Ji bo işaret bi mafê jiyanê û tenduristiyê yê girtiyên nexweş bê kirin li gelek bajaran daxuyanî ji çapemeniyê re hate dayin û nerazîbûn ji binpêkirinên li girtîgehan re hate nîşandan.
Li ber Edliyeya Bayrakli ya li Îzmîrê Hevseroka EGE TUHAYDER’ê Ayfer Yildizim daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku li gel teşhîsa bi gumana kansera pankreasê li Tuncer Saglam hate danîn jî bi rengekî pêwîst nehate dermankirin. Ayfer Yildirim xwest berpirsyariya îdareya girtîgehê, meqamên dadgeriyê û saziyên tenduristiyê bê lêkolîn.
Ayfer Yildirim her wiha ji bo Pinar Tikin a ku kist a araknoid di mejiyê wê de ye û cara duyemîn berdana wê hate taloqkirin û Evîn Zapsu ya biyopsi lê hatiye kirin, banga berdanê kir. Ayfer Yildirim destnîşan kir ku çaresernekirina rewşa girtiyên nexweş li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nayê.
Parlamenterê Îzmîrê yê DEM Partiyê Îbrahîm Akin jî nerazîbûn nîşan da ku qanûna çarçoveyê nêzî çar meh in bi cih nayê anîn û xwest, guhertinên qanûnî û biryarên dadgehê bi cih werin anîn.
Li Mûşê Hevberdevkê TUHAY-DER’ê Bariş Kiliç daxuyanî da û xwesti xemsariya bû sedema mirina Saglam bê lêkolîn, Evîn Zapsû bê dermankirin û hemû girtiyên bi nexweşiyên giran bêne berdan.
Li Semsûrê Platforma Saziyên Demokratîk li ber girtîgehê daxuyanî dan çapemeniyê û xwestin ku astengiyên hiqûqî û îdarî yên li pêşiya berdana girtiyên nexweş asteng in, bêne rakirin. Parlamenterê Mersînê yê DEM Partiyê Alî Bozan diyar kir ku mirina Tuncer Saglam xemsarî nîne, lê kuştin e û bang li desthilatdariyê kir ku hemû girtiyên nexweş berde.
Li Rihayê bi pêşengiya TUHAY-DER’ê, li Îdirê bi pêşengiya DEM Partî û Tevgera Jinên Azad daxuyanî hate dayin û hate xwestin, ku mafê jiyanê yê girtiyên nexweş bê parastin û pêvajoya mirina Saglam bê ronîkirin.

