Li gorî daneyên ku Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) mehane eşkere dike, ji 27’ê Sibata 2025’an û vir ve 190 rojnamevan hatin binçavkirin, 59 rojnamevan hatin girtin, li 51 rojnamevanan kiryarên xerab hate kirin.
Piştî destpêkirina Banga Aştî û Civaka Demokratîk zexta edlî ya li hemberî rojnamevanan dewam kir. Di herikîna pêvajoyê de 136 rojnamevan ketin ber lêpirsînê, 99 ji van dosyayan hate xistin. Di encama darizandinê de li 121 rojnamevanî bi giştî 134 sal, 6 meh û 28 roj cezayê girtîgehê hate birîn. Her wiha bi giştî 187 hezar 302 TL cezayê pere li rojnamevanan hate birîn. Heta 3’ê Mijdara 2026’an 2 rojnamevan li malê hatin ragirtin, hejmara rojnamevanên li girtîgehan jî bû 33 kes.
Di vê demê de binpêkirineke din li qada sansurê bû. Hesabên li platformên medya dîjîtal ên weke X û Instagramê hate astengkirin. Li gorî daneyan 251 malperên înternetê hatin girtin. Polîtîkayên qeyûm ên desthilatdariyê jî êriş bir ser saziyên serbixwe. Rêveberê Weşana Giştî ya TELE1 Merdan Yanardag kete ber lêpirsînê û bi hinceta lêpirsîna “sîxuriya siyasî” 24’ê Cotmeha 2025’an qeyûm li ser qenalê hate danîn. Piştî salekê di 14’ê Cotmeha 2026’an de vê carê serdegirtin li navenda Halk TV a li Stenbolê hate kirin û bi tayînkirina qeyûm weşana wê hate rawestandin.
Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Kesîra Onel mijar nirxand û got, “Weke li tevahiya cîhanê li Tirkiyeyê jî saziyên çapemenî û weşanê weke hêzeke bi bandor li pêşiya me ye. Li gel bandorê aliyê ku hêz ber bi wê ve diçe bi xwe re nakokiyên cidî tîne. Bi taybetî em dibînin ku qada medya yekdestbûyî gotina xwe neafirîne û organên çapemeniyê yên ku berdevkiyê ji amûrên dewletê re dikin, di mijara agahdarkirina rast a raya giştî û bicihanîna roleke bi bandor a pêvajoyê çawa bêkêr bûne.”
Kesîra Onel destnîşan kir ku rojnamevaniya aştiyê nêzîkatiyeke rojnamevaniyê ye ku di hemû pêvajoyên şer de derdikeve holê û ji xwe re dike armanc ku civakê û aliyên şer li ser zemîneke hevpar bigihîne hev. Onel got, “Ev nêzîkatî ji xwe re dike armanc ku mercên herdu aliyên şer li ser têkiliya sedem-encamê bi rengekî yekpare binirxîne û amadekariya civakî ya ji bo çareseriya meseleyê destnîşan bike.
Rojnamevaniya aştiyê giraniyê dide ser wê yekê ku divê kîjan mijaran di nava civakê de bi giranî bixe rojevê, zimanê tê bikaranîn herdu aliyan biçûk nexîne û cihêkariyê neke. Her wiha ji xwe re dike armanc ku civakên di nava xwe de cuda bûne jinûve bigihîne hev û astengiyên li pêşiya aştiyê ji holê rake. Lewma rojnamevaniya aştiyê ne tenê nûçekirina şer e. Di avakirina aştiya civakî de, di afirandina feraseteke diyalogê ya navbera aliyan de bi roleke çalak radibe. Lewma yek ji qadên bingehîn ên di avakirina aştiya civakî de bi bandor e, rojnamevaniya aştiyê ye.”
Kesîra Onel diyar kir ku bêguman jin jî yek ji aktorên sereke yên vê pêvajoyê ne û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Divê tecrûbeyên wan jinan li ber çavan bê girtin ku di nava pêvajoya şer de cih girtin, di vê meleyê de pêşengî kirin û di pêvajoya heyî de di pratîkê de bi roleke çalak rabûn. Li gel vê yekê pêşvebirina polîtîkayên jinê û perspektîfa jinê nîşan dide ku ev pêvajo tenê bi mejiyê serweriya mêr nikare bê nirxandin. Lewma girîng e ku pêvajo ji aliyê rêxistin, komele, weqf û saziyên cuda yên jinan ve bi berfirehî bê nirxandin. Ji ber ku yekane kirdeya vê meseleyê mêr nîne; jin jî yek ji kirdeyên yekser ên vê pêvajoyê ne.
Divê em bi rengekî eşkere destnîşan bikin ku jin di vê pêvajoyê de xwedî gotin e, meseleyê li qada xwe ya berpirsyariyê dibîne û di avakirina aştiyê de dixwaze bi roleke çalak rabe. Bi taybetî divê were gotin ku rojnamevanên jin ji bo rêveçûna pêvajoyê li ser zemîneke demokratîk û baş bi berpirsyariyên girîng radibin. Di heman demê de weke rojnamevanên jin dema ku vê meseleyê dinirxînin divê zimanekî dûrî ji nijadperestiyê, nefretê û zayendîperestiyê bi kar bînin. Ji ber ku nîşandana deng, tecrûbe û daxwazên jinan parçeyekî avakirina aştiya civakî ye.”

