Li Tirkiyeyê şano li gel pirsgirêkên xwe yên avaniyê bi bandora atmosfera siyasî gav bi gav ji cewhera xwe dûr dikeve. Lîstikên ku tê îdîakirin ku polîtîk in, nikarin xwe ji bin bandora îdeolojiya Tirkîtiyê rizgar bikin.
Bi destpêkirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re cihê hunerê di nava têkoşîna aştiyê de û bûyerên heta niha qewimîn di nava raya giştî de hatin nîqaşkirin. Heta niha îro bi bandora şer berhemên li dijî gelê Kurd û gelên din, bi gotinên nijadperestî derketin pêş. Bi pêvajoya nû re nîqaş ketin rojevê ku divê zimanê hunerê jî biguhere.
Derhênerê şanoyê û dramaturg Abdullah Uysal mijar ji ajansa me re nirxand.
Uysal anî ziman ku şanoya polîtîk li Tirkiyeyê divê li gel meşandina siyasetê bê nirxandin û diyar kir ku êdî kesekî Kemalîst jî îdîa dike ku şanoyeke polîtîk dike. Uysal got, “Gelo li Tirkiyeyê şanoya polîtîk tê kirin? Ji aliyê sosyolojîk ve li Tirkiyeyê polîtîka tê kirin? Yan jî demeke dirêj e li Tirkiyeyê polîtîka çawa tê kirin? Yanî di vir de polîtîkbûn gelo ew e ku karê hûn dikin ji aliyê naverokê ve polîtîk e, yan jî weke kes cihê ku hûn xwe lê nîşan didin polîtîk dibe?
Hevalekî me hebû ku rêveberê Şanoyên Bajêr a Îzmîrê bû ku niha îstifa kiriye. Berê li Şanoyên Bajêr ê Stenbolê dixebitî û di dema desthilatdariya AKP’ê de ji wir hatibû dûrxistin. Ev kesê ku gotinên xwe bi giranî dûrî gel û baweriyên cuda bû, kesekî Kemalîst ê yekser bû, îro îdîa dike ku şanoya polîtîk dike. Halbûkî di şanoya wî ya polîtîk de cihê Kurdan, jinan, gelan û baweriyên din tine ye. Li Tirkiyeyê her tiştên ku bi rengekî dijminane bersivê dide hiqûqa dijmin dikare polîtîk bibe.
Halbûkî şanoya polîtîk ne muxalîfbûna we ya ji hinekan e, nîşaneya hêza we ya guhertinê ye ku ji cewhera jiyanê werdigire. Brecht vê dibêje. Dema ku Brecht vê dibêje, Augusto Boal jî ji bo vê şanoya polîtîk dibêje ‘Provaya şoreşê’ ye.
Gelo xeyal û armanceke we ya şoreşê heye, nîne? Şanoya we li ku derê vê mijarê ye, hûn xeyaleke çawa ya şoreşê dikin? Dema ku we ev kir hingî dik, kolan, her der ji bo we dibe dik, her der ji bo we dikare bibe şano. Îro dema ku hûn li qada çalakiyê bi rola berxwedêrekî bilîzin, hûn dikarin polîtîk bibin. Eger li stargehekê heywanek tê qetilkirin û hûn jî li ber wê stargehê bilîzin hûn hingî dikarin polîtîk bibin. Di nava wî şerî de, li Fransayê, di nava bombeyên gazê de yan jî îro li Kurdistanê… Dema we li wir lîst hûn dikarin polîtîk bibin.
Îro li vî welatî daxwaza aştiyê daxwaza herî mezin a polîtîk e. Parastina mafên heywanan li vî welatî, gotina ‘bila jinek karibe nîvê şevê bi rengekî azad li derve bimeşe’ çalakiya herî polîtîk e. Nebin dijberê hinekan, divê xeyaleke we hebe, ji bo pêkanîna vê xeyalê jî amûrên we hebin.
Ez di nava vê jiyanê d yekane karê ku jê bawer dikim û ji xwe bawer dikim ku dikarim pêk bînim, dikim. Ew jî şano ye. Hûn hewl didin xwedî li çanda gelekî zimanê xwe qedexekirî derkevin, çîroka jinên şevên wan hatine asêkirin vebêjin. Hûn çîroka mirovên di vê jiyanê de nayên dîtin vedibêjin. Derbasî ser dikê dikin, digihînin gel û ji bo vê jî cih, dem, sînoran nas nakin. Wê demê hûn şanoyeke polîtîk dikin.”
Abdullah Uysal bal kişand ser cihê hunerê di têkoşîna aştiyê de û got, “Pirsgirêka demokratîkbûnê yek ji pirsgirêkên herî mezin ên Tirkiyeyê ye. Wezîfeya hunerê ye ku qadeke welê biafirîne ku mirov xwe îfade bike, xwe bi xwe bi rê ve bibe, hunera xwe hliberîne, yek ji yê din fêhm dike û dibe hemhal. Em vê yekê dikarin bi hunerê bi ser bixînin.
Ji ber ku huner xwedî hêza yekkirinê ye; cihekî xwe heye ku bandorê li hestê mirovan dike. Siyaset bandorê li mejî dike, lê belê huner bandorê li wijdan û hestan dike. Eger îro me yekser nedît ku dayikeke gerîla û dayikeke leşkerê Tirk negihîştin hev, yekane rêya ku em karibin vê hîs bikin, vegotina vê yekê bi hunerê ye. Mirov dikare vê yekê bi stranekê, bi şanoyekê ji Kurd û ji Tirk re vebêjin.
Eger aştî wê bê dibe ku b mejî, bi aqil, bi maseyê bê. Baş e, lê ‘lihevhatina gelan wê çawa bibe?’ Di vir de jî pêwîstî bi hêza çêkirinê û yekkirinê ya hunerê heye. Ev ne tenê ji bo ’em ji hev hez bikin’ e, di vir de huner di heman demê de nivîsandina dîrokekê ye. Divê em tiştên ku bi serê me ve hatiye binivîsînin ku siberojê bêne dîtin.
Huner xwedî aliyekî parastina bîrê ye, xurtkirinê ye, çêkirinê ye, di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de. Eger di vir de azad be, wê tevkariyên gelekî mezin li pêvajoyê bike.”

