Pêncşem, 12 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Yilmaz: Bicihneanîna biryarên DMME’yê sûcê li dijî destûra bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îdem ê ku 30 salan girtî ma hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana girtiyê 30 salan Zubeyîr Îdem cara sêyem hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran ji bo girtiyên nexweş bang hate kirin: ‘Mafê jiyanê ewle bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurtulmuş di çarçoveya pêvajoyê de serdana DEM Partiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara qurbaniyên teqîna li HABAŞ’ê bû 19

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şehîdên azadiyê li Rojhilatê Kurdistanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qendîlê li ser şopa şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şiyar Şevger: Em ê teqez xwedî li têkoşîna şehîdan derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bombardûmana li ser Rojhilatê Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî bi salan di bîranînê de gihîştin hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û Tevgera Nifşê Nû serî li Dadgeha Federal da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YJK-E û KON-MED: Di cînayeta Vesîle Akin de divê berpirsiyarên îhmalên muhtemel hesabê bidin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tevlîbûna yekser a jinan a li pêvajoya aştiyê mercê demokratîkbûnê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mukkades Erdogdu Çelik: ‘Divê têkoşîn li dijî çavkaniyên tundiyê bê meşandin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Dogû: Nêzîkatiya AKP’ê ya hiştina pêvajoyê ji demê re rîskên cidî bi xwe re tîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Em bi berxwedana xwe ya bi heybet 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Jîna Ehmed bi kefaletê hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Em ji bîr nekin ku em şervanên azadiyê ne’
Kurdistan

‘Em ji bîr nekin ku em şervanên azadiyê ne’

Di nivîsa vê hefteyê ya derbarê xeleka nû ya Xelat bi nasnav Hatîce Kasar de, wê ji zimanê heval û hogiran zêdetir cih bide wê guftogoya bi Rêber Apo re.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Pir caran bi hest, raman û kêliyên bîranînan me serpêhatiyên wan kêliyên hevrêtiya ku bûne şahid ji dîroka artêşbûna jina Kurd re nivîsand. Her wiha ew hevrêyên ku dibûn şahid ji wan lehengan re, ji me re jî dibûn danehev û parvekirina wan hestên ku di dilan de nixumandî. Di wêneyên albûma bîranîn û dil de hatine neqişkirin, her yek ji wan ronahiyek bû ji pirs û navnîşanên me re. Bi rastî jî her gerîlayek ruhê hevrêtiyê, dilsoziya bi nirxên azadî û dîrokê re bi hemû vegotinên xwe û bi kûrahiya hestên xwe re radixistin ber çavan.

Dîroka Starên Azadiyê, her kêliya wê serpêhatiyê, mîna rûpelek ji albûmeke pîroz e ku bi xwîn, keda bêhesab û têkoşîna jinên azad hatiye xemilandin. Lewma em di nav rûpelên demê de digerin. Dema ku behsa hevalekî şehîd dibe, dem êdî ne demeke asayî ye; dibe xelekek ku derbas bûn û paşerojê bi hev ve girê dide.

Di nivîsa vê hefteyê ya derbarê xeleka nû ya Xelat bi nasnav Hatîce Kasar de, wê ji zimanê heval û hogiran zêdetir cih bide wê guftogoya bi Rêber Apo re. Di bernameya wê ya dîtbarî de her gerîlayekê ew heqîqeta wê ya ku di jiyan û têkoşîna xwe de ava kirî, yek bi yek vegotin. Her wiha hin kêliyan em diçûn nîvenga berxwedana zindanan, hin deman em dibûn şahidê wê keda ku di baxçê pambûyan de xwehdan rijandî… Bi hin bîranînan re me xwe di nava şergeha Bagokê û hevrêtiya Xelat û Rojîn de dîdît. Lewma di bernameya dîtbarî ya Starên Azadiyê de heya astekê me cih da wan raman, hest û bîranînan. Îcar em ê bi hev re şopên wê lehenga li Akademiya Mahsum Korkmaz bi guftogo, pirs, nakokî, rexne û rexnedayînên ku bûyî rûmeta lehengiyekê, jiyan û têkoşînekê bixwînin.

