Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Hatayê, têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li avahiya şaxa xwe daxuyanî da. Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Hatayê Mursel Tonguç Salmanoglu daxuyanî xwend. Salmanoglu diyar kir ku Qanûna Hejmar 7595 gaveke girîng e, lê bi serê xwe têrê avakirina aştiya mayînde nake.
Salmanoglu bal kişand binpêkirinên li hember azadiya îfade û rêxistinbûnê û anî ziman ku operasyonên siyasî û pêkanînên bê hiqûqî di civakê de bê baweriyê kûrtir dike. Salmanoglu destnîşan kir ku divê pêvoja bi gavên demokratîkbûnê û reformên hiqûqî bê piştgirîkirin.
DIVÊ DI PÊNC XALÊN BINGEHÎN DE GAV BÊN AVÊTIN
Salmanoglu anî ziman ku ji bo pêşveçûna pêvajoya çareseriyê divê di pênc xalên bingehîn de gav bên avêtin û xwest ku berî her tiştî di pêkanîna qanûnî de şefafî û mîsogeriyên hiqûqî pêk bên. Salmanoglu destnîşan kir ku divê nezelaliyên di şertên sûdwergirtinê de bên rakirin û beşdariya kesên vedigerin a nav jiyana civakî bê mîsogerkirin.
Salmanoglu diyar kir ku nabe gavên demokratîkbûnê bi şertê bêçekbûnê ve bên girêdan û banga bidawîanîna pêkanînên qeyûman, pêkanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), berdana girtiyên nexweş û pêkanîna mafê hêviyê kir.
Salmanoglu anî ziman ku divê pêvajo ji aliyê mekanîzmayeke serbixwe û piralî ve were şopandin û xwest ku rêxistinên mafên mirovan û saziyên civaka sivîl beşdarî pêvjoyê bibin.
Salmanoglu bal kişand ser pêwîstiya ronîkirina windakirina bi darê zorê û qetilkirinên kiryar diyar û banga kir ku divê gihandina malbatên mexdûr a heqîqetê û avakirina bernameyên temîrkirina civakî bên mîsogerkirin.
Salmanoglu di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hikûmetê kir ku berpirsiyariyê bigire ser xwe û destnîşan kir ku ji bo meşandina pêvajoyê divê gavên bêçekbûn, demokratîkbûn û aştiya civakî bi hev re bên avêtin û ev yek ji bo avakirina aştiya mayînde jiyanî ye.

