În, 6 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Rojnamevaniya aştiyê di avakirina aştiya civakî de xwedî roleke çalak e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 6’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Kirşehîrê ji girtiyan biryara derneketina hevdîtinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Divê şert û mercên xebatê û hevdîtinê yên birêz Ocalan bên bicih anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kûrtûlmûş: Rojên pêş wê komîsyona şopandinê ava bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdê YPS’ê Ozgur Bûlût li Edeneyê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bafil Talabanî: Ji hikûmetê vedikişin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê êrîşî rafîneriyek a  petrolê hate kirin: Kesek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kameran Osman: Li Herêma Kurdistanê di 30 salan de 238 zarok bûne qurbaniyên şer

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên azadiyê li Sineyê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hisên Hecî: Divê civaka Êzidî vê derfeta dîrokî ji dest nede

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê şehîdên Rojhilat bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Silêmaniyê cenazeyê jinekê li malê hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tûgba Hezer: Di pêvajoyên muzakereyê de divê jin xwedî mafê gotin û biryardanê bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrcan Degîrmencî: Em jin divê bi hev re bin, wekî din rêya me nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehtap Sakîncî: Kuştina jinê polîtîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zeynep Duygu Agbayir: Ji bo aştiyê ku Darusselam bi bîr tîne, berpirsyarî divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Zîlan Esen: Li dijî kuştina jinan veguherîna civakî şert e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Roja Yekîtiya Gelan’ a li Rûsyayê rengîniya çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Festîvala şano ya şehîd Arîn Şano neynika civakê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Ciwan albûma ‘Çiyayên Ronî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi biryarnameyê ji kar hate dûrxistin, hate girtin, bi NÇM’ê li muzîkê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Ciwan Îbrahîm Rojava ye
Rojava

Ciwan Îbrahîm Rojava ye

Şehîd Ciwan Îbrahîm ji rojnamevaniyê heta bi fermandariyê, ji karên amadekariya Şoreşa Rojava heta bi parastina gel bi têkoşîna xwe ya 18 salan şopek li pey xwe hişt. Dayika wî Enîne Topal Hemo got, "Rojava Ciwan Îbrahîm e. Ez bi têkoşîna wî serbilind im.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 14 dq.
Parvekirin

Ciwan Îbrahîm bi gotina “Ez zarokekî ji Serêkaniyê me. Navê dayika min Enînsa, navê bavê min Abdûrrahîm e. Tu kî ye? Tu ji ku tê?” ji çeteyên Cebhet El Nûsra re axivî bû. Sal 2012 bû, şerê Serêkaniyê diqewimî. Ciwan li gel ku ji destê xwe birîndar bû, bêyî ku pansûmanê bike, dest ji şervanên xwe berneda. Bi gotina, “Eger ez vekişim wê bandor li hevrêyên min bibe, hêza min bi temamî di vî şerî de ye” fikirî ku dikare şer bi destê xwe yê din bi rê ve bibe.

Meşa bi rûmet a 18 salan a Ciwan Îbrahîm a ji Serêkaniyê heta bi Lubnanê, ji Garê heta bi tunelên berxwedanê yên Zapê û Şoreşa Rojava xwedî şopên vê biryardariyê bû. Di vê meşê de carna rojnamevanekî serketî b, carna fermandar, carna jî yek ji pêşengên gelê xwe bû. Hinek ji me ew di ragihandina damezrandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de, hinek ji me ew weke Fermandarê Asayîşê, hinek ji me jî ew bi gera xwe ya li ser motorsîkletê ya li kolanên Qamişloyê nas dikir. Îro Rojava şîna vî fermandarê xwe yê efsanewî girê dide.

JI LUBNANÊ HETA BI ÇIYAYÊN AZAD

Ciwan Îbrahîm (Nosîcan Îbrahîm) 3’ê Cotmeha 1983’an li Serêkaniyê ji dayik bû. Bi navê Lorîn û Şirîncan du xwişkên wî, bi navê Dilciwan jî birayekî wî heye. Mezinê malê bû. Dayik û bavê wî mamoste ne. Perwerdeya dibistana seretayî û dibistana navîn ji dayik û bavê xwe digire. Hîn di temenekî zû de polîtîkayên rejîma Baasê yên tinehesibandina gelê Kurd nas dike. Bi saya karên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rojava meşand û gel zane kir, Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir. Du sal piştî pêkhatina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, di sala 2001’ê de ji Lubnanê vegeriya Kurdistanê.