RÊBER APO: Hinek rastiyên ku tên jiyîn hene. Hêrs û tengasiyên we hene. Di vê de hûn mafdar in jî. Lê belê em ji nav qiyameteke dijwar hatin. Ev, li Kurdistanê meşa azadiyê ye. Ger şêwazekî din ê meşê hebûya, ez jî wê wisa bimeşiyama. Lê nabe. Ger bi bazdayîna ser pirsgirêkan çareserî pêk bihata, min ê çil carî baz bida ser. Lê nabe. Ger me bikaribûya xwe di dehlîzan de veşartiba, bi zivronekan xwe xilas bikariba, me yê çil qat ji we çêtir bikira. Lê nabe. Tişta ku li paş dimîne, bêyî ku cih ji tu saptandinê re bê hiştin û bêyî ku tu ziravî li ber çavan bê derbaskirin, nêzîkbûna bi rastiyên xwe re ye. Li vir egîdî tam di vê xalê de derdikeve holê.

RÊBER APO: Şoreş, tê wateya derbaskirina van hemûyan. Tê wateya xwe danîna şûna van. Divê mirov bizane yê nû deyne şûna wê. Yên ku vê hêzê nîşan didin, bi pêş de diçin. Civaka rêhevalên saxlem derdikeve holê, yekîtiya pêşengan derdikeve holê.

Rêya derketinê, avakirina yekîtiyeke rast a şoreşgeran e. Pêwîstiya yekîtiyeke şoreşgeran a ku bi her tiştê xwe gihîştî ye, hakimê nefs û pîvanên xwe ye, teqez şaş nabe, şaş nade kirin, heta dawiyê dizane ka dê çawa bi pîvan tevbigere, dikare objektîf bibe, çav û dilê xwe ji rastiyan re nagire heye. Hûn ê vê seknê bijîn. Hûn dibînin ku tu çareya me ya din tuneye. Heta ev ne çareya me ye, tercîha me ye, ferzkirin e. Hûn çar-pênc an jî heşt salan di zindanê de girtine, ji we re gotine ji nav mirinan mirinekê biecibînin. Bi awayekî hov bi ruh û dilê we hatiye lîstin, hûn hatine rûxandin. Hûn bi sedan caran mirine û zindî bûne.

XELAT: Şaşiyeke min a din jî ev bû; min dizanî ku mirovên tên vir, bi erka fermandariyê gihîştine û di astekê de ne ku pîvanên partiyê bi temamî bi cih bînin. Axaftinên we, rêbertiya pratîk a li welat, nirxandinên we yên li ser van kesên ku ketine rewşeke tasfiyekar, li ser min jî bandorekî neyênî çêkir.

RÊBER APO: Bandorek çawa?

XELAT: Dibe ku niyeta kesî ne li ser dijminatiyê be, lê di pratîka ku dike de xizmetê ji wî re dike. Ya min ne tirs e, bêtir kêmasiyeke di kesayetê de ye. Ez difikirim ku ger ez bibim endamê erkek wiha, ger ez erk bigirim, dikevim nav dudiliya ku gelo ez dikarim bikim an na. Bêguman ev têkoşîn e, mirov kêmasiyan jî dike, bi vî rengî an bi wî rengî dikeve rewşeke neyênî jî. Weke kesayet, xwe ji wê rewşê re amade nedîtin mijara gotinê ye. Fikara ku ez jî wek endamên din bikevim heman rewşê, bikevim nav neyêniyek bi wî rengî çêbû. Piştî nirxandinên we, min dest pê kir ku ez vê dudiliyê derbas bikim.

