Yekşem, 1 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Fatma Unsal Botan: Desthilatdarî di vê pêvajoyê de MGK’ê dide pêş, ev yek cihê rexneyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 1’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sancar: Abdullah Ocalan derbasî cihê nû yê li Îmraliyê hatiye çêkirin bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiya Dr. Zeyneb Silêmanî ya girtî giran e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Samsunê ‘Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê civîna gel hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Em ê nirxên ku şehîdan bi fedakariyê afirandin her tim biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi merasîmeke heybet 7 şehîdên Şengalê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan car din edalet xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya YJA Starê Rojbîn Sonmez hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîdên me siberoja me ronî kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo kurê xwe yê bûye mexdûrê tiryakê têdikoşe: ‘Ciwanên me ji vê jehrê rizgar bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dayika Aştiyê Elîf Aslan jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jinan: Divê em aştiyê mîsoger bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Voce Arcaica ya ku ji bo Nagîhan Akarsel tê lidarxistin wê di 7’ê Mijdarê de li Romayê be

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E û KON-MED’ê li dijî qirkirina jinan pêngava têkoşîna civakî da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê mirina bi guman a jinek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hinceta tawanbarê ku Rojda Odabaşi birîndar kir ‘qerebalixî’ bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Newaya Jin bi manşeta ‘Parastina cewherî mafê hebûnê ye’ derket
Jin

Newaya Jin bi manşeta ‘Parastina cewherî mafê hebûnê ye’ derket

Rojnameya Newaya Jin di hejmara xwe ya 260'emîn de bi manşeta bi navê "Parastina cewherî mafê hebûnê ye" gihîşt ber destê xwendevanên xwe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Rojnameya Newaya Jin di hejmara 260’emîn de bi manşeta “Parastina cewherî mafê hebûnê ye” gihîşt ber destê xwendevanên xwe. Di hejmara nû ya rojnameyê de bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê, tundiya ku jin lê rast tên û rêbazên têkoşînê yên li hemberî vê yekê hate nirxandin. Rojnameyê di vê çarçoveyê de ji Kurdistanê heta bi Ewropayê, ji Îranê heta bi herêmên cuda yên cîhanê cih da têkoşînên jinan.

JIYANA JINAN A DI BIN SIYA QEYÛMAN DE

Yek ji nivîsên balkêş ên hejmarê nivîsa Koordînatora Navenda Lêkolînên Qadê (SAMER) Yuksel Genç e, ku bi sernavê “Jin di bin siya qeyÛman de: Qada cemaweriyê ya tengbûyî, newekheviya kûrbûyî û jinûve xurtkirina piştevaniyê” hate weşandin.

Genç di gotara xwe de bandora polîtîkayên qeyûm li ser jiyana jinan û bidawîkirina polîtîkayên jinê li asta xwecihî nirxand.

Di nivîsê de hate ragihandin ku têkoşîna li dijî tundiya li jinê tenê bi hewldanên şexsî nameşe; pêwîstî bi daîmiya saziyî, berpirsyariya cemaweriyê û piştevaniya jinê heye.

‘NIHA DEMA AZADIYA JINÊ YE’

Nivîskar Ezda Baran jî polîtîkayên tundiyê yên li herêmên cuda yên Kurdistanê yên li dijî jinan vegot. Baran li gel sedemên tundiyê, her wiha rê û rêbazên rêxistinbûn û xweparastinê yên jinan jî destnîşan kir.

Di nivîsa xwe ya bi sernavê “Ji bo jiyanê, niha dema azadiya jinê ye” Baran diyar kir ku feraseta baviksalariyê qadên jiyanê bi temamî dorpêç kiriye û ragihand ku jin ji bo karibe hebûna xwe biparêze xweparastin jê re pêwîstiyek e.

TUNDIYA BI RÊK Û PÊK A LI DIJÎ JINÊN LI ÎRANÊ

Di beşa têkildarî Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ya rojnameyê de Berdevka Çapemeniyê ya PJAK’ê Gelawêj Ewrîn bi wesîlya 25’ê Mijdarê gotarek nivîsî.

Di nivîsa bi sernavê “Tundiya sîstematîk gihîştiye lûtkeyê” de darvekirina jinan a li Îranê, kuştina jinan, tundiya li nava malbatê, girtin û zexta li aktîvîstên jin hate nirxandin.

