Raporên ku ji aliyê rêxistinên mafên jinan ên Arjantînê ve hatine amadekirin, asta tundiya li ser jinan raxist ber çavan. Çavdêriya Lucía Pérez di 10 mehên pêşîn ên salê de 243, Çavdêriya Ahora Que Sí Nos Ven 242, La Casa del Encuentro 240 û MuMaLáyê jî 239 cînayetên jinan tomar kirin.
Li gorî daneyên her çar saziyan, meha Cotmehê bû meha herî kujer a salê. Çavdêriya Lucía Pérez ragihand ku tenê di meha Cotmehê de 48 cînayetên jinan hatine tomarkirin û ev hejmar tê wateya ku her 15 saetan carekê jinek tê qetilkirin.
DI POLÎTÎKAYÊN GIŞTÎ DE PAŞVEÇÛN
Hat diyarkirin ku cudahiya hejmaran a di navbera saziyan de ji ber nebûna sîstemeke tomarkirinê ya fermî û berfireh e. Rêxistin balê dikişînin ser bûyer kêm tên ragihandin û dibe ku hejmara rastîn hîn zêdetir be.
Rêxistinên mafên jinan, di serdema hikûmeta Javier Milei de ku di Kanûna 2023an de hat ser kar, girtina Wezareta Jinan û kêmkirina bûdçeyên bernameyên têkoşîna li dijî tundiya li ser bingeha zayenda civakî rexne dikin.
Li gorî daneyên La Casa del Encuentro, ji sedî 55 cînayetên jinan ji aliyê hevjîn an jî hevjînên berê yên mexdûran ve hatine kirin û ji sedî 66 cînayetan jî di malên jinan bi xwe de pêk hatine. Saziyê eşkere kir ku di encama van cînayetan de 282 zarok bê dayik mane.
MuMaLáyê jî di nava salê de 728 hewldanên qetilkirina jinan tomar kirin. Li gorî daneyên saziyê, ji sedî 61 van bûyeran kiryar ji hevjîn, hevjînên berê yan jî endamên malbatê pêk tên û ji sedî 59 bûyeran li malên mexdûran qewimîne.
Çavdêriya Ahora Que Sí Nos Ven jî di daxuyaniya xwe de hişyarî da ku hikûmeta Milei polîtîkayên giştî yên ji bo pêşîgirtina li tundiya li ser bingeha zayenda civakî paşve biriye.

