Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê werin şopandin.
Li Başûrê Kurdistanê jin li hemberî komkujî, necezakirin, girêdayîna aboriyê û zextên civakî li ber xwe didin. Misogeriya qanûnî ya kêm jî dibe sedem ku newekhevî girantir bibe.
Sekretera Giştî ya KCDP’ê Fidan Ataselim anî ziman ku zêdebûna komkujiyên jinan û mirinên jinan ên bi guman ji polîtîkayên giştî yên desthilatdariya AKP’ê cuda nîne û got, “Her ku nava demokrasiyê tê valakirin zext û tundî jî zêde dibe.”
Aktîvîsta mafên mjinan Sirud Mihemed ragihand ku biçekbûn, bêkarî û lawaziya saziyan komkujiyên jinan û zewaca di temenê zarokatiyê de zêde kiriye û got, destwerdana artî û eşîran baweriya edaletê ya civakê hejandiye.
Gerîlayên YJA Starê Şîlan Amara û Tîrêj Şêrîn salvegera 48’emîn a PKK’ê pîroz kirin û gotin, “PKK’ê Kurd bi cîhanê da qebûlkirin û hebûna wan misoger kir. Çi dibe bila bibe em ê jî xwedî li mîrateya PKK’ê derkevin.”

