avêtin.
Meral Beştaş bal kişand ser xitimîna di pêvajoyê de û got, “Di qonaxa niha de xitimîneke cidî heye, pêvajo tê derengxistin û ji demê re tê hiştin. Ev pêvajo ne tenê têkildarî berdana çekan û bidawîkirina şer e. Di heman demê de pirsgirêkên siyasî û hiqûqî bi rêyên demokratîk bên çareserkirin û avakirina civakek demokratîk e.
Muxatabê sereke û aktorê siyasî Birêz Abdullah Ocalan hîna li Îmraliyê tê ragirtin. Bi salane em asta hiqûqî nîqaş dikin; lewma ez naxwazim heman mijaran dubare bikim. Lê belê ji aliyê siyasî ve jî pirs hene: Kîjan rojnamevan û akademîsyen wê beşdarî pêvajoyê bibin? Gelo Koordînasyona Aştî û Şer dest bi xebatê kir? Em li bendê ne ku di van mijaran de gav bên avêtin û pêşî li Birêz Ocalan were vekirin.”
Meral Beştaş ragihand ku divê meseleya Kurd tenê di bin sernavê ewlekariyê de neyê nirxandin û got, ji bo aştiya mayînde divê daxwazên Kurdan ên ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê û statuya Kurdan bên bicihanîn.

