Duh li navçeya Aliaga ya Îzmirê di Fabrîkaya Hesin û Polayê ya HABAŞê de teqînek pêk hatibû. Di encama teqînê de heta niha 17 karker jiyana xwe ji dest daye. Li dijî mirina karkeran li Stenbolê Hêzên Ked, Demokrasî û Aştiyê ya Stenbolê li pêşiya AVMa Cevahîrê ya Şîşliyê daxuyanî da. Endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên civakî û rêxistina kedkaran û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Êdî bes e, ji bo bijî li ber xwe bide” hate vekirin û dirûşmeya “Kujerên HABAŞê dê hesab bidin” hate berzkirin.
Endama Partiya Kedkarên Sosyalîst (SEP) Şevval Akkaya daxuyanî xwend. Şevval Akkaya diyar kir ku patron dev ji berjewemendiyê xwe bernadin û got: “Ev pergal berjewemendî û pereyê ji jiyana karkeran zêdetir li ber çavan digire. HABAŞ ne cara yekemîn tê rojevê. Di 10 salên dawiyê de di heman fabrîkayê de 10 karker jiyana xwe ji dest da. Em dipirsin di van cînayetên kar de lêpirsîn hate vekirin? Wezareta Kar çi dike? Di fabrîkayekî de karker jiyana xwe ji dest bidin û kar berdeqam bike ev tê çi wateyê. Bêdawiya vê tabloya bi xwîn nayê. Ew dixwazin em jiyana xwe ji dest bidin lê rewş wisa nameşî. Heta ku pergal neguhere dê karker bimirin. Çareseriya mayînde ew e divê kedkar di tevahî pêvajoya hilberînê de xwedî biryar be. Êdî bes e, em naxwazin ku dema bixebitin jiyana xwe ji dest bidin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

