Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, roja Sêşemê di daxuyaniyekê de ragihand ku ji destpêka vê salê ve, ji sedî 75’ê mirinên sivîlan ên ku di şerê navxweyî yê Sûdanê de hatine piştrastkirin, ji ber êrîşên balafirên bêmirov pêk hatine. Li gorî texmînên NY’î, dibe ku hejmara rastîn a qurbaniyan ji vê jî zêdetir be.
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY’î Volker Turk, aliyên şer bi wê yekê tawanbar kir ku hiqûqa şer “bêperwa binpê dikin” û hişyarî da ku ev binpêkirin dikarin bibin sûcên şer.
Di şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Desteka Lezgîn (HDK) de ku ji Nîsana 2023’yan ve dewam dike, her du aliyan jî di mehên dawî de êrîşên xwe yên bi balafirên bêmirov zêde kirine.
Di rapora NY’î de ku pêvajoyên navbera mehên Çile û Hezîranê digire nava xwe, hat destnîşankirin ku zêdebûna bikaranîna balafirên bêmirov bûye yek ji nîşaneyên sereke yên şer. Li gorî raporê, ev amûr derfetê didin aliyan ku ji herêmên di bin kontrola xwe de û ji xetên eniyê gelekî dûrtir jî êrîşan pêk bînin.
Di daxuyaniya NY’î de, hat diyarkirin ku balafirên bêmirov ne tenê di şerên rasterast de, di heman demê de di êrîşên li ser binesaziyên sereke yên wekî çavkaniyên avê û elektrîkê de jî ku ji bo jiyanê gelekî girîng in, her ku diçe zêdetir tên bikaranîn.

