Ji ber ku Tirkiye bi israr biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ên li ser binpêkirina mafên mirovan bi cih nîne, nîqaşên li ser mafên mirovan û dewleta hiqûqê zêdetir dibin.
Hiqûqnas dibêjin, bicihneanîna biryarên DMME’yê ne tenê binpêkirina mafên mirovan dewam dike, di heman demê de rêgeza serweriya hiqûqê û baweriya bi edaletê jî têk dibe.
Serokê Şaxê Amedê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ercan Yilmaz mijar ji ajansa me re nirxand.
‘BICIHNEANÎNA BIRYARÊN DMME’YÊ NÛ NÎNE’
Yilmaz anî ziman ku bicihneanîna biryarên DMME’yê ji bo Tirkiyeyê nû nîne û bi bîr xist ku bi taybetî piştî sala 2016’an û derbasbûna li sîstema hikumetê ya Serokkomairyê ya sala 2017’an ev pirsgirêk hîn şênber bû.
Yilmaz got, “Ji hingî ve meseleya bicihneanîna biryarên DMME’yê hîn zêtir kete nava jiyana me. Bi taybetî bicihneanîna biryarên binpêkirinê yên têkildarî mirovên ji ber sedemên polîtîk girtî ne, bicihneanîna biryarên berdanê, rewşa DMME’yê û erka dadgeriyê ya ku Tirkiyeyê nas kiriye dike cihê nîqaşê.”
Ercan Yilmaz ragihand ku bicihneanîna biryarên DMME’yê bi taybetî bi biryarên têkildarî kesayetên naskirî de bêhtir hate dîtin û got, “Piştî biryarên Demîrtaş û Kavala, bicihneanîna biryarên binpêkirinê di nava hiqûqa navxvweyî de, ji bo welatiyan û tevahiya civakê encamên cidî bi xwe re anî. Rêgeza ewlekariya hiqûqî zerareke mezin dît ku mebest ji vê rêgezê ew e ku mirov karibe xwe lê bigire û pê bawer be ku dadgeh hene ku dikare mafên xwe bixwaze.” Bi dewamî anî ziman ku ew bi nêzîkatiyeke welê re rû bi rû ne ku baweriya bi hiqûqê serûbin dike.
MAFÊ HÊVIYÊ 12 SAL IN BI CIH NAYÊ ANÎN
Yilmaz bi bîr xist ku têkildarî biryara ‘Mafê Hêviyê’ ya ku DMME’yê sala 2014’an têkildarî Rêber Apo da, li Tirkiyeyê guhertinên pêwîst ên hiqûqî û pratîkî nehate kirin û got, “Di sala 2014’an de têkildarî ‘Mafê Hêviyê’ biryarek hate dayin. Ji bilî vê yekê der barê girtiyên cuda de biryar hatine dayin. Biryara li ser Birêz Ocalan û Civan Boltan yek ji wan e. Lê belê li gel 12 salên di ser re derbas bûne jî di hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê de guhertinek çênebûye.
Dema ku mirov qala mafên mirovan û hiqûqê dike, bicihneanîna biryarên bi vî rengî dibe sedema şikestinên cidî yên baweriyê. Di heman demê de fikara mirovan zêde dibe ku li Tirkiyeyê ne dadgeh lê belê otorîteyeke siyasî biryarê dide. Nêrîneke welê bi mirovan re peyda dibe ku dadgeh li şûna ku serbixwe tevbigere, li gorî nêzîkatiya desthilatdariya siyasî tevdigere.”
Yilmaz diyar kir ku ji bo bicihanîna biryarên DMME’yê pêwîstî bi qanûneke nû yan jî reforma hiqûqî nîne û got, hikumên heyî yên Destûra Bingehîn û peymanên navneteweyî yên ku Tirkiyeyê mohra xwe daniye binî di vê mijarê de têrker e.
‘BICIHNEANÎNA BIRYARÊN DMME’YÊ SÛCÊ DESTÛRA BINGEHÎN E’
Ercan Yilmaz destnîşan kir ku bicihneanîna biryarên DMME’yê tenê weke kêmasiyeke hiqûqî nikare bê dîtin, ev yek tê wateya binpêkirina berpirsyariyên destûra bingehîn û axaftina xwe bi vî rengî qedand:
“Dadgehên herêmî neçar in ku li gorî biryarên binpêkirinê yên DMME’yê daye tevbigere. Dema ku biryarek li derveyî vê dan, hingî li dijî hiqûqê tevdigere. Dibe ku îro ev sûc nayê nîqaşkirin, meseleya sûcê destûra bingehîn nakeve rojevê. Lê belê di pergala hiqûqê ya asayî de bicihneanîna biryarên DMME’yê sûcekî li dijî destûra bingehîn e.
Eger hûn dibêjin ku dewleteke hiqûqê ne, hûn neçar in ku li gorî Destûra Bingehîn û peymanên navneteweyî tevbigerin ku we mohra xwe danîne binîn. Di vir de ya divê bê nîqaşkirin meseleya bicihanîn an jî bicihneanîna biryarên DMME’yê nîne, mesele ew e ku ev biryar çima hîn jî nehatiye bicihanîn. Ji ber ku bicihanîna van biryaran tercîhek nîne, lê mecbûriyeteke hiqûqî û destûra bingehînî ye.”

