Xwendekarên li bajarên Girkê Legê û Rimêlan ên li herêma Cizîrê ji bo daxwaza perwerdeya bi zimanê Kurdî, redkirina biryara sînordarkirina zimanê Kurdî di dibistanê de xwepêşandan lidar xist.
Xwepêşanderan berê xwe dane Rêveberiya Dibistanan a li bajarokê Rimêlan û li wir çalakiyeke protestokirinê li dar xist, wan li pêşiya avahiya Rêveberiya Dibistanan sloganên ku girêdana wan bi daxwaza perwerdeya bi zimanê Kurdî nîşan dide, berz kirin.
Xwendekaran dan zanîn ku ew ê xwepêşandanên xwe bidomînin û daxwaza mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê dayikê bikin, her wiha diyar kirin ku perwerdeya bi zimanê Kurdî mafeke esasî ye û ew jê venagerin.
Xwendekarên bajarê Qamişlo li dijî biryara sînordarkirina dersên zimanê Kurdî bi 3 saetan di hefteyê de xwepêşandanek li dar xistin û daxwaza mafê xwe yê fêrbûna bi zimanê dayikê û naskirina zimanê Kurdî wekî zimanekî fermî kirin.
QAMIŞLO
Xwepêşandan li çerxerêya Şehîd Osman Sebrî li taxa Hilêliyê dest pê kir û ber bi Gerînendetiya Herêmê li navenda bajêr ve çû, xwendekaran dirûşmeyên pabendbûna bi perwerdeya bi zimanê dayikê qîr kirin.
Di xwepêşandanê de, xwendekarên bi navê Diyana Sonchan û Viyan Mehmûd li ser navê xwendekaran daxuyaniyek bi zimanê Kurdî û Erebî xwendin.
Di daxuyaniyê de xwendekaran biryara kêmkirina dersên zimanê Kurdî li dibistanan şermezar kirin û destnîşan kirin ku Kurdî ne tenê ders e, lê nasname, çand, dîrok û hebûna gelê Kurd e.
Xwendekaran her wiha ji Wezareta Perwerdeyê û hikûmeta veguhêz xwestin ku mafên ziman û perwerdeyê yên gelê Kurd nas bikin û mafên wekhev ji bo hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê garantî bikin.
Li ber Gerînendetiya Herêma Qamişlo, xwendekaran bi Gerînendeya Herêmê Cîhan Hesam re civiyan û daxwazên xwe yên derbarê mafên xwe yên perwerdeyê û ziman de pêşkêşî wê kirin û diyar kirin ku divê gavên ji bo garantîkirina mafê wan ê perwerdeya bi zimanê dayikê werin avêtin.

