Qonaxa heyî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, girêdana qanûna li meclîsê hate derxistin a bi Desteya Ewlekariya Mîllî (MGK) re û aliyên siyasî û civakî yên pêvajoyê bi dewamî têne nîqaşkirin. Zanyara siyasetê Fatma Bostan Unsal asta dawî ya pêvajoyê ji ANF’ê re nirxand.
‘PÊVAJO JI ALIYÊ DERDORÊN CUDA VE BI RENGEKÎ CUDA TÊ FÊHMKIRIN’
Fatma Bostan Unsal anî ziman ku ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ ji aliyê derdorên cuda ve bi rengekî cuda tê pênasekirin, ev yek pirsgirêka baweriyê bi xwe re tîne û got, “Li Tirkiyeyê derdorên cuda hene ku vê pêvajoyê ji binavkirinê heta bi naverokê gelekî cuda fêhm dikin. Di vê çarçoveyê de ez jî di nav de derdorek vê pêvajoyê weke ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ dibîne û li bendê ye ku li gorî vê yekê guhertineke qanûnî bê kirin û bicihanîn. Lê belê derdoreke hîn qelebalix a li desthilatdariyê, ku hêza xwe ya pêkanÎna hin guhertinên qanûnî heye, vê pêvajoyê bi rengê ‘Tirkiyeya bê teror’ pênase dike. Ev derdora ku pirsgirêkê di çarçoveya ewlekariyê de dinirxîne, welê xuya dike ku tenê ji hin guhertinan re amade ye.
Ji bilî van herdu derdoran, derdoreke din a cuda ku ji rêjeyeke girîng a civakê pêk tê, hîs dike ku mexdûrê sereke yê dûrketina ji demokrasiyê ye, lewma li pêvajoyê temaşe dike û baweriyê bi aktorên siyasî nîne. Li gel ku zêdeyî du sal di ser destpêkirina pêvajoyê re derbas bûne, dikare bê gotin ku hîn polîtîkayeke welê nehatiye meşandin ku bersivê bide bendewariyên vê derdorê.
Dema dawî partiya muxalefeta bingehîn bi destwerdana dadgeriyê hate parçekirin. Di heman demê de destwerdanên li şaredariyan a bi destê dadgeriyê fikar bi xwe re anî ku ev yek bi sedemên ‘siyasî’ hatiye kirin. Ev hemû bêbaweriyeke mezin a têkildarî pêvajoyê bi xwe re tîne.”
‘ROLA MGK’Ê YA DI 28’Ê SIBATÊ DE NÊRÎNEKE ERÊNÎ BI XWE RE NÎNE’
Fatma Unsal diyar kir ku di vê pêvajoyê de desthilatdarî MGK’ê dide pêş, ev yek jî di nava civakê û li qada siyasetê pirsgirêka baweriyê bi xwe re tîne û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Desthilatdarî li gel têgihiştina ‘Tirkiyeya bê teror’ a pêvajoyê, Desteya Ewlekariya Mîllî weke saziya esasî dide pêş. Rola Desteya Ewlekariya Mîllî ya di pêvajoya 28’ê Sibatê de, rola xwe ya di nîşandana ‘îrtîca’yê weke gefa sereke li pirtûka sor a wê demê û rola xwe ya di ‘darbeya post modern’ de ku bi xistina hikumeta REFAH-YOL’ê bi dawî bû, fikrekî erênî bi xwe re nîne. Lewma tê rexnekirin ku di pêvajoyê de ev sazî derdikeve pêş.”

