Ji ber teqîna gazê ya li madena komirê Liuşenyu ya li eyaleta Şanşî ya li bakurê Çînê, herî kêm 82 karkerên madenê jiyana xwe ji dest dan.
Hat diyarkirin ku di dema teqîna şeva înê de, bi giştî 247 karker di bin erdê de bûn û 128 kesên birîndar bûn jî rakirin nexweşxaneyê. Xebatên lêgerînê yên ji bo karkerên madenê, didomin.
ÎHMALÊN EWLEHIYÊ HATIN TESPÎTKIRIN
Rayedaran ragihandin ku li dijî şîrketa madenê Tongzhu lêpirsîn hate destpêkirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku kombûna gaza bi jehr a nava madenê jî di nav de gelek “binpêkirinên ewlehiyê” hatin tespîtkirin.
XIZMÊN WAN LI BER MADENÊ SEKINÎ NE
Piştî teqînê bi sedan wezîfedarên rizgarkirinê, li herêmê dest bi lêgerînê kirin. Xizmên karkerên winda jî li ber madenê sekinî ne.
Karkerekî ku bi rengekî birîndar rizgar bû, diyar kir ku beriya teqînê bêhneke mîna kukurtê hîs kiriye û piştre her der bû duman.
Ev karesat li Çînê weke qezaya madenê ya herî kujer a ji sala 2009’an û vir ve, hate qeydkirin.
Di meha Sibatê ya sala 2023’yan de, li Moxolîstana Hundir (Bakur) ji ber hilweşîna madeneke komirê 53 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Di madenên komirê yên li Çînê de, zêdeyî 1,5 milyon kes dixebitin.

