Bi polîtîkayên şerê taybet re, bikaranîna madeyên hişbir, bahis, qumar, kiryarên çete û bûyerên tundiyê li Kurdistanê di nav pirsgirêkên civakî yên mezin de ne. Lêkolînên qadî yên ku ji aliyê rêxistinên civakî yên sivîl û baroyan ve hatine kirin, balê dikişînin ser belavbûna madeyên hişbir a di nav ciwanan de, her wiha malbat jî banga çareserkirina pirsgirêkê dikin. Li gorî daneyan, temenê bikaranîna madeyên hişber daketiye neh salî.
Di raporên li ser çapemeniyê hatine weşandin de, ji sedî 71,2 kesên tiryakê bi kar tînin di navbera temenê 15-24 de dest bi madeyê kirine û ji sedî 74,4 jî cara ewilî ji koma hevalên xwe yan jî ji derdora xwe ya nêz made temîn kiriye. Yeşîlay di Rapora Qumarê ya Tirkiyeyê ya 2025’an de diyar kiriye ku temenê destpêkirina qumarê heta 15 saliyê daketiye.
Li gorî daneyên Baroya Amedê, ji bo 2 hezar û 173 kesên ku navbera 1’ê Çile-9’ê Çileya 2023’yan ji ber kirîn û firotina tiryakê tên darizandin, parêzer hatine wezîfedarkirin. Di çarçoveya sûcên têkildarî bikaranîna tiryakê, kirîn yan jî qebûlkirina wê de, parêzer ji bo 291 kesan hatin wezîfedarkirin.
Li gel girêdana ciwanan a bi tiryakê re, polîtîkayên şerê taybet jî li herêmê bi rengekî sîstematîk didomin.
Aygul Yagiş jî diyar kir ku li derdora wê gelek malbat hene ku li dijî pirsgirêkên heman têdikoşin. Yagiş ji bo kurê wê jî ji girêdana bi madeyê re rizgar bibe, bi salane têdikoşe. Aygul Yagiş îfade kir ku ciwanan ji nişka ve berê xwe dane bikaranîna madeyê û ji bo jê rizgar bibin jî zehmetî dijîn. Yagiş destnîşan kir ku bi taybetî ciwan û malbatên welatparêz tên hedefgirtin.
Aygul Yagiş diyar kir ku kurê wê ji ber tiryakê pêvajoyeke zehmet dijî û got, weke malbat ev demek dirêje ew li çareseriyê digerin. Aygul Yagiş got, “Kurê wê qasî 6 salan li dijî tiryakê têdikoşe. Di pêvajoya dawî de hem li derdora me hem jî di nava malbatan de ti kes nemaye ku neketiye nava van polîtîkayan. Yê herî nêzî min jî kurê min e. Mixabin kurê min ji ber tiryakê demek dirêj pêvajoyeke zehmet derbas kir û di herî dawî de hate girtin.”
Aygul Yagiş destnîşan kir ku ji xeynî bikaranîna tiryakê bahîs û qumar jî di nava ciwanan de belav bûye û got, ev rewş di aliyê aborî û civakî de malbatan dixe zehmetiyê.
Aygul Yagiş ji bo têkoşîna li dijî tiryakê bang li hemû beşên civakê kir û destnîşan kir ku divê partiyên siyasî û saziyên civakî berpirsyarî bigirin ser xwe. Aygul Yagiş xwest ku ciwan ji tiryakê rizgar bibin û ev bang kir:
“Çi ji destê kê were, her kes bila gav bavêje. Çi dewlet be, çi partî be bila her kes ji bo bidawîbûna vê rewşê bikeve nava hewldanê. Daxwaza malbatan tenê ev e: Bila van ciwanan ji vê jehrê rizgar bikin.”