RÊBER APO: Encama ku ji van axaftinan derdikeve holê; têkoşîn e, di bin lawaziyan de neperçiqandin e. Bi şerê xwe re bilindbûn û mezinbûn e. Di jiyana pratîk de jî me ev nîşan da. Li dijî TC’yê me tevgereke mezin a gel organîze kir. Gelo lawazbûn an neyênîbûn dikare çêbibe? Tam berovajî vê, hûn ê ji xwe re bêjin: “Di şexsê Rêbertiya Partiyê de têkoşîn û serkeftinên mezin tên mîsogerkirin, ez jî dikarim wisa bikim.” Encama ku ji hemû analîzan derdikeve holê ev e. Ez hemû xeletî û kêmasiyan datînim holê, dibe ku ev ji te re tirsnak tê.

XELAT: Erê, dem bi dem.

RÊBER APO: Kêmasiyên te yên herî mezin hebin jî, em wan jê qut dikin û diavêjin. Li şûna wan, em kesayetên bi hêz derdixin holê. Min ev qas rewş danî holê. Gelo PKK lawaz dibe? Hûn dibînin ku pêş dikeve. Hîn bêtir, ger hûn bibin mîlîtanên bi hêz, di cîhanê de pir hindik tişt ji destê me xilas bibe. Di PKK’ê de riya bihêzbûnê hatiye vekirin. Rexne we hemûyan digihîne hev. Em tûrikê birînên ku tijî kêm û nexweşî bûne dibirin. Her çend hinekî êş bide jî, laş tenduristiyê qezenc dike.

XELAT: Dema ez hestên hundirê xwe datînim holê, armanca min dîtina çareseriyê ye ji bo wê.

RÊBER APO: Hemû hewldana min ew e ku ez ji Başûr heta Bakur, ji Ewropayê heta Rojhilata Navîn sînoran heta dawî vekim. Em tevgera rawestandina wê burjuwaziya dewletê ne ku gelê me li cîhanê belav dike, wan bêwelat û kole dike. Hûn ê vê jî qebûl bikin. Em ê bi hêsanî bêjin ku revîna ji welat, qebûlkirina koledariyê li şûna azadiyê, bê exlaqiya herî mezin e û em ê bi awayekî bêrehim herin ser û hilweşînin. Divê hûn jî ji serî de bi vê bawer bikin. Em ji bîr nekin ku hûn şervanên azadiyê ne. Em şaş nebin û şaş nedin kirin. Rêhevaltiya me bi hinek nirxên bingehîn ve girêdayî ye, em bênavber şopdarên wan e. Em ji bo vê dijîn. Jîr bin û li gorî hêza xwe tevlî bibin. Riyeke din a derketinê, riya rûmetê, riya mezinbûnê tune ye. Hûn nikarin êşa xwe bi tu awayî din derbas bikin. Hûn nikarin tola xwe ji cîhana zilmê hilînin û hûn nikarin ji bo malbata xwe bibin ewladên bi xêr jî.

ÇAVKANÎ: JIN TV – STARÊN AZADIYÊ

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Tundiya mêr ne tenê li dijî bedena jinê ye, her wiha ruh û jiyana civakî jî dike hedef
Nûçeya Pişt re Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

QSD û YPJˊê derbên giran li konvoya çeteyan ku xwestin ber bi Kobanê re werin dan

Şervanên QSD û YPJˊê derbên pir giran dan konvoyên çeteyên hikumetê û yên dewleta Tirk…

Ji aliyê Stêrk TV

Ahmet Ozer: Bingeha tayînkirina qeyûm tê danîn

Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer piştî ku hate girtin, di îfadeya xwe de ya li dadgehê…

Ji aliyê Stêrk TV

Dêr Hafire û gundên li bakurê Meskeneyê hatin bombekirin

Çeteyên hikumeta veguhêz bi droneyan bombe li gundên Resem El Kirûm, el Keyariya û Resem…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Tundiya mêr ne tenê li dijî bedena jinê ye, her wiha ruh û jiyana civakî jî dike hedef

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Kongra Star: Tundiya li dijî jinan pirsgirêkeke civakî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Îtalya, Brîtanya û Îrlandayê li sedan dibistanan gefa bombeyê hate xwarin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?