Cenazeyê Adsoy bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” ji morga nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin hat wergirtin û birin Goristana Hecî Hasan Aksoy.
Hevserokê TUHAD-DER’ê yê Mêrdînê Fettah Tekîn di merasîmê de axivî, diyar kir ku Adsoy ji bo gel, ziman û çanda xwe 30 salan di girtîgehê de ma û anî ziman ku ew ê her tim deyndarê wî bin.
Murat Bakugan ê ku bi Adsoy re di girtîgehê de mabû jî diyar kir ku ew di şert û mercên giran de bi hev re mane û anî ziman ku Adsoy bi baweriyeke mezin bi têkoşîna azadiya Kurd ve girêdayî bû û li girtîgehê xwedî vîneke xurt bû.
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş Altin jî anî ziman ku li girtîgehan hê jî gelek girtiyên nexweş tên girtin û banga berdana girtiyên nexweş kir.
Malbata Adsoy dê sê rojan li Mala Şînê ya Anşîn a li taxa Îpekê sersaxiyan qebûl bike.