Li qada Garê demeke dirêj ma û piştre derbasî Zapê bû. Di sala 2010’an de beşdarî nava Hêzên Taybet bû û di xeta fedaîtiyê de xwe ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve di asta herî bilind de jinûve ava kir. Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re sala 2011’an li nava karên şoreşê li refên herî pêş cih girt û bi vê armancê li Rojava vegeriya. Ev veger di jiyana wî de bû xaleke werçerxê ya serdemeke nû.

ROJÊN AMADEKARIYA ŞOREŞÊ

Wê salê li Rojava civîn dihatin lidarxistin, ciwan dihatin komkirin, ji bo rêxistinbûna gel kar dihatin kirin. Hîn saziyên şoreşê ava nebû bûn. Beşeke girîng a vî karî bi civîn û perwerdeyên veşartî dihate kirin. Mala bavê Ciwan Abdûrrahîm Îbrahîm yek ji wan deveran bû ku ev civîn lê dihatin lidarxistin.

Berdevkê Çaemeniyê yê berê yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Ferhad Şamî di vê demê de Ciwan nas dike. Şamî ji ANF’ê re qala wê demê kir û got, “Di civînên destpêkê yên sala 2011’an de min nas kir. Mazlûm Ebdî, Şehîd Hisên Çawiş û Henîfe Hisên; bi van hevalan me perwerde werdigirt. Wê demê rejîma Baasê dixwest êrişê bike, lê belê me tedbîrên xwe werdigirt.”

LI HER QADÊ KED DA

Karên wê demê yên Ciwan li nava çapemenî, ciwan û xweparastinê belav dibû. Ji bo perwerdeya çapemeniyê ji ciwanan re bê dayin bername dihate amadekirin, li bajarên cuda yên Rojava perwerde dihatin lidarxistin. Şamî jî li ser daxwaza Ciwan beşdarî vî karî bû. Şamî bi dewamî got, “Me amadekariya bernameyekê dikir û me dest bi perwerdeyê kir. Li Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Til Temirê me perwerdeya çapemeniyê dan ciwanan. Em çûn Hesekê, Qamişlo û herî dawî Dêrikê.”

Li gel dewamiya perwerdeya çapemeniyê karên ji bo xweparastinê û rêxistinbûna bajaran jî gelekî girîng bûn. Di vê çarçoveyê de di pêvajoya derxistina leşkerên rejîmê ji bajêr de komên ciwanan hatin avakirin. Ciwan li gel Şehîd Hemze Tolhildan, Şehîd Serhed, Şehîd Seydo, Şehîd Goran û Şehîd Lewend bi vê berpirsyariyê rabû.

JI BO TEVAHIYA KURDISTANÊ

Rojnamevan Dîlan Osman jî dibêje, di wê demê de hîn ciwan bûn û dixwestin beşdarî vî karê amadekariya şoreşê bibin. Hatina Ciwan û hevalên wî ji bo Rojava weke parçeyek ji lêgerîna têkoşîneke ji bo tevahiya Kurdistanê pênase dike: “Hevalê Ciwan yek ji wan kesayetan bû ku di Şoreşa Rojava de bi roleke mezin rabû. Yek ji wan bû ku ji bo amadekariya şoreşê hat. Wê demê em jî ciwan bû, bi kelecanê bûn, armancên me hebûn. Me dixwest bi wan re bin û bi berpirsyariyê rabin. Hevalê Ciwan û hevrêyên wî ne tenê li Rojava, her wiha li hemû parçeyên Kurdistanê difikirîn.”

Ciwan ji bo gel ji Şoreşê re amade bike mal bi mal digeriya, qala pêvajoya nêzîkbûyî dikir, li ser jiyaneke ku dikare bê avakirin bi mirovan re diaxivî. Di wê demê de ku li Sûriyeyê krîz giran dibû diviyabû gel amade bûya û zmeîna civakî ya şoreşê bihata avakirin. Ji ber vê jî karên rêxistinbûnê li her qada jiyanê belav dibû.

Dîlan Osman vî karî bi vî rengî bi bîr dixîne: “Niha her kes wî weke Fermandarê Asayîşê nas dike, lê belê beriya wê kedeke mezin hebû. Qala ‘Şerê Gel ê Şoreşgerî’ tê kirin, Hevalê Ciwan yek ji pêşengên wê bû. Yek ji wan kesan bû ku di pratîkê de bersiv da pirsên ‘Çima şoreş divê bê kirin?’, ‘Çawa divê bê kirin?’ Mal bi mal digeriya, ji zarokan heta bi extiyaran ji her kesî re qalê dikir. Hevalê Ciwan ji bo gel karibe jiyana xwe bi rê ve bibe hewl da meclîsan ava bike. Piştre jî pêvajoya derbasbûna li sîstema Rêveberiya Xweser destpê kir.”

