Civîna çapemeniyê li avahiya zanîngehê hate lidarxistin û daxuyanî ji aliyê mamosteya zanîngehê Mizgîn Hesen ve hate xwendin.
Zanîngeha Rojava di daxuyaniyê de diyar kir ku ew entegrekirina bi darê zorê qebûl nake. Her wiha hewldanên qanûnên îdarî û akademîk li ser wan ferz bikin, qebûl nakin û divê xweseriya Zanîngeha Rojava hebe.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku şandeyeke hikumeta veguhêz serdana zanîngehê kir da ku mekanîzmaya entegrekirina Zanîngeha Rojava bi zanîngehên Sûriyeyê re nîqaş bike. Di şandeyê de Cîhan Hisam, Ehmed Murad, Ednan Berî û Hesen Şero hebûn.
Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dema şande diçû xwendekaran xwepêşandan organîze kir û bi rêbazên aştiyane daxwaz kir ku xweseriya zanîngehê were parastin û di aliyê îdarî û hiqûqî de wekî berê bimîne. Lê şandeyê guh neda daxwaza xwendekaran.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên leşkerî bi çekan bi ser zanîngehê de girtiye û bombeyên gazê avêtine. Ev yek binpêkirina qanûnî ye. Her kes dikare nêrîna xwe bîne ziman.
Her wiha zanîngehê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ew entegrekirina bi darê zorê qebûl nake. Hêza leşkerî ya ku bi ser zanîngehê de girt şermezar dike û diyar kir ku wan destdirêjî li rûmeta xwendekaran kiriye û gef li siberoja perwerdeyê ya herêmê xwariye.
Di daxuyaniyê de hate ziman ku ji mafê wan e Zanîngeha Rojava serbixwe be, nasname, xweserî û materyalên xwe yê perwerdeyê biparêze.
Her wiha bang li rêxistinên xwendekar, qanûnî, saziyên akademîk ên herêmî û navneteweyî hate kirin ku piştgiriyê bidin zanîngehê.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku zanîngeh cihê zanistê ye, ne qada serdegirtina leşkerî û qutkirina dengê azad e. Zanîngeha Rojava jî heyanî daxwazên wê pêk werin dê aştiyane ji bo mafên xwe tê bikoşe.