Hate ragihandin ku Îran di mijara darvekirina jinan de li rêzên destpêkê yên cîhanê ye û tenê di sala 2025’an de herî kêm 61 jin hatin darvekirin. Di nivîsê de hate gotin, jin bi hincetên têkildarî sûcdariyên ‘kisas’ û ‘narkotîkê’ hatin darvekirin.

Di nivîsê de rewşa aktîvîstên jin ên Kurd Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî hate vegotin ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn.

LI EWROPAYÊ KOMBÛNA JINEOLOJIYÊ

Di rûpelên Ewropayê yên rojnameyê de cih ji çavdêriyên têkildarî Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê re hate dayin ku di 16-18’ê Cotmeha 2026’an de li bajarê Haelen ê Hollandayê hate lidarxistin.

Konferansa ku ji zêdeyî 10 welatên Ewropayê nêzî 150 delege û nûnerên tevgera jinê tevlî bûn, bi dirûşma ‘Di avakirina jiyana komînal û azad de rola Jineolojiyê’ hate lidarxistin.

Rojnamevan Seval Balci di nivîsa xwe ya têkildarî konferansê de li ser bingeha azadiya jinê hilberîna agahiya alternatîf û lêgerîna veguherîna civakî nirxand.

‘ŞOREŞA HERÎ MEZIN A CIVAKÎ ŞOREŞA JINÊ YE’

Di beşa forûmê ya rojnameyê de nirxandina Rêber Apo ya têkildarî jinê ya 23’ê Çileya 1994’an hate weşandin.

Di nirxandinê de ku bi sernavê “Şoreşa herî mezin a civakî şoreşa jinê ye” hate weşandin, li gel jiyana çandî û aborî ya jinan her wiha rola wan a di azadkirina civakê de jî hate nirxandin.

DI TÊKOŞÎNA JINÊ DE ENTERNASYONALÎZM

Ji nivîskarên rojnameyê Haskar Kirmizigul jî bi wesîleya 25’ê Mijdarê li ser qirkirina jinê û têkoşîna jinê ya enternasyonalîst nivîsî.

Kirmizigul anî ziman ku li dijî hilweşîneriya modernîteya kapîtalîst a li ser jin, civak, xweza û zanînê işaret bi pêwîstiya fikirîn, hilberîn û berxwedanê kir.

Di nivîsê de hate destnîşan kirin ku dema enternasyonalîzm a di xwezaya têkoşîna jinê de heye veguhere stratejiyeke zane, rêxistinbûyî û çalakiyê dikare pêşketinên girîng bi xwe re bîne.

ÇALAKIYÊN CIWANAN ÊN LI FRANSAYÊ Û DAXWAZÊN TEVGERÊN JINAN

Newaya Jin cihekî berfireh da bûyerên di rojeva cîhanê de ne.

Li gel çalakiyên ciwanan ên li Fransayê, sedem û daxwazên çalakiyên ciwanan û nêzîkatiya dewletê, daxwazên tevgerên jinan ên têkildarî guhertina qanûnî ya li ser tundiya li jinê di rûpelên rojnameyê de hatin weşandin.

Di rûpela cîhanê de her wiha hevpeyvîna bi Ayni Apahtli Ruiz Reyes a Meksîkayî ya li Parîsê dimîne hate weşandin ku hevpeyvîn bi sernavê “Şamanek, jineke şîfakar” hate weşandin. Ruiz Reyes qala şêweyê bawerî û jiyanê ya li ser têkiliya tiba Aztek a kevneşop (Nahuatl) û şîfayê vegot.

ZIMAN, WÊJE Û AVAKIRINA ÇANDÊ

Ziman û wêje di hejmara 260’emîn a Newaya Jin de bû yek ji sernavên girîng.

Roza Metîna di nivîsa xwe de ya bi sernavê “Ziman û Wêje” hate weşandin, destnîşan kir ku ziman û wêje du têgînên girîng in ku hevdu temam dikin.

Metîna ziman weke bingeha nasname û fêhmkirina jiyanê, wêje jî weke qadeke li ser dewlemendiya ziman afirandî pênase kir.