SERÊKANIYÊ JI ÇETEYAN RE NEHIŞT

Her kesên ku qada Ciwan Îbrahîm dike destpêkê ji şerê Serêkaniyê destpê dike. Ev şerê ku Mijdara 2012’an rû da, bi qasî jiyana wî di rêveçûna têkoşîna li Rojava de jî xwedî cihekî girîng e. Ferhad Şamî ku wê demê ji şer re şahidî kir, qala wê demê dike: “Cebhet el Nûsra bi 73 tabûr û zêdeyî 10 hezar çeteyên xwe li gel çekên giran êriş kir. Di parastina bajêr de li gel hevalê Ciwan, Şehîd Jiyan Tolhildan, Şehîd Dozdar Hemo, Şehîd Seydo Rojhilat, Şehîd Serhed, Şehîd Lewend, Şehîd Goran û Cemşîd jî hebûn. Serêkaniyê bajarê wî bû û bi saya van hevalan hate rizgarkirin.”

Yek ji bûyerên ku di bîra Şamî de ma dorpêçkirina qada ku Şehîd Goran lê bû. Şamî got, “Zêdeyî sed çeteyî qada ku Şehîd Goran lê bû dorpêç kiribûn. Li pêşberî qada dorpêçkirî dibistana pîşeyî hebû. Di destê hevalan de tenê bombeyên destan hebûn.  Hevalê Ciwan bi bombeyên destan çû û hevrê rizgar kir. Bi wî rengî wêrek bû.”

BERXWEDAN BI YPG’Ê RE BÛ XWEDÎ NASNAME

Têkoşîna ku li Serêkaniyê hate kirin, bandor li afirîna nasnameya leşkerî ya YPG’ê kir. Di demekê de ku çete li gelek deveran bi pêş ve diçûn, berxwedana ku li Serêkaniyê lê rast hatin ji aliyê cihê YPG’ê û têkiliya bi gel re bû xwedî tecrûbeyeke girîng. Şamî balê dikişîen ser girîngiya wan rojan: “Çete li her derê bi ser diketin, lê belê li Serêkaniyê derb xwarin. Piştî Şêxmeqsûdê gel li dora YPG’ê civiya, bi sayay van hevalan.”

XIRISTIYAN Û EREB PARAST

Piştî parastina Serêkaniyê, avakirina mekanîzmayên ewlekariyê yên Rojava û parastina bajaran veguherî berpirsyariyeke girîng. Ciwan tecrûbeya xwe ya leşkerî vê carê derbasî nava karên li qada ewlekariyê kir. Di sala 2013’an de piştî ku Asayîş hate ragihandin li bajaran sîstema ewlekariyê hate avakirin û ji bo vê xebitî.

Nêzîkatiya ciwan a li mijara ewlekariyê ew bû ku gelên cuda bi hev re bajarên xwe biparêzin. Girîngî dida wê yekê ku gelên Ereb, Suryanî, Ermenî û Çerkes mekanîzmayên xwe yên ewlekariyê ava bikin. Vê nêzîkatiyê fikrê Dîlan guhertibû: “Girîngiyeke mezin dida wan bajaran ku gelek pêkhateyên cuda lê diman. Me digot, ‘Em welatparêz in, destpêk her tim ji bo Kurdan e, dozeke me ya bi vî rengî eye’. Lê belê hevalê Ciwan welê nedigot. Wî digot, ‘Eger tu dixwaze xwe biparêze û ewle bike, divê tu gelên din jî bi rêxistin bike’. Vê yekê guhertinek di kesayetiya me de afirand.”

Di salên ji êrişên giran ên DAÎŞ’ê de vê nêzîkatiyê bersiva xwe ya herî şênber di nava karên Asayîşê de dît. Parastina taxên ji şêniyên Xiristiyan û Ereb yek ji wan mijaran bû ku Ciwan li ser disekinî. Ferhad Şamî qala têkiliya Ciwan a bi Xiristiyanên li Qamişloyê dike: “Xiristiyan û Ereban gelekî ji wî hez dikirin. Yê ku herî zêde Xiristiyan ji DAÎŞ’ê diparast ew bû. Salên 2014, 2015 û 2016’an Asayîşê ew tax parast. Digot, ‘Divê em Xiristiyan û Ereban biparêzin’ û ji bo Xiristiyanên li Qamişloyê tabûr ava kir.” Şamî diyar dike ku herî dawî di sala 2016’an de wî Ciwan li Holê dît. Di demekê de ku çete li wî digeriyan jî karên xwe dewam kir.

