Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Qersê, ji bo protestokirina wefata girtiyê nexweş Tuncer Saglam li ber avahiya bajêr daxuyaniya çapemeniyê da. Nûnerên saziyên civaka sivîl ên bajêr û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de pankarta “Aştî nayê dîlgirtin, heta zindan vala nebin aştî pêk nayê” hat vekirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Qersê Arzu Savaş Derman daxiuyanî xwend.
Arzu Savaş Derman diyar kir ku tevî nexweşiyên giran Tuncer Saglam nehatiye berdan û anî ziman ku Saglam bi mehan li dijî pirsgirêkên tenduristiyê têkoşiyaye û rewşa wî her ku çû xerabtir bû.
Arzu Savaş Derman bi bîr xist ku Saglam tevî gumanên pençeşêra pankreasê jî bi hinceta “teşhîs nehatiye danîn” nehatiye berdan û got: “Divê berpirsiyariya rêveberiya girtîgehê, meqamên dadweriyê û saziyên tenduristiyê were eşkerekirin.”
BANG LI WEZARETA DADÊ HAT KIRIN
Arzu Savaş Derman destnîşan kir ku girtîgeh veguherîne navenda binpêkirina mafê jiyanê û der barê rewşa girtiyên nexweş bang li Wezareta Dadê kir.
Arzu Savaş Derman ev tişt anîn ziman: “Girtîgeh bûne cihên ku bi awayekî fîîlî cezayê darvekirinê li girtiyên nexweş tê birîn. Em careke din bang li Wezareta Dadê dikin; divê girtiyên nexweş demildest werin berdan.”
Daxuyanîbi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