Bermal Çem jî di nivîsa xwe de ya bi sernavê “Li Ewropyaê çanda Kurdî” ragihand ku jinên Kurd di herikîna dîrokê de yek ji hilgirê civak û çandê ye.

Çem diyar kir ku paşeroja muzîka Kukrdî tenê bi dubarekirina berhemên berê garantî nabe û diyar kir ku ji bo nifşên nû muzîka xwe hilberîne divê derfetên perwerdeyê bêne afirandin.

ROJHILATA NAVÎN, AŞTÎ Û NÎQAŞÊN LI SER CIVAKA DEMOKRATÎK

Endama Akademiya Zanistên Civakî Viyan Lolan di nivîsa xwe de ya bi sernavê “Ji misogeriya hebûnê ber bi vejîna azadiyê ve” pirsgirêkên ku ji ber feraseta netewe-dewletê li Rojhilata Navîn hatin afirandin û pêvajoya avakirinê ya aştî û civaka demokratîk nirxand.

Di nivîsê de li ser têkiliya navbera azadiya jinê û azadiya civak û welat nirxandin hate kirin.

JI DÎROKÊ HETA NIHA BERXWEDANA JINAN

Sebelan Kiliç di nivîsa xwe de ya bi sernavê “Sembola wêrekî û serîhildanê: Sojourner Truth) jiyana parêzvana mafên jinan û dijberê kolektiya li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Sojourner Truth nirxand.

Di nivîsê de ji jinên Kurd heta bi Hindistan, Polonya, Arjantîn û Şengalê qala berxwedanên cuda yên jinan hate kirin.

JI JINÊN PÊŞENG ÊN TÊKOŞÎNA MAFÊN JINAN HELEN BAMBER

Fîdan Yildirim jî li ser Helen Bamber nivîsî ku yek ji kesayetên girîng ê têkoşîna mafên mirovan e.

Karên Bamber ên bi kesên ji Holokostê rizgar bûn, penaberan, mirovên ji şer bi bandor bûn, mexdûrên bazirganiay mirovan, mexdûrên sinetkirina jinan, destavêtin, êşkence û qirkirinê re meşandî hate vegotin.

‘ŞEHÎDÊN ME VEXWENDINA JI HEQÎQETÊ RE YE, NE JI ŞÎNÊ RE’

Di rûpela dawî ya rojnameyê de Jiyan Çiya (Salîha Kaytan) a ku Tebaxa 2019’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, bi pênûsa Hêlîn Dersim hate vegotin.

Di nivîsa bi sernavê “Hilgira jiyana bêhesab û bê berjewendî: Dr. Jiyan” de qala Jiyan Çiya hate kirin ku hem weke doktorekê hem jî weke fermandarekê cihekî çawa di jiyana hevrêyên xwe de girt.

Di nivîsê de nirxên ku Jİyahn Çiya li derdora xwe afirand, feraseta wê ya têkoşînê û kêfxweşiya wê ya jiyanê hate vegotin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Fatma Unsal Botan: Desthilatdarî di vê pêvajoyê de MGK’ê dide pêş, ev yek cihê rexneyê ye
Nûçeya Pişt re ‘Em ê nirxên ku şehîdan bi fedakariyê afirandin her tim biparêzin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Milîsên HBDH’ê li Stenbol û Mêrsînê çalakiya sabotajê kirin

Milîsên Partîzan Amed ên HBDH’ê ragihand ku li Stenbol û Mêrsînê bi çalakiyên sabotajê gelek…

Ji aliyê Stêrk TV

Li dêrê destdirêjiya li bêhtirî 100 zarok hatiye veşartin

Derket holê ku li dêrek a Brîtanyayê bêhtirî 100 zarokên kur rastî destdirêjiyê hatine û…

Ji aliyê Stêrk TV

Xelkê Efrîn û Şehbayê li dijî êrişan meşiya

Şêniyên Şehba û Efrînê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker daketin qadan û êriş…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Fatma Unsal Botan: Desthilatdarî di vê pêvajoyê de MGK’ê dide pêş, ev yek cihê rexneyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Sancar: Abdullah Ocalan derbasî cihê nû yê li Îmraliyê hatiye çêkirin bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şertên joyanê yên li kampên Waşûkanî û El-Telae xirabtir dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rewşa tenduristiya Dr. Zeyneb Silêmanî ya girtî giran e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?