LI GARÊ BÛ STÊRK

Ciwan Îbrahîm piştî wezîfeyên xwe yên li Rojava careke din berê xwe da çiyayên azad. Di sala 2019’an de li qada Garê dema ku bi erka xwe ya şoreşgerî radibû di êrişa dewleta Tirk de tevlî karwanê şehîdan bû. Piştî ku 2’ê Mijdarê şehadeta Ciwan û 29 gerîlayan ahte ragihandin li Rojava taziye hate danîn. Ji Zirgan, Til Temir, Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê, Çilaxa, Rimêlan, Girkê Legê û Dêrikê bi sedan kes beşdarî bîranîna li Hesekê bûn.

‘EZ BI CIWAN SERBILIND IM’

Piştî taziyeyê ji bo nivîsandina çîroka Şehîd Ciwan em bi dayika wî Enîse Topal Hemo re axivîn. Enîse Topal Hemo ku ji Efrînê ye, ji eşîra Şikakî ye. Dayika wî qala kesayetiya kurê xwe dike û bi gotina “Ez bi qurbana xorta bim” dest bi axaftina xwe dike: “Ciwan kete dilê min, lê belê taceke zêrîn jî danî ser serê min. Ji ber ku dayika wî me ez serbilind im. Serê min bi kurê min bilind e. Ciwan Îbrahîm Simko Şikakî ye.”

Dayika Enîse dema ku qala karê kurê xwe yê ji bo gelê xwe dike, ji jiyana wî ya li malê jî mînakê dide: “Tiştên herî bedew ji bo gelê xwe kir. Yekî gelekî jîr û jêhatî bû, rojekê jî jê aciz nebûm. Dilê wî timî paqij bû. Di karên malê de timî alîkarî bi min re dikir. Gelekî hez ji min, cîran û hevalên xwe dikir. Min kêmasiyeke wî nedît.” Hesreta kurê xwe bi têkiliya wî ya bi gel re tîne ziman: “Ciwan Îbrahîm sebra Rojava ye. Rojava Ciwan Îbrahîm e. Ez ê navê Ciwan Îbrahîm li Serêkaniyê bikim.”

‘BÎRANÎNA JI BER KAMERAYEKÊ MAYÎ

Ciwan Îbrahîm her wiha yek ji kedkarên çapemeniyê bû ku di sala 2013’an de perwerdeya rojnamevaniyê da Dîlan Osman. Di bîra Dîlan de bîranîneke taybet a bi kameraya Ciwan heye. Rojekê kameraya xwe ya ku jê re diyarî hatibû dide Dîlan. Dîlan qala wê kêliyê dike: “Beriya ku ji Rojava biçe kameraya xwe diyarî min kir. Got, ‘Bila ya te be, lê belê her tim mirovên rû li ken bikişîne’. Min jî got, ‘Bila bi te re bimîne, te gelekî hez ji vê kamerayê dikir û wêneyên herî bedew dikişand’. Got, ‘Na, êdî bila bi te re be’. Wê kêliyê dibe ku mirov pê nahese, lê belê ew bû diyariya dawî ku da min. Hîn jî ew kamera bi min re ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Rojnamevaniya aştiyê di avakirina aştiya civakî de xwedî roleke çalak e’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Wanê ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ destpê kir

'Meşa Mezin a Azadiyê' li Wanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê destpê kir. Hate ragihandin ku armanca…

Ji aliyê Stêrk TV

KCK’ê şehîdên Helebceyê bi bîr anî

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya salvegera Komkujiya Helebceyê daxuyaniyek da û şehîdên Helebceyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Êşkence li 10 kesan hate kirin

Li Îzmîrê 10 kesên ku bi îdîaya beşdarbûna çalakiya protestoyî hatin girtin, li Girtîgeha Tîpa…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Rojnamevaniya aştiyê di avakirina aştiya civakî de xwedî roleke çalak e’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mazlûm Ebdî serdana sersaxiya şehîd Ciwan Îbrahîm kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bafil Talabanî: Ji hikûmetê vedikişin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Rihayê du jin hatin qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?